KCK: Gelê Kurd mêtîngeriya qirker red kiriye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser encama referandûma serokatiyê ya 16'ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ev referandûm beriya 16'ê Nîsanê ne rewa bû, piştî 16'ê Nîsanê jî wê ne rewa be."

KCK'ê bal kişand ser dengên NA yên li Kurdistanê û got, "Bi vê referandûmê re bersiva pêwîst ji mêtîngeriya qirker re hatiye dayîn, ku der barê berxwedana xwerêveberiyê de kampanya reşkirinê dimeşand."

TIFAQA AKP-MHP'Ê WINDA KIRIYE

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hate gotin, "Di referandûmê de, ku di nava Rewşa Awarte û şert û mercên ne wekhev de hate kirin, desthilatdarî û tifaqa AKP-MHP'ê di asteke bilind de winda kirine, têk çûne. Yên bi ser ketine, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ne. Tevî mercên Rewşa Awarte, zext, zordarî, fêl û hîleyan jî di daxuyaniyên fermî de hate ragihandin ku rêjeya dengê Erê ji sedî 51 e. Ev yek mikurhatina wê yekê ye ku rêjeya dengê NA yê li gelemperiya Tirkiyeyê herî kêm ji sedî 55 e. Bi vekirina sindoqan re Ajansa Anadolû ya ser bi AKP'ê, rêjeya dengê Erê di asta ji sedî 65'an de nîşan da û bi vî rengî civak hînê Erê kir. Ev yek parçeyek ji hîleyên derxistina dengê Erê ji bo rêjeya ji sedî 51'ê. AKP'ê zû bi zû serketina xwe ragihand û bi vî awayî xwest pêşî li rastiya serketina NA bigire.

Tifaqa AKP-MHP'ê li her cihî bi gotina 'PKK di referandûmê de dibêje NA' dengê şovenîzmê li Tirkiyeyê bilind kir û bi vî rengî xwest dengê Erê zêde bike, lê ev taktîk û polîtîkaya faşîst a qirêj bi ser neket. Ji ber vê yekê, gelên Tirkiyeyê yên di referandûmê de gotine NA, bi ser ketine.

Li herêmên Marmara, Ege û Derya Spî, ku jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî ya Tirkiyeyê diyar dike, li hemû bajarên mezin ên mîna Enqereyê û li Kurdistanê dengê NA di asteke bilind de bi ser ket. Ev yek radixe pêş çavan ku desthilatdariya AKP-MHP'ê gelekî mezin winda kirine. Tevî vê têkçûna mezin a desthilatdariya AKP-MHP'ê, zelal bûye ku yên Tirkiye parçe kirine ew bi xwe ne. Li aliyê din, ti hêz an jî tifaqeke siyasî, eger di hilbijartinekê de li van herêman û bajarên mezin kêmî ji sedî 50'î dengan bi dest bixin, wê nikaribin li gelmeperiya Tirkiyeyê bibin desthilatdar. Hêzeke siyasî ya li Kurdistanê, li van herêman û li van bajaran winda kiriye ne dikare desthilatdariyeke rewa be, ne jî destûra wan a bingehîn a pêşkêşî referandûmê hatiye kirin rewa bê nîşandan. Li gorî vê encamê, destûra bingehîn a li Tirkiyeyê di meriyetê de ye û desthilatdariya heyî êdî ne rewa ne. Bi vê referandûmê re destûreke bingehîn û desthilatdariyeke ku vîna gelên Tirkiyeyê nîşan nadin, derketiye holê. Em gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, ku rê li ber vê encamê vekirin silav dikin. Li pêşberî gelên xwe yên ku li dijî her şêwe zext û zordariyan vîna xwe ya demokratîk nîşan dan, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

ENCAMÊN LI KURDISTANÊ

Di dewama daxuyanya KCK'ê de li ser encamên li Kurdistanê jî ev nirxandin hate kirin:

