Keça Seyîd Riza: Ez dixwazim li ser gora bavê xwe bigirîm

Keça Seyîd Riza Leyla Agar got, "Dixwazim li ser gora bavê xwe bigirîm. Bila agahiyên li ser Tertelaya Dêrsim 37-38'an êdî werin aşkerakirin."

Bi nêzîkbûna Qirkirina Dêrsim 37-38'an re Dêrsimî careke din daxwazên xe tînin ziman. Dêrsimiyên ku dixwazin cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî were aşkerakirin û ji dewletê lêborînê dixwazin, destnîşan dikin ku AKP û CHP mijûl dikin. Keça Seyîd Riza Agar jî got, "Dixwazim li ser gora bavê xwe bigirîm. Bila agahiyên li ser Tertelaya Dêrsim 37-38'an êdî werin aşkerakirin."

LEYLA AGAR: EZ HÎNÊ ZAROKEK IM...

Keça Seyîd Riza Leyla Agar a ji Qirkirina Dêrsim 1937-38'an rizgar bû, ji ANF'ê re peyivî.

Agar a dibêje, "Berî bimirim dixwazim li ser gora bavê xwe bigirîm û bilewbînim" û wiha axivî: "Me gelek êş kişand, van êşan dilê me reş kirin. Van êşan dilê me şewitandin. Mirovên me şewitandin, bi tivigan gule li wan reşandin. Gunehê me çi bû; gunehê me ew bû ku em Kirmanc bûn. Em sirgûn kirin, vê jî têra wan kir, gundên me şewitandin, hilweşandin. Xwestin di rêya sirgûniyê de me tine bikin, lê nekarî bikin. Sûltana Baba, Elî Baba, Xizir alîkarî dan me."

Agar di navbera axaftina xwe de dilewbîne û dibêje, "Emrê min nêzî 90 e. Li vê cîhanê mirin heye, berî bimirim bi tenê daxwazeke min heye; Dixwazim biçim ser gora bavê xwe û li ser bigirîm. Dixwazim li ser gora bavê xwe Seyîd Riza bilewbînim. Ez hînê zarokek im, bila ev êş, dert, keser di dilê min de nemîne... Bila cihê gorên hemû mirovên bi bavê min re hatin qetilkirin were aşkerakirin. Agahiyên der heqê Terteleya 37-38'an bila êdî werin aşkerakirin."

'DIVÊ KOMÎSYON WERE AVAKIRIN'

Hasan Erdogan ê ji gundê Doganli yê Mazgîrtê ku di dema qirkirinê de sirgûnî Ûşakê hat kirin got, "Kalikê min Huseyîn Erdogan ê 85 salî û bavê min ê 33 salî Alî Riza Erdogan tevî komeke ji 70 kesî hatin qetilkirin. Qet ji bîra min naçe, dengê tivingên li ser hev gule direşandin... Ez êş û derdên me bi çi rengî bînim ser ziman... Em sirgûnî Ûşakê kirin, dûre li Ûşakê demeke dirêj man. Piştî ku efû derket em li cih û warên xwe vegeriyan. Zor û zehmetiyên me hînê dewam dikin."

Yemoş Guzel a balê dikşîne ser girîngiya Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan dibêje, "Ji dê, dapîr û kalikên xwe, me her tim ev êş û feryad bihîst. Ti dil nikare vê êşê rake. Ne tenê Elewiyan û Dêrsimiyan ev êş kişandin; tevahiya gelê herêmê ev êş kişand, jiya. Ji bo ronîbûna hemû êş û zilmên hatin kirin, divê komîsyona aşkerakirina heqîqetan were avakirin û ji Dêrsimê dest bi kar bike. Eger Tirkiye dewleta hiqûqê bûya wê hiqûqeke adîl hebûya û der heqê Dêrsim 38'an de wê ya pêwîst bihata kirin."

DAXWAZA RÛBIRÛBÛN Û LÊBORÎNÊ

Zana Zîrek jî dibêje, "Ev erdnîgarî xwe bi xwe vedibêje. Weke ciwan em li bendê ne dewlet gavekê biavêje. Divê gav bi awayekî cidî werin avêtin. Di sedsala 21'an de pêwîste li ser kuştina mirovan yanî li ser paşverûtiyê neyê axivîn, li ser avakirina pêşeroja ronî axaftin were kirin. Ya rast em tiştekî mezin û zêde ji dewletê hêvî nakin; bi tenê em li bendê ne heqîqet derkevin holê. Em li bendê ne êş û keserên beriya sed salî rû dan, bên aşkerakirin."

Mahsûn Gez bibîr xist ku li her devera Kurdistanê hestiyên mirovên hatine qetilkirin derketine holê û ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze û bi vê re rûbirû bibe. Gez dibêje, "Divê rûbirûbûn bi Qirkirina Dêrsimê re bê kirin û arşîv werin vekirin. Pêwîste cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin aşkerakirin."

'AKP Û CHP MIJÛL DIKIN'

Li gundê Seka Sure ya navçey Xozadê, di xebatên kolandinê yên 15'ê Nîsanê de 12 hestiyê tasa serê mirov, bi sedan hestî, eşyayên şexsî û 2 morên keya hatibûn dîtin. Ji gundê Seka Sure Dêrsim Coşkûn jî anî ziman ku nêzîkatiya li Dêrsimê di ser hesabê hilbijartinê re dibe û got, "Li Dêrsimê ku ji bo Elewiyan jiyanî ye, hikûmeta AKP'ê hin polîtîka meşand. Heman lîstika mijûlkirinê CHP'ê li hemberî Dêrsimî û Elewiyan pêk anî."

Coşkûn di dewama axaftina xwe de got, "Çawa ku lîstika mijûlkirinê ya CHP'ê bi ser neket, lîstika mijûlkirinê ya AKP'ê ji CHP'ê dewir girtiye wê bi ser nekeve. Divê kiryarên Roboskî werin aşkerakirin û nebe mîna êşên beriya sed salî rû dan."