KNK: AKP bi kiryarên xwe re DAIŞ a fermî ye

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, terora û hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku AKP bi kiryarên xwe re li Kurdistanê DAIŞ a fermî ye.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî, terora û hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Kurdistanê, dewleta Tirk an jî bi navekî din dewleta Recep T.E. pê li hemû pîvanên mirovatiyê kiriye, bi hovîtî êrîşî hemû rûmetên însaniyêtê dike" û ev xal hat destnîşankirin:

"Piştî bûyerên li Gever, Şemzînan, Gimgim, Bismil, Navenda Amedê (Sûr) û Cizîra Botan, niha jî, bi tank, top û çekên giran ên leşkerî  êrîşî ŞIRNEXÊ, FARQÎNÊ û NISÊBÎNÊ dike. Wisa diyar dibe û dixwaze hemû Kurdistan bêxe ber armanca siyaseta xwe ya QIRKIRINÊ û gav bi gav dajo ser bajar û bajarok û gundên Kurdistanê."

Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand pêkanîn û kiryarên dijmirovane yên li Farqîn û Nisêbînê di qedexeya derketina derve de hatin kirin û got, "Zilm û zoriyê li gelê me dike. Li ber çavê  cîhan û raya giştî, lûleya çekan dixe serê rojnamevanan, da ku agahî û dîmenên reftar û kiryarên wan ên qirêj negihên raya giştî re.

Li Şernexê jî, rûyê xwe yê faşîstane careke din diyar kir, dema welatparêzekî bi navê Hacî Lokqman Birlik, piştî birîndar dikin, bi îşkencê şehîd dikin û laşê wî bi makîna leşkerî ve girê didin û li pey wê li ser erdê  kaş dikin! Ewqas har bûn e! Ewqas ji mirovahîyê dûr ketine!"

KNK'ê diyar kir ku gelê Kurd ji van kiryarên dewleta Tirk ne xerîb e û bibîr xist ku beriya niha jî li gelek deverên Kurdistanê heman kiryariyên ên ne mirovî pêk hatiye.

Konseya Rêveber destnîşan kir ku ew kiryara hovane û bê exlaqî ya di bûyera Ekîn Wan (Kevser Elturk) de li Mûşê hat kirin, hînê di mejî û hizra mirovan de zindî ye û nehatiye jibîrkirin.

'AKP BI KIRYARÊN XWE RE DAIŞ A FERMÎ YE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Li Farqînê duh (05.10.2015) avahiya KURDÎ-DERê bi destê polîsan ve hate şewitandin, ev ne bûyerek normale! Ev dijminatiya nirx û biha yên gelê Kurd e! Ev dijminatiya dîrokî ya li hember Çand û Zimanê Kurdî ye! Ev kiryarên han  nabe bêne ji bîrkirin, nayên ji bîrkirin.

Erê gelo çi ferq û cudayî di navbera kiryarên DAIŞ ê û Dewleta AKPê de heye? Cudahî ya wan bi tenê ew e, yek dewleta resmî ye, ya din ne resmî, lewma mirov bi hêsanî dikarê bêje: AKP e bi kiryarên xwe, DAIŞ a fermî ye!

Ji bo rawestandin û rê li ber girtina vê siyaseta faşîst a Dewleta Tirk, em bang li wijdana mirovatiyê, hemû dewletên cîhanê dikin, herwiha bang li hemû sazî û dezgehên navnetewayî, di serî de NY dikin. Divê bi erk û peywirên xwe yên zagonî ya navnetewayî rabin û bi lezgînî bibin asteng li pêşiya faşîzma Dewleta AKP ê.

'BI GIYANA ARÎN MÎRXAN EM LI DIJÎ FAŞÎZMA DEWLETA AKP'Ê Û DAIŞ'Ê DERKEVIN'

Herwiha berî herkesî em gelê Kurd û gelên Kurdistanê, ku îro salvegera yek ji nîşane û sembola berxwedana Kobanê, Arîn BÎRXAN e, divê em bi giyan û kesatî ya van lehengan rabin ser piya û li dijî zîhniyet û faşizma DAIŞ ê û Dewleta AKP ê, destê xwe bidin hev û vê tekoşîna mirovahiyê, vê tekoşîna ji bo jiyana azad bidin meşandin!

Em wek KNK, bi hemû hêz û şiyana xwe,  piştgriyê didin berxwedana gelê Kurd û Kurdistanê ya ji bo Xweseriya Demokratîk, bi taybetî jî em bi her cûreyî desteka xwe didin gelê xwe yê Farqîn, Nisêbîn û Şernexê û seranserê Kurdistanê!

Em di wê baweryê dene, ku zihniyet û siyaseta Dewleta AKP ê û DAIŞ ê li hemberî têkoşîn û îradeya  gelê me wê bişkê û hilweşe û  berxwedana gelê kurd û Kurdistanê wê bi ser bikeve."