"Li Kurdistanê, ji Rewşa Awarte jî girantir, bi darbeyek faşîst zexteke giran li ser gel heye. Bajarên Kurdan hatin şewitandin, xerakirin û bi sedan sivîl hatin kuştin. Hemû siyasetmedar û hevşaredar hatin girtin. Dengdana li Kurdistanê, di nava şert û mercên ji yên Tirkiyeyê girantir de pêk hat. Di vê referandûmê de, ku piraniya siyasetmedarên Kurd hatin girtin, rêveberiyên HDP'ê yên hemû bajar û navçeyan hatin girtin, hemû kadroyên dikarîbûn kar bikin hatin girtin, strana HDP'ê ya referandûmê hate qedexekirin û bi her awayî hîle hate kirin, li bajar û navçeyên gelê Kurd ji sedî 65 heta ji sedî 85'an dengê NA hate dayîn. Ev yek rêje bû sîleyek û li rûyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ket. Gelê Kurd, ku di 8'ê Adarê û Newrozê de bersiveke bi heybet da êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê, di vê referandûmê de jî bi awayekî vekirî nîşan da ku ew destûra bingehîn a heyî û desthilatdariya rewa nabîne, nas nake.

Desthilatdariya AKP'ê û MÎT'ê bi rengekî sergirtî, hin Kurdên noker jî bi awayekî yekser gotin 'Ev referandûm Kurdan eleqedar nake' û bi vî awayî xwestin pêşî li dayîna dengê NA bigirin. Ev hewldana boykotê, di asta ji sedî 90'î de hat pûçkirin. Desthilatdariya AKP'ê û hêzên şerê taybet li dijî gelê Kurd dimeşînin, xwe spartin ji sedî 10 ê dengdêrên ku ji ber şewitandin û xerakirina bajaran, koçberî û zextên giran neçûn ser sindoqan û vê yekê weke kêmbûna rêjeya dengê HDP'ê jis edî 5 heta ji sedî 10'an li gorî hilbijartinên mercên asayî yên 7'ê Hezîranê dinirxînin. Ev nirxandin, ji bilî nixumandina têkçûna wan a li Kurdistanê, nayê ti wateyê.

GELÊ KURD MÊTÎNGERIYA QIRKER RED KIRIYE

Tevî hemû zext û êrîşên giran jî, li cihên berxwedana xwerêveberiyê, ji sedî 80'ê dengê NA hate dayîn. Ev yek bûye îspata wê yekê, ku gelê Kurd mêtîngeriya qirker red dike û di jiyana xweser de bi israr e. Gelê Cizîrê bi rêjeya ji sedî 80'î ya dengê NA, bersiv da komkujiyên li jêrzemînan û sekna xwe ya bêhempa ya Newrozê careke din nîşan da. Bi vê referandûmê re bersiva pêwîst ji mêtîngeriya qirker re hate dayîn, ku der heqê berxwedana xwerêveberiyê de kampanya reşkirinê dimeşand. Yên ku ço nîşanî Kurdan didan û zilm dikirin, çoyê gel li wan ket.

Gelê Kurd bi sekna xwe ya di referandûmê de, bersiv daye êrîşên li dijî HDP'ê û girtina hevşaredaran. Li gorî van encaman, eger hlibijartineke rêveberiya herêmî hatibûya kirin, wê hemû şaredariyên qeyûm lê hatine bicihkirin careke din ji aliyê welatparêzên Kurd ve bihatina qezençkirin. Bi vî rengî eşkere bû ku qeyûm zordarî û talanî ye.

Ne tenê li Kurdistanê, Kurdên li metropolan jî di referandûmê de dengê NA dan û di serketina gelê Kurd û hêzên demokrasiyê de bi roleke girîng rabûn. Metropolên ku dengê NA lê bi ser ket, di heman demê de ew bajar in ku Kurd lê zêde ne."

