KCK: Wê tevayî provokasyon vala bên derxistin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku AKP’ya HDP’ê wek dijmin dibîne mimkun e her cure provokasyonan pêk bîne û hat gotin ku wê firsendê nedin ti provokasyonan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku AKP’ya HDP’ê wek dijmin dibîne mimkun e her cure provokasyonan pêk bîne û hat gotin ku wê firsendê nedin ti provokasyonan.  KCK’ê got: "Her ku hilbijartin nêz dibin, her hêz û derdora di serketina HDP’ê de têkçûna xwe dibîne mimkun e bikeve nav tevgerê û provokasyonan pêk bîne. Bi taybet dema dijmintiya hikûmeta AKP’ê ya li hember HDP’ê li ber çavan bê girtin li hember îxtîmala ku rêxistinên îstîxbaratê û hêzên AKP bi wan re di nav têkiliyan de ye provokasyonan pêk bînin, pêwîst e hemû hêzên demokrasiyê hişyar bin. Mirov hem neyê provokasyonan û hem jî li hember hêzên provokasyonan hişyar be û bi hêza gel raweste girîng e.

Li hember îradeya azadî û demokrasiyê ya gel wê hemû provokasyon vala derkevin, wê hêzên demokrasiyê qezenç bikin, Tirkiye û Kurdistan bi modela neteweya demokratîk wê bibin navenda jiyana azadî û demokrasiyê ya Rojhilata Navîn.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê diyar kir Tirkiye di pêvajoyeke hilbijartinê re derbas dibe û got: “Raya giştî, her kêlî bi tirsa ku wê provokasyonek rû bide dijî. Tê fikirîn ku AKP ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêle wê provokasyonan pêk bîne û şovenîzmê sor bike. Li Kurdistanê leşker û polîs ku di nav provokasyon û êrîşan de ne, li Tirkiyeyê jî  bang li hestên neteweperest dikin û şovenîzmê sor dikin.”

‘MIMKUN E AKP HER CURE PROVOKASYONAN PÊK BÎNE’

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Yek ji sedemên AKP evqasî diçe ser HDP’ê ev e ku, HDP’ê di bin bendê de bihêle, sedema duyemîn jî şovenîzmê sor bike û dengên neteweperest zêde bike. Ev  li her cihê û her dem li hundir û derve bi afirandina aloziyê tê kirin. Wek tê zanîn dewleta Tirk kîjan partî di desthilat be bila be, 30 sal in li hember Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgerên demokratîk ên Kurd gel sor kiriye û şovenîzm bilind kiriye. Ji ber vê sedemê li hember Kurdan û hêzên demokrasiyê komên hatine sorkirin û sedan êrîş pêk anîne. Niha vê AKP bi qasî di ti deman de çênebûye aşkera dike. Wisa ye ku HDP’ê li hember Tirkiyeyê wek tehdîd û tehlûke dibîne û dike hedef. Li gor AKP’ê dijminê herî mezin HDP ye. Jixwe dibêje, “projeyeke derve ye” û di asta dijminê herî bi tehlûke dike hedef. Eger HDP wiha bê dîtin mimkun e AKP her cure provokasyonan pêk bîne. Ji ber ku derbaskirina bendê ya HDP’ê yan jî kêmbûna dengên xwe wek encameke hilbijartina demokratîk nabîne. Ji bo xwe wek mirinê dibîne. Ji ber vê jî bi afirandina alozî û pevçûnan zimanekî sorker provokatîf ê dengên HDP’ê kêm bike bi kar tîne; polîtîkaya xwe ya bi pevçûn a aloziyê diafirîne bi israr didomîne.

Li Tirkiyeyê berdevkên partiyeke ji sedî zêdetir deng wergirtine ku Kurd û hêzên demokrasiyê wek dijmin dibînin tiştek jê tehlûketir nîne. Eger vî zimanî heta niha şerê navxweyî neafirandiye, yê ev çêkiriye gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ne yên bi berpirsyar tevgeriyane û xwe ji belayê dûr girtine. Lê belê hikûmeta AKP’ê bi ser  gelê Kurd û hêzên demokrasiyê de diçe. Herî dawî li Mûşê ku polîs û leşkeran êrîşî cenazeyê gerîlayekî kirin îspata wê ya herî berbiçav e. Leşker û polîsên AKP’ê ne tenê li Mûşê li Colemêrgê jî ev kirine.”

