KCK: Em ji girtiyan dixwazin ku dest ji greva birçîbûnê berdin

KCK: Girtiyan bi çalakiyên xwe, têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê meşandin, xurtir kirine. Ji ber vê yekê pêwîstî pê nema ye ku ev berxwedan hîn bêhtir dewam bike.

KCK: Girtiyan bi çalakiyên xwe, têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê meşandin, xurtir kirine. Ji ber vê yekê pêwîstî pê nema ye ku ev berxwedan hîn bêhtir dewam bike. Em jî, gelê me jî di wê baweriyê de ne, ku mijarên ketine rojevê wê bên şopandin û têkoşîna di vî warî de bi rê û rêbazên cuda were dayîn. Bi vê bîr û baweriyê, em dixwazin dawî li greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger were anîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku girtiyên li zindanan ev 63 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne, ku ev yek rojiya mirinê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand, girtî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawîhatina li êrîşên faşîst ên li dijî gelê Kurd û rawestandina operasyonên qirkirina siyasî û zextên li zindanan dest bi berxwedanê kirine û got, "300 heval di rojiya mirinê ne û bi hezaran girtî jî bi rengekî dorveger di greva birçîbûnê de ne.

Ji ber dijminatiya li Kurdan a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ku bi pêkanînên Îmraliyê û hemû zindanan gelekî dijwar bû, girtî di vê astê de dest bi berxwedanê kirin. Mîna her serdema ku zextên li ser gelê me hatin zêdekirin, girtî di roja îro de jî li pêşberî zext û zordariyan bêdeng neman. Tevî ku emrê xwe dane têkoşîna azadiyê, bi berxwedana heta mirinê ya li dijî zextan, vîna xwe ya şoreşgerî nîşan dan. Gelê me jî weke her carê, li cem zarokên xwe yên şoreşger cih girt û destek da vê berxwedanê.

Bi berxwedana girtiyan û bi desteka gelê me û hêzên demokrasiyê re, tecrîda li Îmraliyê, zextên li girtîgehan, êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî siyaseta demokratîk û êrîşên faşîst ên li ser gel, ku sedema berxwedana girtiyên şoreşger e, bi têra xwe ketine rojevê û ev berxwedan gihîştiye armanca xwe. Bi vê çalakiya xwe re, têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê hîn xurtir kirine. Jİ ber vê yekê, pêwîstî pê nîne ku ev berxwedan bê dewamkirin. Em jî, gelê me jî di wê baweriyê de ne, ku mijarên ketine rojevê wê bên şopandin û têkoşîna di vî warî de bi rê û rêbazên cuda were dayîn. Bi vê bîr û baweriyê, em dixwazin dawî li greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger were anîn. Daxwazên berxwedêran bûne daxwazên Tevgera me ya Azadiyê, gelê me û raya giştî ya demokratîk. Ji bo rakirina zexta li hemû girtîgehan, bi taybetî ya li Îmraliyê, em ê ji niha û pê ve berpirsyariyên xwe hê bi hesasî bi cih bînin.

Pêkanînên li Îmraliyê û li zindanan, zextên li ser gelê me û siyaseta demokratîk, bi vê berxwedanê re hê bêhtir ketine rojevê û bûne malê raya giştî. Gelê me jî, raya giştî ya demokratîk jî, em ê jî mijarên ku berxwedêrên zindanan xistine rojevê bişopînin û di vî warî de bikevin nava hewldanan. Di vê çarçoveyê de, li gorî daxwazên ji gelê me û hêzên demokratîk hatin, divê ev çalakiya ku gihîştiye ber mirinê, tavilê bê qedandin.

Eger di van mijarên ketine rojevê de gaveke erênî neyê avêtin, berxwedêrên zindanan xwedî wê îradeyê ne ku eger pêwîstiyê pê bibînin di dema pêş de hê bi plan û rêxistinî çalakiyan lidar bixin. Li ser vê bingehê em berxwedêran carake din silav dikin û bîr û baweriya ku gihîştine armanca xwe bang li wan dikin ku dest ji çalakiyê berdin."