KCK: Ji bo tinekirina zîhniyeta qirkirinê têkoşîna mezin

KCK’ê têkildarî salvegera Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyek da û diyar kir ku tinekirina tevayî pêkanîn û zemîna zîhniyeta komkujer û qirker, têkoşîna ji bo mayîndekirina pêşerojeke azad û demokratîk hîna peywira herî sereke ye.

KCK’ê têkildarî salvegera Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyek da û diyar kir ku tinekirina tevayî pêkanîn û zemîna zîhniyeta komkujer û qirker, têkoşîna ji bo mayîndekirina pêşerojeke azad û demokratîk hîna peywira herî sereke ye û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku di vê salvegera qirkirin û komkujiya Dêrsimê de, li ser esasê serketinê, bi awayekî xurt û mezin têbikoşin.”

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê bibin parçeyekî girîng ê vê têkoşînê û wiha got: “Di serî de Dêrsim û hemû gelê me, divê van rastiyan bibînin û hilbijartinan wek qonaxeke girîng a mayînde û bi kok a têkoşînê bibînin, peywirê bigirin ser xwe. Em bang li hemû kesên ku li aliyê azadî, demokrasî û aştiyê ne, dikin ku di vê salvegera qirkirin û komkujiya Dêrsimê de li ser esasê serketinê bi awayekî xurt û mezin têbikoşin”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di ser komkujî û qirkirina Dêrsimê ya 1937-38’an de 78 sal derbas bûye û wiha pê de çû: “Em di vê salvegerê de di şexsê pêşengên berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza, Elîşer, Zerîfe, Besê û Şahan Axa de hemû şehîdên berxwedana Dêrsimê bibîr tînin. Têkoşîna berxwedana me her tim ji berxwedana Dêrsimê feyz girtiye. Ev têkoşîn, li gor dilsoziya vê berxwedanê, wek peywireke mezin a pêşxistî dîtiye. Dema Seyîd Riza çû sêdarê ji bo ciwanê Kurd bangek û têkoşînek wek wesiyet hişt. Me wek tevgera azadiyê ev wek talîmat dît, di pêkanîna ku çi hewce be de, ti car xwe şûnde neavêt û em ê şûnde nemînin jî.

Gotina Dr. Nûrî Dêrsimî ya 'Eniya Kurdan, mîna sertarên heşmetîn ên warê Kurdan, her tim serbilind bûye û li pêşiya ti fatîhî serê xwe netewandiye. Heqîqeta jîndariya Kurdan, heqîqeta ku di roja îro de jî ji ya xwe şaş nabe ye', weke gelê Kurd wê ji bo pêşeroj û rojên demokratîk û azad her tim û li her cihî bibe heqîqeta em ji xwe re esas bigirin.

PKK’Ê JI BERXWEDANA DÊRSIMÊ DERSÊN MEZIN DERXIST Û TÊKOŞÎN MEŞAND

KCK’ê da zanîn ku PKK’ê, bidawîkirina rastiya qirkirin û komkujiyên ku mêtingeriyê li Kurdistanê pêk anîne û afirandina pêşeroja azad a gelê me, wek ferza dîroka berxwedana Kurdistan û berdewama wê dîtiye û wiha hat gotin:

“Ji rastiya berxwedana Dêrsimê ya ku berxwedana herî dawî ye, li ser van esasan ku dersan derxîne, têkoşîna xwe meşandiye. Li pêşiya têkoşîna azadkirina Kurdistanê ku di bin qirkirin û tinekirina çandî, di warê leşkerî û siyasî de dagirkirinê de ye, di astengî nas nekiriye. Dawî li domandina qirkirin, wêrankirin, dagirkirinên li ser bingeha tinekirina Kurd û Kurdistanê de, anîne.

HÎNA RÎSKÊN MEZIN HENE Û TÊKOŞÎNA MEZIN HEWCE YE

Ji şikandina têkoşîna berxwedana Dêrsimê û şehadeta Seyîd Riza, Elîşêr, Zerîfe, Besê û Şahan Axa jî dersên mezin hatine derxistin. Bi zanebûna ku têkoşîna li Kurdistanê tê meşandin her tim di bin rîska mezin de ye, têkoşîna herî mezin li dijî îxanetê meşandiye. Kurdên ku hatin înkarkirin, asîmîlekirin, ji ziman, çand û koka xwe hat qûtkirin û ji hev re hatin biyanîkirin, ji nû ve li ser kokên xwe, xwe afirandin. Eniya gelê Kurd êdî wek lûtkeyên bi heybet ên welatê wê bilind û bi rûmet e. Bi hemû Kurd û gelên bindest re, di asteke bi hişmend û zane ya ku dikare ji jiyan û jiyandinê re pêşengiyê bike de ye.

Lê hîna jî aşkera ye ku rîskên mezin hene û têkoşînek mezin ferz e. Dewleta Tirk, di şexsê hikûmeta AKP’ê de hîna polîtîkayên înkar û redê didomîne. Di serî de Dêrsimî û Elewî, hemû çepgir, sosyalîst-şoreşger, ronakbîr û gelê me divê bizane ku, ger derfet bê dayîn, hîna zemîna komkujî û qirkirinên nû nehatine ziwakirin. Tinekirina tevayî pêkanîn û zemîna zîhniyeta komkujer û qirker, têkoşîna ji bo mayîndekirina pêşerojeke azad û demokratîk hîna peywira herî sereke ye

HILBIJARINÊN 7’Ê HEZÎRANÊ PARÇEYEK GIRÎNG A TÊKOŞÎNÊ YE

Divê hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê bibin parçeyekî girîng ê vê têkoşînê . Di serî de Dêrsim û hemû gelê me, van rastiyan bibînin û hilbijartinan wek qonaxeke girîng ya mayînde û bi kok a têkoşînê bibîne, peywirê bigire ser xwe. Em bang li hemû kesên ku li aliyê azadî, demokrasî û aştiyê ne dikin ku di vê salvegera qirkirin û komkujiya Dêrsimê de li ser esasê serketinê de, bi awayekî xurt û mezin têbikoşin.”