KCK: Heta ku CPT daxuyaniyê bide û parêzer biçin dîtina Rêber Apo, divê çalakî nesekinin!

KCK'ê diyar kir ku sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê gihîştiye asteke nû û bang li her kesî kir ku heta CPT daxuyaniyê bide û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê û çalakiyên xurt bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Parêzerên Rêber Apo ragihandin ku li gorî agahiyên gihîştine wan, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di serdana Îmraliyê ya Îlona 2022'an de bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye, ji ber vê yekê jî fikar zêde bûne. Daxuyaniya parêzerên Rêber Apo nîşan dide ku CPT bi Rêber Apo re ti hevdîtin nekiriye, tevî vê yekê jî weke ku hevdîtin hatiye kirin pêşkêşî raya giştî kiriye.

'HELWESTA CPT NÎŞANEYA REWŞEKE NÛ YE

Ev helwesta CPT asta sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û nêzîkatiya li Rêber Apo nîşan dide. Tevî ku yekemcar bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin jî, weke ku hevdîtin hatiye kirin hewl dane nîşan bidin û gelê Kurd û raya giştî bixapînin. Ev rewş nabe ku ji rêzê bê dîtin û divê ji rêzê neyê dîtin. Tevî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê giran bûye û agahîwernegirtina ji Rêber Apo, ev helwesta CPT bûye sedem ku mijara tenduristî û jiyana Rêber Apo gihîştiye qonaxeke metirsîdar. Ev yek rewşeke nû ye ku gihîştiye asta tehlûkeyê.

SÎSTEMA ÊŞKENCE Û TECRÎDÊ GIHÎŞTIYE QONAXEKE NÛ

Rêber Apo 24 sal in li Îmraliyê di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê de tê hiştin. Rêber Apo ji ber ku dest ji doza azadiyê ya gelê Kurd bernade û di jiyana bi hev re ya gelan de israr dike, di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê de tê hiştin. Ji xwe ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bê tasfiyekirin û Kurd bêne qirkirin, Rêber Apo bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û li nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hate bicihikrin. Lê belê Rêber Apo 24 sal in li dijî vê sîstema tecrîd û êşkenceyê li ber xwe dide. Ev helwesta berxwedanê ya Rêber Apo bi navê îradeya jiyana bi hev re ya gelan û azadiya gelê Kurd tê nîşandan. Gelê Kurd jî ji destpêkê ve ev rastî gelekî baş fêhm kiriye û li gorî vê yekê nêzîk bûye. Diyar kir ku dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina wan e û jiyana azad jî tenê bi Rêberê azad re dibe, lewma bi xurtî xwedî li Rêber Apo derket. Ev helwesta gelê Kurdistanê yê welatparêz, bû hêmanê esasî yê pûçkirina armanca komploya navneteweyî ku bi sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dixwaze pêk bîne. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku nikare vê berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd bişikîne, agahîwergirtina ji Rêber Apo teqez asteng kir, CPT jî tevlî vê yekê kir û bi vî rengî sîstema tecrîd û êşkenceyê gihand asteke nû. Di vê qonaxê de divê bê gotin ku êdî tenduristî û jiyana Rêber Apo nediyar e, lewma ketiye nava tehlûkeyê. Jiyan û tenduristiya Rêber Apo êdî teqez di tehlûkeyê de ye. Helwesta ku CPT nîşan dide, bi rengekî şênber eşkere dike ku bi vî rengî ye. CPT li şûna ku bi berpirsyariya xwe ya rabe ya ku pêşî li êşkenceyê digire û mafên bingehîn diparêze; berevajî vê yekê tevdigere û bi helwesta xwe êşkence û tecrîdê erê dike, rewa dike. Ji aliyê gelê me û her kesî ve tê zanîn ku dema mijar Kurd û Rêber Apo be, CPT jî di nav de dewlet û saziyên Ewropayê bi durûtî û bêpîvan tevdigerin, exlaq û siyasetê dikin qurbanê berjewendiyan. Ev nêzîkatiya CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hemû saziyên Ewropayê yên pêwendîdar, tê wê wateyê ku bûne hevparê qirkirina Kurdan.

Ev nêzîkatiya Ewropayê û qaşo saziyên wan ên edalet û hiqûqê, ji bilî vê bi rengekî cuda nikare bê îzahkirin. Ji xwe sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li gorî sîstema Ewropayê hatiye avakirin. CPT jî li gorî nêzîkatiya Konseya Ewropayê û dewletên Ewropayê tevdigere. Dema ku Rêber Apo birin Îmraliyê, yên ku destpêkê ew pêşwazî kirin CPT bû. Lewma di sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û saziyên din ên Ewropayê xwedî berpirsyarî ne.

