KNK: Nisêbîn di bin bomberdûmana dijminan de ye!

Konseya Rêveber a KNK’ê bi bîr xist ku Nisêbîn di bin bombekirina dewleta Tirk de ye, got: “Pêwîst e gelê Kurdistanê, li xwe, li welatê xwe, li Nisêbînê xwedî derkeve.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK), piştî YPS’ê da xuyakirin ku li Nisêbînê hêzên çekdar nemane û hişyarî kir ku mirovên sivîl bi qetlîamê re hevrû ne, daxuyaniyek nivîskî weşand û got:  “TC, wekî navê kurt ê dewleta Tirkiyeyê ji bo Kurd û Kurdistaniyan mohra zilmê ye. Dîroka vê dewletê, ji bo Kurdan û hemû xelkên navçeyê dîrokeke reş e. Zilma salan bes nîne, ev serê salekê ye dewleta hov, ev hikûmeta bêdad û zalim, Kurdistan kiriye meydana cenga xwe ya xwûnawî.”

Daxuyaniya KNK’ê wiha dom kir: “Neteweya me, xelkên navçeyê li ser axa xwe, li welatê xwe, li gund û bajarên xwe dixwazin bi serweriya xwe ya xwumal jiyaneke azad ava bikin. Ev dewleta dest bi xwîn, nahêle Kurd û xelkên cîran bi rehetî li ser vê axa xwe ya hezaran salan bijîn. Dagiriya sedan salî têrê nake niha jî kavil û wêran dikin.

Ev dewleta ku komkujiya xelkan bo xwe kiriye siyaseta esasî, kuşt û kuştdariya xwe gelek bêperwa didomîne. Xelkê me dema li Nisêbînê, li Şirnexê, li Cizîrê, li Geverê, li Sûra Amedê dengê azadiyê bilind kir, bersiva vê dewleta xwînxar bû top û bombe. Heta niha bi sedan berxwedêrên azadiyê û xelkê sivîl kuştine, bajar xirab kirine. Bi hezaran xelk ji cih û warên xwe dane koçkirin. Bi navê vê dewleta zalim û bi fermana Erdogan, hikûmeta AKP’ê, Kurdistan kiriye polîgona bombeyan. Niha jî dixwazin Nisêbînê, vî bajêrê dîrokî û warê xelkên xwiş û bira, adeta ji nexşeyê rakin. Ji xwe hê jî niha gelek taxên Nisêbînê kavil û wêran kirine, her wekî ber li ser beran nehiştine. Piraniya xelkê Nisêbînê dane koçkirin û yên mayî jî dixwazin di bin vê bomberdûmanê da qir bikin.

TC bi vê êrişkariya bêtixûb ya li ser Nisêbînê, her wisa dixwaze gefê li bajêrê bira û paytextê Rojavaya Kurdistanê Qamişlo jî bike.”

‘LI HEMBER HOVÎTIYA TIRK BÊDENG NEMÎNIN’

Xelkê me, Kurd û Kurdistanî divê li beramberî vê hovîtiya dewleta TCê bêdeng nemînin. Hawara Nisêbînê divê bê bihîstin. Li welat û derveyî welat, her cihê ku Kurd û Kurdistanî lê ne, divê vê hawara man û nemana Nisêbînê bigihînine dinyayê. Sicîla dewleta TC  reş e û bi vê êrîşa li ser Nisêbînê dikare dîroka xwe ya jenosîdal xwînawîtir bike.

Her wiha em bang li raya giştî ya navneweyî jî dikin, em dibêjin li hember van êrîş û qetlîamên dewleta Tirk bêdeng nemînin û mirovatiyê biparêzin.

Divê gelê Kurdistanê, li xwe, li welatê xwe, li Nisêbînê xwedî derkeve.”