Kek Babaoglû: Çapemeniya azad xwedî li kevneşopiya Naziman derdikeve

Îrfan Babaoglû birayê xwe rojnamevan Nazim Babaoglû weke 'aşiqê pîşeyê xwe' û 'ciwanekî têra hînbûnê nedibû' pênase kir. Babaoglû da xuyakirin, ku kiryar birayê wî ji aliyê dewletê ve tên parastin.

Îrfan Babaoglû birayê xwe rojnamevan Nazim Babaoglû weke 'aşiqê pîşeyê xwe' û 'ciwanekî têra hînbûnê nedibû' pênase kir. Babaoglû da xuyakirin, ku kiryar birayê wî ji aliyê dewletê ve tên parastin.

Nazim Babaoglû yek ji bi dehan kedkarên çapemeniya azad e, ku aqûbeta wî nediyar e. Di 12'ê Adara 1994'an de, dema nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû ji bo çêkirina nûçeyê çû navçeya Riha Sêweregê, lê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin. Tevî hemû hewldanên malbatê û hevalên wî careke din agahî nehat girtin. Aqûbesta Babaoglû nayê zanîn. Hêviya li ser jiyana wî nema ye. Ji bo kiryar bên darizandin malbat ev 22 sal in li edaletê digere.

Kek Îrfan Babaoglû da xuyakirin, ku ji bo mirov di salên 1990'î de rojnamevaniyê bikin pêwîstî bi cesaret û fedekariyeke mezin hebû û diyar kir, di salên 90'î de hejmara saziyên çapemeniyê yên weke mûxalîf bên pênasekirin, gelekî kêm bûn.

Babaoglû got, "Di wê demê de yek ji saziyên karê rojnamevaniyê bê tirs dimeşand rojnameya Ozgur Gundemê bû ku bi dirûşma 'Rastî wê di nava tariyê de nemîne' dixebitî.

'TÊRA HÎNBÛNÊ NEDIBÛ'

Babaoglû anî ziman, ku ew gelekî bi birayê xwe re nema, ji ber ku dema di sala 1980'î de hat girtin Nazim hînê zarokekî 5 salî bû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev zarokê biçûk piştî demekê weke rojnamevanekî aşiqê pîşeyê xwe derket pêşiya min. Min Nazim hingî nas kir. Nazim di 18 saliya xwe de gava hînê xwenekarekî lîseyê bû, pîşeyekî gelekî zehmet yanî rojnamevanî hilbijartibû. Ciwanekî gelekî jîr bû û hez ji xwendinê dikir. Lewma hînê di emrê ciwantiyê de çavên xwe xera bûbû. Dîsa jî ti tişt nikarîbû li pêşiya xwendina wî bibe asteng. Di her hevdîtinê de bi me re têkildarî mijarên nûçe li ser bê çêkirin nîqaş dikir. Daxwazeke wî ya mezin hebû, ku mirovan xwezî lê danî. Ji aliyekî ve xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade dikir, li aliyê din jî li buroya Rihayê ya Ozgur Gundemê weke nûçegihan dixebitî. Piştî demekê, ji bo perwerdeya rojnamevaniyê bibîne berê xwe da Stenbolê buroya navendî. Li vir 3 mehan ma. Piştî vê perwerdeyê careke din li Stenbolê vegeriya. Di vê navberê de dihat dîtina me jî. Tê bîra min di roja dawî ya hat hevdîtinê ji me re ragihand ku şefê Ozgur Gundemê yê Buroya Rihayê Kemal Kiliç, dema hewl dihat dayîn ji aliyê JÎTEM'ê ve bê revandin, hat qetilkirin. Ji ber vê rewşê ez jî ketim nava tirs û fikaran û ji ber vê yekê min ji Nazim xwest, haya xwe ji xw ehebe. Nazim ji min re got ku ez meraqa wî nekim, wê hay ji xwe hebe. Lê belê di sala 1994'an de 10 roj piştî rakirina destnedana parlamenterên DEP'ê, di 12'ê Adarê de Nazim dema ji bo çêkirina nûçeyê çû navçeya Riha Sêweregê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin."