CPT RASTÎ VEŞARTIYE, DIVÊ GELÊ KURD HELWESTEKE XURT NÎŞAN BIDE

CPT ne tenê li ser çûyîna Îmraliyê daxuyanî neda, di heman demê de manîpulasyon kir û rastî veşart, rastî berevajî kir. Ev helwesta CPT ne ya qebûlkirinê ye û divê tavilê li ser rewşa li Îmraliyê, rewşa Rêber Apo daxuyaniyê bide. CPT û saziyên din ên Ewropayê ji rewşa Rêber Apo berpirsyar in. Nikarin ji vê berpirsyariya xwe birevin. Rêber Apo ku îradeya gelê Kurd temsîl dike, bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û li nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hate bicihkirin. Komploya navneteweyî destpêkê bi binpêkirina hiqûqa Ewropayê hate kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT berê neçar man ku li vê rastiyê mikur bên. Ragihandin ku Rêber Apo bi rengekî nehiqûqî hatiye cezakirin û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê êşkence ye. Lê belê ji ber ku Konseya Ewropayê û dewletên Ewropayê bi sîstema qirker û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst re li hev in, CPT û saziyên din xwedî li vê berpirsyariya xwe dernakevin û bi sîstema êşkenceyê re li hev dikin. Divê gelê Kurd zanibe ku CPT û saziyên Ewropayê jî tevlî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bûne û jiyana Rêber Apo êdî di metirsiyê de ye, lewma helwesteke xurt li dijî vê yekê nîşan bide. Dostên gelê Kurd jî divê bi helwesteke hîn xurtir xwedî li Rêber Apo derkevin, ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û bidawîkirina metirsiya li ser jiyana Rêber Apo bi gelê Kurd re tevbigerin. Divê CPT li ser rewşa Rêber Apo tavilê daxuyaniyê bide, serlêdana parêzerên Rêber Apo ya ji bo çûyîna Îmraliyê tavilê bi cih bê anîn û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Heta ku ev herdu daxwaz pêk werin divê çalakî dewam bikin û zêde bibin.

HETA KU CPT DAXUYANIYÊ BIDE, PARÊZER BI RÊBER APO RE HEVDÎTINÊ BIKE, DIVÊ ÇALAKÎ ZÊDE BIBIN

Gelê Kurdistanê êdî nikare hîn bêhtir xwe li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê rabigire. Gelê Kurd hebûna xwe heta niha bi berxwedan û têkoşînê parast. Çi bi dest xistibe bi têkoşîn û berxwedanê bi dest xistiye. Rêber Apo jî afirînerê vê têkoşîn û berxwedanê ye, li refên hreî pêş temsîla vê berxwedanê kiriye. Rêber Apo 24 sal in bi berxwedana lid ijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê nîşan da aku ew ê bi berxwedanê dest ji helwesta azadiyê bernede. Rêber Apo îradeya azad û hebûna gelê Kurd temsîl dike. Ev helwesta Rêber Apo tenê bi hilweşandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, bi helwesteke xurt û çalakiyên topyekûn dikare bi cih bê anîn. Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê, gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat divê helwesteke bi vî rengî nîşan bide, heta ku CPT daxuyaniyê bide û daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re pêk were, çalakiyan zêde bikin. Li Kurdistanê bi xwedîderketina li Rêber Apo, bi rabûne li ber sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê, helwesteke rast û bi wate dikare bê nîşandan. Dema ev neyê kirin ti wateya welatparêziyê, wateya qalkirina doza azadiyê ya gelê Kurdistanê namîne. Saziyên demokratîk, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên gelê Kurd girîng e bi vê berpirsyariyê tevbigerin û bi xurtî pêşengiyê ji çalakiyên li dijî tecrîdê re bikin. Ev yek şertê welatparêziyê ye, şertê pêşengiya gel e.

HER KESÊN ALÎGIRÊ DEMOKRASÎ, MAFÊN MIROVAN Û AZADIYÊ DIVÊ LI BER TECRÎDÊ RABIN

Têkoşîna demokratîkbûn û azadiya Tirkiyeyê jî tenê bi rabûna li ser sîstema êşkence û tecrîda li Îmraliyê dibe. Heta ku li ber tecrîdê ranebe li Tirkiyeyê kes nikare qala demokrasî, azadî, edaletê û têkoşîna ji bo van bike. Ji ber ku bi sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê ne tenê gelê Kurd di serî de gelên Tirkiyeyê îrade û azadiya gelên Rojhilata Navîn hemûyan tê tecrîdkirin. Divê bê zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst bi tecrîda giran ali Îmraliyê û şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurd li ser piyan dimîne. Daxwazên demokrasî û azadiyê ditepisîne û paşeroja Tirkiyeyê talan dike. Ev rastî her roj hinekî din şênber dibe. Lewma divê her kesên li Tirkiyeyê vê bi şênberî bibîne, ku tenê bi rabûna li ber sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, bi rabûna li ber qirkirina Kurdan pêşî li desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst dikare bê girtin. Bi vî rengî ev mejiyê faşîst ê dijminê gel û mirovahiyê dikare bê hilweşandin û li Tirkiyeyê pêşî li pêşketina demokratîk bê vekirin. Ji ber vê yekê gelên li Tirkiyeyê, saziyên demokrasiyê, her kesên alîgirê mafên mirovan û azadiyê divê li ber tecrîda li ser Rêber Apo rabin û bi gelê Kurd re bikevin nava liv û tevgerê.

Di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz, em bang li dostên gelê Kurd, her kesên alîgirê azadî, demokrasî û nirxên mirovahiyê dikin, ku li ber sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabin, li her derê li hev kom bibin û çalakiyên xurt bikin. Li her derê divê bi helwesteke xurt û bi biryar hewldan bê kirin. Heta ku CPT daxuyaniyê bide û parêzer karibin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, ev helwest divê dewam bike. Heta ku jiyana Rêber Apo di rewşeke nediyar û metirsîdar de be, divê kes nesekine. Divê her kes bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê."