KCK şehîdên Sêwas û Çorûmê bi bîr anî

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê kesên di Tîrmeha 1980’î de li Çorûmê û 2'ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Komîteya Gelan û Baweriyan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir êşa komkujiyên dewleta Tirk ên bi ser gelên ku xwedî baweriya elewî ye di Tîrmeha 1980’î de li Çorûmê û 2’ê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê pêk anî di bîra mirov de bi bîranîna xwe ya zindî hê jî didome. Komîteyê di serî de elewî bang li demokrat û welatperwerên Tirkiyê û Kurdistanê kir ku bi awayekî  bêhtir rêxistinbûyî û bi tevlîbûneke xurt ji bîranîna şehîdan re bibin bersiv.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê polîtîkayên zextê yên ji damezîrana komarê ve ku li ser elewiyan tê sepandin bi bîr xist û diyar kir, piştî ku di salên 90’î de elewî bi girseyî tevlî nav qada siyasî bûn û ketin nav têkoşînê dewletê bi polîtîkayên komkujiyê zext û zordarî zêde kiriye: "Ev têkoşîna xweparastinê û berxwedanê di salên 90’î de bêhtir bi girseyî bû û gihaşte rêxistinbûyineke xurt. Ev encama ku tê wê wateyê elewî li bawerî û nirxên xwe xwedî derketine, ji geşedanên ku Tevgera Azadiyê Kurdistanê li Tirkiyê û Kurdistanê pêk aniye hem hêz girtiye û hem jî hatiye asteke wiha ku hêzê jî bide. Piştî salên 1990’î elewî bûne hêzeke girîng a demokrasiyê. Dewletê daxwazên civaka elewî ku li ser zemîna siyaseta demokratîk anî zimên nas nekiriye û di 2’ê Tîrmehê sala 1993’an bi komkujiya Sêwasê bersiv daye. Bi komkujiya Sêwasê derketiye holê ku dewleta ji xwe re komara laîk dibêje çawa li daxwazên demokratîk ên gelan û baweriyan dinere."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser wê ku polîtîkayên komkujiyê yên dewletê weke polîtîkayeke resmî bi awayekî sîstematîk li ser wlewiyan tê meşandin û CHP weke dûvelinga polîtîkayên dewletê ev komkujî rewa dîtiye: "Di dîroka komarê de ji hemû komkujiyên bi ser elewiyan de berpirsê sereke CHP yan jî parçeyên dûvelinga vê kevneşopiyê ne. Ji bo vê jî di serî de şehîdên Çorûm û Sêwasê ji komkujiyên bi ser elewiyan de dersa herî girîng a ku wê ji kesên ku jiyana xwe ji dest dayin were girtin ew e ku, elewî, dewleta ku ji xwe re komara demokratîk dibêje û avaniyên ku rûyên wê yên siyasî ne baş nas bike."

Di daxuyaniya Komîteyê de hate gotin dewleta komara Tirk bi AKP’ê re zimanekî nû yê siyasî bi kar aniye û bi vê maskeyeke nû daye ber rûye xwe û hate kirpandin ku di polîtîkayên CHP’ê û AKP’ê de Elewî tine têne hesibandin.

Daxuyanî wiha berdewam kir: "Her çendî di nav de beşên çepgir û demokratîk hebin jî li ba dewletê ku em rûyê wê yê siyasî weke CHP dibînin, Elewî civak û baweriyeke ji tine ve tê hesibandin û dikare were gorîkirin ji bo polîtîkayên neteweperest û laîk. Di çav dewleta ku weke AKP tê binavkirin de jî elewî weke kesên derî dîn û divê werin ser rê têne dîtin. Elewî bi nirxên xwe nayên qebûlkirin dixwazin wan ber bi hundirê dewletê ve bikişînin û wan ji bawerî û nirxên çandî qut bikin. Di roja me ya îroyîn de bawerî û çanda elewî di bin êrîşa vê hişmendiya dewletê de ye. Dewleta ku maskeya xwe guhertiye taktîka bi ser elewiyan de ya bi destê AKP’ê taktîka êrîşê awiqadin, xapandin û ev nebe jî bi dabeşkirin û parçekirinê wan bi xwe ve girêbide. Tam weke êrîşa bi ser daxwazên demokratîk ên Kurdan de pêk tînin, di êrîş û kemînên bi ser Elewiyan de jî rêveberiya navendî ya CHP’ê û AKP’ê bi hev re tevdigerin."

Komîteyê bal kişande ser wê ku, "di van rojên ku em hem komkujiya Çorûmê û ya Otêla Madimakê ya Sêwasê bi bîr tînin elewî bi konsepteke nû ya êrîşê re hevrû ne" û wiha pê de çû: "Weke ku di gefa li ser Elewiyan a Erdogan a bi hênceta protestoyên girseyî û di êrîşên DAIŞ’ê de yên ku bi destên AKP’ê têne kirin, tê dîtin ku elewî û hemû beşên demokratîk bi pêleke êrîşê ya nû re hevrû ne. Bi qutebirî dewleta Tirk, weke DAIŞ’ê bi şewitanin û kavilkirina bajarên Kurdan a bi destê AKP’ê nîşan dide bê ka êrîşa bi ser gelan û baweriyan de wê bi çi rengî be."

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bangawazî kir ku elewî di nav bloka demokrasiyê de bi awayekî çalaktir têbikoşin û xweparastina xwe xurt bikin: "Elewî jî weke Kurdan di bin gefa komkujî û koçberkirinê de ne. Elewî êrîşeke bi vî rengî tenê bi awayekî xurt bi tevlîbûna nav têkoşîna azadî û demokrasiyê asteng bikin. Elewî encex bi xwe qevastina gotinên ku heya niha dikirin û çalakiyên ku pêk dianîn, bi şêwaz û hişmendiyeke nû ya têkoşînê dikarin xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin. Êrîşa komara Kemalîst ku veguheriye AKP û ziman û rûpoşa xwe guherandiye, ên bi ser gelan û baweriyan de, ne pêkan e ku bi rêxistinbûyin, hişmendî, têkoşîn û taktîkên berê were şikandin. Bêyî derbasbûna ji sînorên legal, bêyî ku zor li van sînoran were kirin bi civakiya sivîl a hînbûyî êdî parastin nikare were kirin û hebûn nikare were domandin.

Ji bo ku careke din Çorûm, Sêwas û Mereşên din pêk neyên divê lîstikên dewletê yên ku wan diawiqînin, wan bendewa dikin û ji hev belawela dikin pûç bikin, xwe ji dewletê dûr bixin û rêxistinbûyina xwe xurt bikin û yekîtiya xwe domdar bikin. Bi vê baweriyê şehîdên têkoşîna demokrasiyê ya 2’ê Tîrmehê em careke din bi bîr tînin û bang dikin ku her kesê xwedî wijdan têkoşîna gelan a demokratîk di têkoşîna azadiya Kurdistanê de ya ku wê faşîzma AKP’ê têk bibe, mezin bikin."