'JÎTEMÊ EW REVAND Û BIR MALA JI XWE RE KIRIBÛ BIRYARGEH'

Babaoglû da zanîn, ku piştî birayê wî ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin, ew birin mala Bûcaklara a hingî ji aliyê JÎTEM'ê ve weke biryargehê dihat bikaranîn û got, "Nazim hema hema li hemû navçeyan û gundan geriyabû û nûçe çêkiribû. Bi gel re têkilî danîbû. Ji ber vê yekê, wê rojê dema ji bo nûçeyan çû Sêweregê, ti şik û guman guman tinebû. Lê belê li hemberî wan xefikek hatibû danîn. Yanî wê rojê, eger li şûna Nazim yekî din biçûya, wê heman tişt bihata serî. Nazim dema çû Sêweregê diviyabû biça rojnameya Îrfan, lê belê hînê li serê kolanê ji aliyê JÎTEM'ê ve bi zorê li wesayîtê hat siwarkirin û birin mala Bûcaklaran. Ev mal di wê demê de ji aliyê şexsên tarî yên dewletê yên mîna Abdullah Çatli, Îbrahîm Şahîn ve weke biryargehekê dihat bikaranîn."

'BERPIRSYAR JI AKP'Ê BÛN WEKÎL'

Babaoglû diyar kir, piştî birayê wî hat qetilkirin, Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Ferda Çetîn hat Rihayê û tevî malbatê ket nava hewldanan, lê belê Midûrê Emniyetê û Walî îdîa kirin ku Nazim nehatiye revandin, derketiye serê çiyê. Babaoglû got, "Waliyê Rihayê Ziyaeddîn Akbûlût ê wê demê di salên 2000'î de ji nava AKP'ê bû parlamenter. Ev rewş nîşan dide, ku kî li pêşberî sûcên berê li Kurdan hatiye kirin bêdeng maye, kê ev zilm ji nedîtî ve hatiye û hewl daye ser binixumîne, mîna xelata dewletê jê re bê dayîn, hatiye xelatkirin."

Kek Îrfan Babaoglû bibîr xist ku zêdeyî 20 sal in dosya li ser revandina birayê wê hînê li dozgeriyê ye û got, "Rewşên bi vî rengî ji ber ku êrîşa li hemberî mirovahiyê ye, ne 20 sal, 40 sal jî di ser re derbas bibe, divê ev doz were bi encamkirin."

Babaoglû diyar kir, Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana wan a li ser dozê red bike, ew ê dozê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

'ÇAPEMENIYA AZAD XIZMETÊ JI MIROVAHIYÊ RE DIKE'

Îrfan Babaoglû herî dawî ev nirxandin kir:

"Ji sala 1994'an û vir ve ev zîhniyet bi ti awayî neguherie, lewma zextên li ser çapemeniyê dijwartir bûne. Plana têkbirinê ya dewlet li cihên mîna Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê ji sala 2014'an û vir ve xistiye meriyetê, bandorê li çapemeniyê jî dike. Dewlet ji aliyekî ve vê dike, li aliyê din jî ji xwe re çapemeniyê dafirîne. Bi vê rêyê nûçeyên derew û alîgir pêşkêş dike û dixwaze artêşeke çapemeniyê bafirîne. Lê belê rastiyeke çapemeniya azad a gelê Kurd heye ku ji sedan ciwanên xwe yên fedekar pêk tê. Lewma bi derewên xwe ve nikarin li ber vê rastiyê bisekinin. Rewşa dema dawî nîşan da ku kedkarên çapemeniya azad, bi canê xwe wê xwedî li kevneşopiya Naziman derkevin û vê têkoşînê bidomînin. Ji ber ku di nava van şert û mercan de meşandina karê çapemeniyê tê wateya xizmeta ji mirovahiyê re."

...