Kelar: Hêzên PDK’ê divê rexna xwe bidin

Yek ji Fermandarê Sehaya Şengalê yê HPG’ê Agît Kelar, diyar kir divê hemû Kurdistanî rexneya xwe bidin, ji bo ku careke din komkujî pêk neyên divê hemû ciwanên Êzîdî tevlî nav refên YBŞ/YJŞ’ê bibin û têbikoşin.

Yek ji fermandarê Sehaya Şengalê yê HPG’ê Kelar, diyar kir, ji ber sedema Komkujiya 3’yê Tebaxê divê PDK rexneya xwe bide. Kelar diyar kir, ji bo ku pêşî li komkujiyan were girtin, banga xweprastinê kir û xwest ku hemû ciwanên Êzîdî tevlî nav refên YBŞ/YJŞ’ê bibin.
Di ser komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê re du sal derbas bûn. Fermandar Kelar Komkujiya 3’yê Tebaxê weke qirkirinekê navand, ku di vê komkujiyê de bi hezaran mirov hatibûn kuştin, hêsîr ketibûn û bi sed hezaran jê jî bê cih û war bûbûn. Kelar got hewceyî pê heye ku hemû hêzên Kurdistanî rexneya xwe bidin, ji bo careke din komkujî pêk neyê bang li ciwanên Êzîdî kir ku tevlî nav refên YBŞ/YJŞ’ê bibin.
Kelar wiha pê de çû: ‘’Meseleya Şengalê ji bo me meseleye giran e. Hêzên Kurdistanê ji bo vê rewşê divê rexneya  xwe bidin. Komkujiya 3’yê Tebaxê ya ku bi ser gelê me de hatî Enfal e. Çawa ku di serdema Hz. Omer de enfal cara pêşî pêk hatibe, sala 1988’an di dema Sedam Hisên de enfal pêk hatiye û komkujiya 2014’an jî enfal e, qirkirin e. Ji bo vê jî hewceyî bi rexnedayinê heye.’’

 ‘HÊZÊN PDK’Ê ASTENG LI PÊŞIYA HÊZÊN ME DATANÎN’

Kelar, rexne li parçebûna hêzên Kurd anî, diyar kir ji ber vê sedemê jî çeteyan êrîş birine ser Kurdistanê û Şengalê. Kelar diyar kir, hêzên HPG’ê jî ji bo parastina gelê Êzdî hatine Şengalê û wiha pê de çû:
 ‘’A rast diviya hêzên Kurd parastina hemû Kurdistanê bikirana. Lê hêzên Kurd belawela ne. Ango ji bo ku bikaribin hemû Kurdistanê biparêzin, yekitî pêk neanîne. Ji ber vê sedemê jî ev komkujî ango Enfal pêk hat. Ev rewş jî bi dilê dijminê me bû. Ji bo vê jî, dijmin xwest ku ji devera herî qels û neçar li me xîne. Ji bo vê jî êrîş anî ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê. Li şûna ku hêzên Kurdistanê pêşî li vê komkujiyê bigirin, destûr nedan ku em bêne vir. HPG’ê ji qêrîn û nalînên gelê me yê Êzdî re bû bersiv lê hêzên din yên li Kurdistanê zehmetî ji me re derxistin. Komên me yên pêşîn dema ku nû hatin pir zehmetî dîtin. Sê hevalên me yên ji koma pêşî ji hêla pêşmergeyên PDK’ê ve hatin desteserkirin. Rêber Apo çend caran dêhna me da ser talokeya Şengalê. Lê hêzen Başûrê Kurdistanê û hêzên pêşmergeyan li şûna ku pêşî li vê komkujiyê bigirin, asteng li pêşiya hêzên me danîn ku bi mebesta parastina Şengalê hatibûn.’’

 ‘WEKE HEZEKE KURDISTANÎ TEVNEGERIYA’

Kelar pêşmergeyên PDK’e ji ber firazeya wan a nebaş a 3’yê Tebaxê bi tundî rexne kir û got:
‘’Bi awayekî belesebep di vê sedsala têdeyî de qirkirineke wiha ji bo me hemûyan giran e. Ji bo vê jî gelê me divê xweparastinê xurt bike û ji bo taloke û êrîşên siberojê divê xwe biparêzin. Ji 10 hezarî zêdetir pêşmerge li diji komkujiyê bi ti awayî nekete lêgerîna parastina gel, xwe weke hêza Kurdistanî nedît. Dema ku ferman ji wan re hat, paş ve vekişiyan, ev gel bê parastin li ber destê dijmin hiştin, bi qirkirinê re rû bi rû kirin. Ev rexne ji bo hêzên pêşmergeyan rexneyeke giran e. Keç û jinên ku ketin nav deste DAÎŞ’ê weke xwîşkên xwe û dayikên xwe nedîtin. Parastina vî gelî nekirin. Ji bo gelê Kurd jî ev wiha ye. Ji ber ku ev komkujî çawa ku li ser Kurdên Êzîdî bû, komkujiyeke li ser tevahiya gelê Kurd jî bû. Hemû gelê Kurd divê rexneya xwe bide. Heya niha diviya xweparastina xwe sazkar bikirina û ev gel biparastana. Lê ev nebû. Me weke hêza HPG’ê, wekî ku gel jî dibêje, pêşî li komkujiyên hê mestir girt. Hetîketî û şenha mezin e ku bêyî parastina gel were kirin, beriya gel ji  Şengalê revî revî biçin. Ji ber vê sedemê divê rexneya xwe bidin û ji niha û şûn de divê nîqaş werin kirin bê ka çi tiştên alternatîf dikarin werin kirin.

 ‘LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PARÇEBÛNEK HEYE’

Kelar diyar kir, li Başûrê Kurdistanê parçebûnek heye, gumanên wan hene ku komkujî berdewam bin û wiha pê de çû:
‘’Li Kurdistanê parçebûnek heye. Lê divê hevpariyek hebe û hemû Kurdistan were parastin. Em bi kelecanî û rihê ku wê fermandariyeke hevpar li Kurdistanê pêk were hatin vir. Heya ku dilopeke xwînê di canê me  de hebe em ê têbikoşin. Divê hêzên din vê xwesteka me fêhm bikin. Lê hêzên me weke mêvanan dibînin. Ji bo vê jî şik û gumana me heye ku komkujî berdewam bin. Û em baş bi vê dizanin; kesên ku di komkujiya 3’yê Tebaxê de tiştek nekirin wê di komkujiyên piştî niha de jî  tiştekî nekin. Heya nebin hêzeke Kurdistanî jî wê parastina vî gelî nekin. Ev rastiyek e. Gelê me jî vê rastiyê dibîne. Ji ber ku vê nêzîkatiyê dibînin li welatê xwe venegarin. Ê ku tenê parastina gel dike û di vê de xweyî rol e helwest û nêrîna me ye. Nêrînên hezên pêşmerge parastina gel nakin. Nêzîkatiya wan tenê parastina xwe ya takekesî ye. Lê em bi vê jî dizanin; divê hêzên Kurdistanî werin ba hev û parastina gel bikin. Tenê ku ev hevkarî pêk were azadbûna Mûsilê nêzîk dibe. Bi vî awayî jî bersivek ji bo komkujiyê jî çêdibe. Daxwaza gelê me ev e. Li gel ku gelek caran di vî alî de me bang li pêşmergeyan kir jî, hêzên pêşmerge gav naavêjin û di parastina Kurdistanê de em bi tena serê xwe dimînin.’’

 ‘CIWANÊN ÊZÎDÎ DIVÊ TEVBIGERIN’

Fermandar Agît Kelar diyar kir divê gelê Êzîdî xweparastina xwe xurt bike û wiha pê de çû:
‘’Heke ev hêz neyên cem hev naxwe gelê Êzîdî, ciwan divê werin cem hev û biryara xwe bidin. Divê xweparastina xwe sazkar bikin û xurt bikin. Belê, li ser vê zemînê divê hêzên YBŞ/YPJ’ê ava bikin û parastina gelê xwe bikin. Bi vî awayî hewcehiya wan bi kesî namîne. Ji bo vê jî bi taybetî ciwanên Êzdî divê civak bi tevahî xwe xwe birêxistin bike û xwe biparêze. Ji bo vê jî divê ciwanÊn Êzîdî tevlî nav refên YBŞ/YŞJ’ê bibin û parastina xwe xurt bikin. Bi vî awayî mirov dikare pêşî li komkujiyan bigire. Êdî ne dema rawestîne lê dema tevgerê ye.’’