Kerîmî: Bûyera Kelaşînê plana Tirkiye, Îran û PDK'ê ye

Endamê berê yê Rêxistina Komala siyasetmedar Elî Kerîmî, ji bo nebe sedema pevçûneke gengaz di navbera Kurdan de bang li PDK'ê kir ku pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike.

Endamê berê yê Rêxistina Komala siyasetmedar Elî Kerîmî, ji bo nebe sedema pevçûneke gengaz di navbera Kurdan de bang li PDK'ê kir ku pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike.

Kerîmî da xuyakirin, ku bi awayekî korsanwazî ketina PDK-Î li qadên gerîla û bûyerên piştî wê qewimîn cihê xemgîniyê ye û destnîşan kir ku ev yek dibe ku lîstikeke dewletên Tirk û Îranê be. Kerîmî bang li PDK'ê kir ku ji bo ev yek nebe sedema pevçûneke gengaz a di navbera Kurdan de, pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike. Kerîmî her wiha bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo Kurdan û got, "Her çend bi awayekî vekirî nabêje jî PDK naxwaze HDP bi ser bikeve. Lê dixwaze AKP bi ser bikeve."

Endamê berê yê Rêxistina Komala siyasetmedar Elî Kerîmî bûyerên li Kelaşînê, hilbijartinên 7'ê Hezîranê û helwesta PDK'ê ya destekê dide AKP'ê, ji ANF'ê re nirxand...

'DIVÊ ZIMANÊ DIJMINATIYÊ BÊ TERIKANDIN'

Kerîmî da zanîn ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkieyyê ji bo Kurdan gelekî girîng in û diyar kir ku balkêş e di demeke bi vî rengî de bûyerên Kelaşîn û Xinêre rû da. Kerîmî got, "Cihê fikaran e ku di demeke bi vî rengî de ev bûyer qewimiye. Diyare hin kes li ser têkçûna Kurdan hesaban dikin. Vê yekê jî di ser alozî û pevçûna navbera Kurdan de dike. Pêwîste ti ji rêxstinênên Kurdan neyên vê lîstikê û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê belê bi dîtina min di vê bûyerê de komployek heye."

Kerîmî weşanên televîzyona Rûdawê ya ku ev çend roj in hewl dide şerê di navbera Kurdan de tehrîk bike û di nava civakê de rê li ber nêrîneke dijberiya PKK'ê veke, rexne kir û got, "Pêwîste ev zimanê dijminatiyê tavilê were terikandin. Divê êdî Rûdaw bes benzînê birijîne ser êgir."

'HÊVIYA PDK'Ê JI ERDOGAN HEYE'

Kerîmî got, "Sedema çûyîna pêşmergeyên PDK-Î li qada gerîla û derketina pevçûna li vê qadê divê bi teqezî bê lêkolînkirin" û destnîşan kir ku bûyer di demeke hesas de qewimiye. Kerîmî got, "Bala xwe bidinê; em Kurd li Bakurê Kurdistanê tevlî hilbijartineke gelekî girîng dibin. Encamên vê hilbijartinê bi qasî ku bandorê li çar parçeyên Kurdistanê bike gelekî girîng e. Eleqeya ji HDP'ê re li hemû parçeyên Kurdistanê zêde dibe. Kurd hemû xwedî li HDP'ê derdikevin û ji bo serketina HDP'ê ay ji dest tê dike. Lê belê em dizanin ku li Başûrê Kurdistanê beşek heye ji siyaseta Erdogan hêviyan dike, pê re di nava têkiliyê de ye û pêşengiya vê jî PDK dike. Fêm dibe ku hin kes hene berjewendiya xwe di vê bûyerê de heye. Lê belê pêwîste Kurd li ti deverê neyên van lîstikan."

'RASTHATÎ NÎNE, PLANA TIRKIYE, ÎRAN Û PDK'Ê YE'

Kerîmî diyar kir ku di demeke bi vî rengî ya krîtîk de çûyîna pêşmergeyên PDK-Î ber bi qada gerîlayan û alozkirina rewşê rewşeke ji rasthatî nîne û got, "Ev bûyer bi ti awayî rasthatî nîne. Rewşeke balkêş e, di hişê mirovan de rê li ber pirsan vedike. Diviyabû PDK neketibûya nava hewldaneke bi vî rengî. Ji bo bûyer mezintir nebe, çi ji destê kê tê divê bike."

Kerîmî axaftina xwe wiha dewam kir: "Pêşmerge dikare hewl bide derbasî Rojhilat bibe. Rê û rêbazên vê hene. Lê belê bicihbûna wan a li wir û rûdana pevçûnê diyare, xwedî hin hesaban e... Bi dîtina min haya Tirkiye, Îran û PDK'ê ji vê heye. Li gorî min van her sê hêzan bi hev re ev bûyer derxistine."

'RÛDAW ROLEKE NE XÊR DILÎZE'

Kerîmî da xuyakirin hin ji organên weşanê yên li Başûrê Kurdistanê bi nebaşî xwe ji vê bûyerê xwedî dikin û got, "Bi taybetî televîzyona Rûdaw roleke ne xêr dilîze. Pirgirêkê ji rewşa heyî bêhtir mezin dike. Di mezinkirina bi vî rengî ya bûyerê de bi qasî televîzyona Rûdaw, rola PDK'ê jî heye."

'PDK JI SERKETINÊ ACIZ E'

Kerîmî destnîşan kir ku tekane armanca PDK'ê qelskirina serketina PKK'ê ya li Bakurê Kurdistanê ye û anî ziman ku beriya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê yekane hêza naxwaze HDP serketî be, PDK ye. Kerîmî got, "PDK ne tenê naxwaze HDP bi ser bikeve, di heman demê de dijminatiyê li HDP'ê dike. Di malperên wan de di vî warî de gelek nivîsên reşkirinê hene. Antî propagandayê dikin. Ev hemû nîşan dide ku PDK ji mezinbûna HDP û PKK'ê li Bakurê Kurdistanê, gelekî aciz e."

'PDK DESTEKÊ DIDE AKP'Ê

Kerîmî da xuyakirin ku PDK hem ji PKK'ê, hem ji HDP'ê, hem jî li Rojava ji PYD'ê gelekî aciz in ku bi pêş dikevin û destketiyan qezenç dikin û got, "PDK her çend vekirî nebêjê jî, naxwaze HDP bi ser bikeve. Lê belê ji ber hevkarî û peymanên aboriyê yên bi dewleta Tirk re, bûye mutehîdê Tirkiyeyê yê li herêmê. Lewma dixwaze AKP qezenç bike."

Kerîmî anî ziman ku di demeke nîqaş li ser Kongeya Neteweyî ya Kurd tê meşandind e, pêwîste rêxistinên Kurd xwe ji rewşên bi vî rengî yên neyînî vegirin.

...