Kedkara çapemeniyê ya YPJ'ê jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê nasnameya xebatkareke xwe ya Navenda Çapemeniya YPJ'ê eşkere kir, ku dema li herêma Şehbayê nûçe dişopand di topbarana artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ'ê de hat gotin, "Di şexsê Şehîd Eylul de em hemû şehîdên çapemeniya azad bibîr tînin. Têkoşîna Şehîd Eylul wê rêya me ronî bike. Bi ruhê Arînan, Agiriyan û Eylulan, em ê her tim şopdarên şehîdên xwe bin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiya jinê di asta herî bilind de dimeşînin.

Careke din bi rêzdarî hemû şehîdên doza Kurd bi bîr tînin û wek Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) em sersaxiyê ji malbata Şehîd Eylul û hemû şervanên YPJ'ê re dixwazin. Heya dawî em şopdarên rêya wan in û dirûşmeya 'an serketin an serketin' wê her tim dirûşma me be."

Nasnameya kedkara çapemeniyê ya YPJ'ê bi vî rengî ye:

Nasnav: Eylul Nûhilat
Nav paşnav: Ronahî Omer
Dayik-Bav: Welîde-Xalid
Cihê ji dayikbûnê: Dêrik
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Cotmeha 2016 / Herêma Şehba