Kesê wek ‘Fermandarê Tirkmenan’ dan nîşandan ulkuciyê Elezîzî ye!

Walîtiya Hatayê ‘komek rojnamevan’ bir bejahiya Lazkiye û bi kesekî wek ‘Fermandarê Tirkmenan’ da nîşandan re hevdîtin da çêkirin. Derket holê ku ew kesê wek ‘Fermandarê Tirkmenan’ hatiye nasandin faşîstekî ulkucî yê ji Elezîzê ye.

Ulkuciyê Elezîzî yê bi navê Alpaslan Çelîk gotibû, “Her du pîlot dema bi paraşûtê dadiketin me li wan da.”

Piştî li sînorê Sûriyeyê balafireke şer a Rûsya hat xistin, hin navgînên weşanê di koordînasyona Walîtiya Hatayê de bi çeteyên cîhadîst re hevdîtin pêk anîbûn.

Ulkuciyê faşîst ê Elezîzî Alparslan Çelîk yê hat diyarkirin ku cîgirê fermandarê çeteyên cîhadîst a bi navê “2’yemîn Tumena Peravê” ye gotibû, “Her du pîlot dema bi paraşûtê dadiketin me li wan da.”

Alpaslan Çelîk kurê şaredarê berê yê MHP’yî yê navçeya Keban a Elezîzê ye.  

...