KCK: Newroza 2017’an nîşanî her kesî da ku vîna azadiyê nayê şikandin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Gelê me di Newroza 2017’an de ji her kesî re nîşan da ku, vîna azadî û demokrasiyê nayê şikandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê gelê ku beşdarî Newrozê bûn silav kir û got, “Êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku ev serê 2 salan e didomînin, di Newroza 2017’an de ji aliyê gelê me ve hate şikenandin. Di vê Newrozê de em bi rêzdarî hemû mirovên demokrat û welatparêz û gelê xwe silav dikin. Em sersaxiyê ji malbata ciwanê bi navê Kemal Kurkut dixwazin yê ku dema diçû Newroz hate qetilkirin.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyar kirin:

Di şexsê gelê Amed û Cizîrê de gelê me di Newroza 2017’an de nîşanî hemû dost û dijminan da ku vîna azadî û demokrasiyê nayê şikenandin. Careke din hate îspat kirin ku, gelê Newrozê têk naçe. Bi vîna ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ berxwedaneke dîrokî derket holê ya ku dê vîna mêtingeriya qirker bişikîne. Di salên 1990’î de serhildanên ku wekî serhildanên berxwedanê derketin holê, bi Newroza 2017’an re jî derket holê ku rizgarî nêz e.

Şoreşa demokratîk, civakî, çandî û neteweyî ya ku bi têkoşîna azadiyê û serhildanan pêk hatiye, daxwazeke mezin a azadiyê û vîna demokratîk derxistiye holê. Bi giyanê Newrozê re rastiya gelekî hatiye afirandin a ku li hemberî zilm û koledariyê stûyê xwe xwar nake. Vê rastiya gel di Newroza 2017’an de bi awayê herî xurt xwe derxistiye holê. Gelê Newrozê yê ku di Newroza 2017’an de sîleyeke giran daweşand zilmê, îddîaya pêşengiya ku gelê Tirkiyeye û yên Rojhilata Navîn a ji bo jiyana azad û demokratîk careke din derxistiye holê.

WÊ TOFANA ‘NA’YÊ BI SER BIKEVE

Di Newroza 2017’an de plana wan a hilweşandinê hatiye hilweşandin. Bi vê re ev tişt jî derketiye holê ku dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê jî nêz e yên ku li pêşiya jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê asteng in. Newroza 2017’an nîşan daye ku wê rêveberiya faşîst a  makezagona 12’ê Rezberê neyê nas kirin û guherînên vê makezagonê ne meşrû ne. Ji Kurdistanê hate dest pê kirin ku wê tofana ‘Na’yê bi ser bikeve û ‘Erê’ têk biçe, hat afirandin.

Newroza 2017’an plana hilweşandinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşand û nokeriya ku xwe bi desthilatdariyê dizeliqîne jî têk bir. Bi vê desthilatdariyê re noker û alîgirên wan jî têk çûn.

Em li hemberî vîna azadiyê ya gelê xwe yê ku xwedîtî li nirxên bi salan kir û li qadan qîriyan gotin ‘Bijî Serok Apo’ û ‘PKK gel e, gel li vir e’ bi rêzdarî kemberbest dibin, em soza xwe dubare dikin ya ku em ê hesreta gelê xwe yê ya ji bo azadî û demokrasiyê bi bîryardariya ‘em ê teqez bi ser bikevin’ bigihînin serfiraziyê.”