KNK'ê xwest Qirkirina 1915'an bê naskirin

KNK'ê diyar kir, eger Komara Tirkiyeyê qirkirina 1915'an qebûl neke wê bibe şirîkê vî sûcî, ku ev tê maneya domandina jenosîdê û got, "Bi wesîleya sala 1022an em bang li Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê bi cih bîne.

Konseya Rêveber a KNK'ê, bi wesîleya 102 salvegera Qirkirina 1915'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan, di sala 1915'an de li dijî gelên xwecihî yên Xiristiyan, ku li cografyaya Mezopotamya û Anatoliya dijîn qirkirinek pêk anîn. 

KNK'ê bibîr xist, hejmareke bilind a Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîdê ketin û wiha dewam kir: "Di vê qirkirinê de rêveberên Cemiyeta Ittihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û artêşa Osmanî, efserên di artêşa Osmanî de kar dikirin, li hemberî mirovahiyê sûc kirin. Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, ji bo dîrok û çanda wan ji holê were rakin, qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkun e bê înkarkirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji mîlyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nifûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê teyîd dikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand, ji gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser mîlyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin û got, "Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe, bi Qanûna Tehcîrê hatin sirgûnkirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteserkirin û xespkirin. Kuştina mirovên ji gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate dîtin; bi bangên cîhadê û fermanan paksaziya etnîk û dînî hate kirin."

KNK'ê diyar kir, ji vê birîna jenosîdê hê jî xwîn tê û bi berdewamî ragihand, "Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî ev e sed û du sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û du sal ji ser re derbasbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Împaratoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî, ku ev tê manaya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 102. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih.

Em wek KNK, jenosîda sala 1915an careke din bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin."