KCK: Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedan!

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li her derê dijminahiya Kurdan dike û got; “Divê tevahî Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanê bi pê bixe; Kurdên li her deverên cihanî jî ji bo destekkirinê rabin ser piyan.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li her derê dijminahiya xwe ya bi Kurdan datîne holê û got; “Li Bakurê Kurdistanê şerê qirkirinê li qadê bi şax dikin, li Sûriyeyê jî ji bo pêşî li mafên demokratîk ên bingehîn ên Kurdan bê girtin êrîş hatine girankirin. Di êrîşan de li cem gelek sivîlan, 16 şervanên Ceyş El Suwarê jî jiyana xwe ji dest dane. Tirkiye bi van êrîşan ve careke din eşkere kiriye ku li rex çeteyên girêdayî wê û DAÎŞ’ê li dijî Kurdan şer dike. Êdî wek pêwîstiyek derketiye holê ku hêzên şoreşger ên heta niha bi sebir nêzî êrîşan bûne bersivê bidin van êrîşan û têbikoşin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk li her derê li dijî Kurdan êrîşên xwe zêde kirine û wiha dewam kir; “Neqebûlkirina hevpeymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe jî ji ber polîtîkaya wê ya qirkirinê ye. Desthilatdariya AKP’ê, 30’ê Cotmeha 2014’an di Desteya Ewlehiya Mîllî de biryara li her şikandina hêza Kurdan girtiye û niha jî ev veguheziye derveyî Tirkiyeyê. Hem bi dijminahiya Kurdan hem jî bi polîtîkaya mezhebparêz bûye berpirsê esasî yê şerê li Rojhilata Navîn û kaosê. Şefê faşîst ê desthilatdariya AKP’ê Tayyîp Erdogan bi Stratejiya xwe ya Muxaleya Pêşîgirtinê, li Rojhilata Navîn li dijî her hêza ku serî li ber polîtîkayên wî natewîne şer daye destpêkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan;

“Desthilatdariya AKP’ê ji bo Şoreşa Rojava bifetisîne destek daye DAÎŞ’ê  û bûye sedema kuştina bi hezaran mirovî. Yek ji berpirsên esasî yê ku şerê li Sûriyeyê wisa giran û qirêj kiriye jî Tirkiye ye. Beriya niha Tirkiyeyê hewl dida bi rêka çeteyan di siyaseta Sûriye û Rojhilata Navîn de bi bandor be û Şoreşa Rojava bitepisîne, lê niha bi xwe yekser ketiye nav. Êrîşa bi balafirên şer û topbaranê ya ku li dijî şoreşgerên herêma xweser a Efrînê ya li Bakurê Sûriyeyê pêk tîne jî îfadeya vê ye.

Dewleta Tirk bi vê polîtîkaya xwe ve ne tenê Kurdan, gelên Sûriyeyê jî digire li dijî xwe. Êdî li Sûriyeyê pêvajoyek şerekî nû dest pê kiriye. Li Sûriiyeyê li gel Kurdan, wê tevahî gelên Sûriyeyê û hêzên demokrasiyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê di eniyek hevpar de rawestin. Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê wê berxwedana Sûriyeya demokratîk deynin holê. Wê li dijî polîtîkaya mudaxeleya pêşîgirtinê ya desthilatdariya AKP’ê eniya yekem a berxwedanê saz bikin.

Çawa ku gelê Kurd  û Tevgera Azadiyê li dijî êrîşên DAÎŞ’ê li cem gelê Rojava û hêzên şoreşger cih girt, li dijî êrîşên yekser ên Tirkiyeyê jî wê li cem Şoreşgerên Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk cihê xwe bigire. Li dijî dagirkerî û êrîşên Tirkiyeyê em bang li gelê li Bakur, Başûr, Rojhilat û li her derê Kurdistanê dikin ku li gel Şoreşgerên Rojava û Hêzên Bakurê Sûriyeyê cih bigirin.

Dewleta Tirk ne tenê êrîşî gelê Kurd ê li Rojav dike; li Başûrê Kurdistanê jî wek hêzek dagirker dijminahiya Kurdan dike. Bi israra ketina Mûsilê ve dixwaze destpêkê Şengalê, piştre jî êrîşî Qendîlê bike. Eger Tevgera Azadiya Kurd lewaz bike, hedef dike ku li Başûrê Kurdistanê hêza xwe zêde bike û Başûrê Kurdistanê bike parçeyek ji polîtîkayên xwe yên mêtinger qirker. Ji ber li her derê dijminahiya xwe ya bi Kurdan re daniye holê, êdî bûye neçariyek ku tevahî Kurd li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê li her derê têkoşîna hevpar bimeşînin. Wek li Rojava û Sûriyeyê divê li Başûrê Kurdistanê û Îraqê jî tevahî Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanê pêş bixin; Kurdên li her derê cîhanê jî divê ji bo desteka vê berxwedanê rabin ser piyan.”