HÊZÊN GERÎLA BI RI AWAYÎ WÊ DI NAV ÇALAKIYAN DE CIH NEGIRIN’

KCK’ê wiha dewam kir:

Tevî ku leşker û polîs her roj zextan li gel dikin û gel tehdîd dikin, AKP’ya HDP’ê sûcdar dike, ji bo nixûmandina van zextan e. Yek dizê bêşerm dixwaze di bin zextan de bihêle û gel bêdeng bike.

Pêwîst e her kes vê zanibe ku, ne HPG ne jî ti hêzên girêdayî Tevgera Azadiyê di vê pêvajoya hilbijartinan de kesek tehdîd nekirine û wê nekin jî. Tevgera Azadiyê ya Kurd û HPG’ê jî desteserkirina leşkerekî yê li Mûşê qebûl nekiriye, wek bûyereke ku AKP bingehan ji provokasyonan re amade dike nirxand. Wek Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê jî aşkera kir, hêzên gerîla di pêvajoya hilbijartinan de wê ne di nav tevgerê de be û di nav çalakiyan de cih negire. Tenê di rewşên qesta can û tehdîda mirinê de wê xwe diparêze. Gerîla wê ji qadên leşker, jenderme û polîsan dûr bisekine, wê firsendê nede provokasyonên AKP’ê. Pêwîst e tevayî gelê me û raya giştî vê rastiyê zanibe.

Tevgera me ya azadiyê timî bangên hestyariyê kiriye û bal kişandiye ser provokasyonên AKP’ê. Xwestiye ji helwestên zemînan ji provokasyonên bi vî awayî re çêdikin xwe dûr bigirin. HDP’ê jî timî banga hestyariyê kiriye, banga xwedûrgirtina ji alozî û pevçûnan kiriye. Vê jî lîstikên AKP’ê yên afirandina alozî û pevçûnên beriya hilbijartinê vala derxistiye.

AKP ku hewl dide bombekirina buroyên HDP’ê yên li Mersîn û Edeneyê biavêje ser DHKP-C’ê ji ber dixwaze rûyê xwe yê rast veşêre. HDP’ê ku got têkiliya bersûcê bombekirinan bi DAIŞ’ê re heye bal dikişîne. Ji ber dema li Tirkiyeyê HDP hilbijartinan qezenç bike, wê ev bê wateya ku modela neteweya demokratîk qezenç bike. Ev jî wê bê wateya ku ne tenê AKP, li Rojhilata Navîn DAIŞ û tevayî zîhniyetên yekperest ên wek AKP’ê têk biçin. Lewma di atmosfereke ku AKP timî HDP’ê dike hedef, DAIŞ’a destekvanê herî mezin a AKP’ê û qedera wan girêdayî hev in ku çalakiyek wiha pêk aniye rewşeke tê fêmkirin.

PÊWÎST E TEVAYÎ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HESTYAR Û BALDAR BIN’

Her ku hilbijartin nêz dibin, her hêz û derdora di serketina HDP’ê de têkçûna xwe dibîne mimkun e bikeve nav tevgerê û provokasyonan pêk bîne. Bi taybet dema dijmintiya hikûmeta AKP’ê ya li hember HDP’ê li ber çavan bê girtin li hember îxtîmala ku rêxistinên îstîxbaratê û hêzên AKP bi wan re di nav têkiliyan de ye provokasyonan pêk bînin, pêwîst e hemû hêzên demokrasiyê hişyar bin. Mirov hem neyê provokasyonan û hem jî li hember hêzên provokasyonan hişyar be û bi hêza gel raweste girîng e.

Li hember îradeya azadî û demokrasiyê ya gel wê hemû provokasyon vala derkevin, wê hêzên demokrasiyê qezenç bikin, Tirkiye û Kurdistan bi modela neteweya demokratîk wê bibin navenda jiyana azadî û demokrasiyê ya Rojhilata Navîn.”

 

 

.