DENGÊ NA BI SER KET

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser fen û hîleyên dema hilbijartinê û hate destnîşankirin, ku mîna beriya 16'ê Nîsanê, pêvajoya piştî 16'ê Nîsanê jî ne rewa ye. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha dewam kir:

"Serketina dengê NA li Kurdistan û Tirkiyeyê, lazim e weke bersivek li nerewabûna pêvajoya amadekirina referandûmê û dengdanê were dîtin. Ev referandûm beriya 16'ê Nîsanê ne rewa bû, wê piştî 16'ê Nîsanê jî ne rewa be. Ji xwe bi hîle û gumaniya encamên referandûmê tê wê wateyê, ku guhertina destûra bingehîn di nava gelê Tirkiyeyê de hukmekî xwe nîne. Bi encama vê referandûmê re ne tenê guhertinên hatine kirin, her wiha destûra bingehîn bi temamî hukmê xwe winda kiriye û ketiye rewşeke dûrî ji aqil. Ji xwe, ji ber ku li Kurdistanê bi rêjeyek bilind dengê NA derket, destûra bingehîn mîna duh îro jî ji bo Kurdan ne rewa ye.

PÊWÎSTÎ BI HEVPARIYA GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HEYE

Encama vê referandûmê, erk û wezîfeyên girîng datîne ser milê Kurdan û gelên Tirkiyeyê. Vê refearndûmê îspat kiriye, eger gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi hev re tevbigerin wê bi ser bikevin. AKP di 7'ê Hezîranê de ji desthilatdariyê hatibûx istin. Tifaqa AKP-MHP'ê jî di refearndûmê de hat têkbirin. Ji ber ku hêzên demokrasiyê piştî 7'ê Hezîranê nekarî li hev bicivin, AKP'ê tifaq bi MHP'ê re kir, bi vî awayî darbe li encamên hilbijartinê kir û desthilatdariya xwe ya faşîst dewam kir. Dema ku serketina Kurdan û hêzên demokrasiyê ya 16'ê Nîsanê li ber çavan were girtin, hingî divê rastiya rêveberiya faşîst a ku bi guhertinê re dixwazin bi cih bikin, neyê qebûlkirin. Eger Kurdan û hêzên demokrasiyê di pratîkê de hevkarî kirin û serketineke mezin bi dest xistin, hingî bi avakirina yekîtiya hêza demokratîk û tifaqa demokratîk re dikarin desthilatdariya faşîst têk bibin. Ev yek îspat bûye. Ji ber vê yekê, hevkariya di pêvajoya referandûmê de pêk hat, pêwîste veguhere tevgereke demokrasiyê ku ev hevkarî bi tifaqên demokratîk û platforman mayînde bibe. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekê ye ku hêzên demokrasiyê di vê astê de hevkariyê dikin û vê yekê jî rê li ber serketineke mezin vekir. Lewma hêzên demokrasiyê yên Kurd jî di nav de divê hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dersê ji vê encamê derxînin, girîngiya afirandina tevgereke demokrasiyê ya hevpar bibînin û li gorî vê yekê tevbigerin.

WÊ ZEXT Û ÊRÎŞÊN XWE ZÊDETIR BIKIN

Gotinên beriya referandûma 16'ê Nîsanê, hîleyên di 16'ê Nîsanê de hatin girtin û israra Erdogan a di dewamkirina dîktatoriya faşîst de, nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP'ê wê zextên xwe yên li ser hêzên demokrasiyê û gelê Kurd ji niha û pê ve jî zêde bike. Ev rastî ferz dike, ku hêzên demokrasiyê hevkariya xwe xurt bikin, xwe bispêrin serketina 16'ê Nîsanê û têkoşîna li dijî vê desthilatdariya faşîst xurtir bikin. Eger li dijî tifaqa AKP-MHP'ê têkoşîn neyê dayîn, qadên siyasî, aborî, civakî, çandî, hiqûqî û hemû qadên din wê ji berê bêhtir bikevin nava rêxistineke faşîst û zext û zilma li hêzên demokrasiyê û gelê Kurd werin zêdekirin. Ji ber vê yekê, divê destûra bingehîn a heyî dûrî ji aqil û bê hukm bê dîtin, têkoşîna demokrasiyê bê xurtkirin û li ser bingeha destûra bingehîn a demokratîk pêvajoya afirandina Tirkiyeya demokratîk bê destpêkirin. Pêwîste pêvajoya piştî 16'ê Nîsanê veguhere serdemeke nû ya têkoşînê."