BI DÎMEN

Kiyanî: Newroza Qendîlê wêneyê yekîtîya neteweyî ye

Berdevkê Eniya Demokratîk a Gelan Kiyanî yê ku beşdarî Newroza Qendîlê bû, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên PDK’ê da û got “Mirov pişta xwe bispêre dijminan, nikare dewletan ava bike”

 

 

Berdevkê Eniya Demokratîk a Gelan Dr. Mihemed Kiyanî yê ku beşdarî Newroza Qendîlê bû got, kesên ku plan dikin ku êrîşî Qendîlê bikin, wê têk biçin.

Kiyanî diyar kir, kesên ku şirîkatiyê bi Dewleta Tirk û dijminên kurdan dikin hewl didin dewleta xwe ya malbatî ava bikin û destnîşan kir ku ev plan wê pûç were derxistin.

Kiyanî got: ”Ji bo Kurdan tişta herî girîng yekîtiya neteweyî ye. Bi yekîtiya neteweyî em dikarin hemû kêşeyan sererast bikin. Em bi yêkîtiya neteweyî dikarin planên dewleta Tirk pûç bikin. Çi planên li ser Qendîlê û çi jî planên li ser Şengalê” û bal bir ser yekîtiya kurdan.

“MIROV PIŞTA XWE BISPÊRE DIJMINAN, NIKARE DEWLETAN AVA BIKE”

Kiyanî bal kişand ser propagandaya PDK’ê ya ku dibêje em ê; “Dewletê ava bikin” lê zêde kir û got ku “Bi komployên dewleta Tirk, dewlet nayê ava kirin.”

Kiyanî ev nirxandin kir: “Heke Kurd wê dewletekê ava bikin, divê ev tişt bi yekîtiya neteweyî pêk were. Bi komployên dewleta tirk dewlet nayê ava kirin. Azadiya Kurdan, dewleta Kurdan xeyalên me hemûyan e lê ev jî girîng e ku em ê vî tiştî çawa pêk bînin. Bi firotina petrolê, bi hevkariya bi dijmin re? Na, teqez tiştekî wisa tune. Ji ber vê jî îro Qendîl bi rastî jî bûye qadeke têkoşînê ya rastîn. Yekîtiya neteweyî ji vê derê destpê dike. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan, ji Qendîlê ber bi bajaran ve diçe. Kesên ku tifaqê bi dijminan re dikin, ketine nav gendeliyan, nikarin yekîtiya neteweyî pêk bînin. Nêrîn, feraset, têkoşîna Qendîlê, gel ji bo tiştên mezin amade bike, ji bo vê têdikoşe. Kesên ku bi tiştên biçûk eleqedar dibin, gel egle dikin, li pey berjewendiyên takekesî û malbatî ne. Lê binihêrin ji ber ku berjewendiya gel heye, ligel baran û heriyê, gel hatiye Qendîlê. Meseleya rastîn ev e. Îro tişta ku li Rojava û Şengalê jî pêk tê, wêneyê meşa azadiyê ya gelê Kurd e.”

‘TIŞTA JI DEWLETÊ GIRÎNGTIR, BÎRA NETEWEYÎ YE’

Kiyanî bal kişand ku kesên bîra wan a neteweyî tune be, propagandaya wan a avakirina dewletê jî belasebeb e û diyar kir, ji bo Kurdan tişta ji dewletê girîngtir bîra neteweyî ye û dewleta ku qala wê tê kirin jî ne ya gelê Kurd, tenê a kesekî ye.

Kiyanî wiha pêde çû: “ Gelê Kurd bi yêkîtiya neteweyî li hemberî dijminan sekinî. Bi heman awayî bi yekîtiya neteweyî mirov dikare Şengalê biparêze. Mesele ev e. Hûn dixwazin neteweyekê ava bikin an jî hûn dixwazin ji bo malbat û kesan dewletê ava bikin? Li gorî me divê berê neteweyek were afirandin û dûre dewletek were ava kirin. Heke bîra neteweyî bi pêş neketibe, tu nikarî dewletê biparêzî. Dewlet ne ji bo malbat û kesekî ye. Heke dewletek wê hebe, divê ji bo gel xizmetê bike. Ji ber vê jî planên van kesan hatine pûç kirin. Di asta neteweyî de jî û di asta navneteweyî de jî planên wan hatine pûç kirin. Piştî vê tişta pêwîst, ji bo tapûya dewleta Başûrê Kurdistanê nekeve destê partî û malbatekê, divê pêşiya wê girtin. Divê li vîn û biryara xwe xwedî derkeve. Tiştekî din, kesên ku peyman bi DAIŞ, Tirkiye, Siûdî, Qatarê danîne, Qendîl wan qebûl nake. Wêneyê yekîtiya neteweyî, li Newroza Qendîlê ye. Ji ber vê jî wê Qendîl her dem serbilind be. Meseleya sereke ev e.”