KCK’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir

KCK got: "Em bang li hemû gelê xwe û dostên wan dikin ku di van rojên damezrandina PKK’ê de xwedî li gelê me yê li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Farqîn, Sûr, Silopiya û li her cihê Kurdistanê li ber xwe dide xwedî derkevin û rabin ser piyan."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 37. Salvegera Damezrandina PKK’ê daxuyanî weşand got: “Em Rêber Apo û hemû şehîdên xwe yên em û gelê me anîn van rojan bi rêz bi bîr tînin. Em careke soz didin ku di xeta PKK’ê de wê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovatî teqez qezenc bike. Em bang li hemû gelê xwe û dostên wan dikin ku di van rojên damezrandina PKK’ê de xwedî li gelê me yê li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Farqîn, Sûr, Silopiya û li her cihê Kurdistanê li ber xwe dide derkevin û rabin ser piyan."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku di van rojan de 37. Salvegera Fermî ya Damezrandina PKK’ê ya yek ji rêxistinên herî şoreşger ên dîrokê mirovatiyê tê pîrozkirin. Hat gotin ku ev pêkhateya di Newroza 1973’yan de bi 6 kesan destpê kir, îro bûye hêviya azadî, demokrasî û sosyalîzmê ya hemû gelên Rojhilata Navîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Em Rêber Apo yê koma Apoyiyan sala 1973’yan ava kir, bi rêbertiya xwe re Tevgera Azadiya Kurdistan kir ocaxa azadiyê ya mirovatiyê bi rêz bi bir tînin. Di serî de Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz ên têkoşîna me anîn van rojan, hemû şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê şopdarên hesreta wan û hevrêyên wan bin. Em soz didin ku di vî şerê azadiyê yê mezin de bi hezaran gaziyên me yên birîndar bûne jî wê têkoşîna me ya azadiyê de bijîn û wê di serketinê de rola xwe bilîzin. Li ser vî esasî 27’ê Mijdarê cejna azadiyê bi hemû coşa xwe li tevayî gelê me, dostên me û hevrêyên me pîroz dikin.

Rêber Apo yê bi dirûşma, ‘Hêvî ji serketinê hê qîmetir e’ derket rê û bawer kir ku bi hêza xwe dikare rêxistineke têkoşînê ya mêtinkariyê û her cure paşverûtiyê ji holê rake bê avakirin. Rêber Apo hê di soza xwe ya yekemîn de, di gava xwe ya yekemîn de ruhekî ku têk naçe afirandiye. Gotiye li hemberî ruhê bi xwe bawer ti hêz û astengî nikare bisekine û terzê şoreşa Kurdistanê ya têk naçe ava kiriye. Xeta Apoyî ya zehmetî, astengî û bêderfetî ku tenê kir sedema têkoşînê. Ji wê rojê heta îro bêyî ti astengî û zehmetiyan nas bike pêşveçûna xwe dewam kir û gihiştiye hêza xwe ya îro.

Terzê şoreşa Kurdistan a têk naçe ya Rêber Apo ava kiriye ku di nav şert û mercên zehmet de terzê berxwedan û serketinê ye 42 sal in xwe îspat kiriye. Îro xeta Rêber Apo û PKK’ê li hemû parçeyên Kurdistanê bi karaktera xwe têk naçe berxwedana xwe didomîne, mîzginiya şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn dide hemû gelan. Ev xet îro bi karaktera xwe dispêra civaka demokratîk û azadîxwaziya jinê ku bûye bingeha demokratîkbûna Rojhilata Navîn; bi berxwedana serketî ya li hemberî DAIŞ’a çete ya faşîst jî nîşan daye ku dikare bibe hêza parastina jiyana azad û demokratîk.

‘LI TEVAHÎ ROJHILATA NAVÎN WÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK, CIVAKA KONFEDERAL SERWER BIBE’

Ji bilî civaka demokratîk a bi rêxistinî, neteweya demokratîk, pergala civaka konfederal a demokratîk û xweseriya demokratîk ên Rêber Apo daniye holê, pêkhatina jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn ne mimkun e. Ji ber vê jî ne tenê li Kurdistanê, di serî de Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran wê li tevahî Rojhilata Navîn ev xeta serwer bibe. Bi vê xetê wê pevçûnên etnîk, olî bi dawî bibin, her etnîsîte, çand, ol û bawerî wê di nav demokrasiyê de bi awayekî azad jiyana xwe bidomînin; ne li dijberî hev, wek komên hevdu temam dikin, wê ji nû ve Rojhilata Navîn bikin dergûşa şaristaniya demokratîk û mirovatiyê.

Îro xeta Rêber Apo û PKK’ê bi karaktera dawerivandin û dahûrandina herî baş a taybetmendiyên dîrok, çand, baweriya Rojhilata Navîn, bûye vebijêrka yekane ya siyasî û civakî ku dikare vê xetê di serî de gelên Rojhilata Navîn bixe bin xizmeta tevahî mirovahiyê. Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd jî ji bo avakirina vê vebijêrkê bûye hêza têkoşînê ya pêşeng. Di serî de Bakurê Kurdistan û Rojava, li tevahî Kurdistanê mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd jî şênberbûna vê rastiyê ye. Hedefa PKK’ê ya ji bo azadiya xwe destpêkê rastiya gelekî şerker avakirin bû, îro pêk hatiye. Li hember êrîşên herî giran berxwedana lehengî ya gelê me yê Bakurê Kurdistanê û Rojava jî îspata vê ye. Di serî de Nisêbîn û Cizîrê gelê me yê pêşengê serhildanên salên 1990’î îro jî wek avaker û parêzvanê jiyana azad û demokratîk rola xwe dilîze. Ya li vir li ber xwe dide, xeta Rêber Apo û ruhê PKK’ê ye.

‘LI KURDISTAN Û ROJHILATA NAVÎN RUHÊ PKK BÛYE HAVEYN’

Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn xeta Rêber Apo û ruhê PKK’ê bûye haveyn, aşî girtiye. Li Rojhilata Navîn mirovatî bi rastiya PKK’ê re hatiye cem hev, avê coka xwe dîtiye. Têkoşîna 43 salan gihiştiye armanca xwe, qedera Kurdistan û Rojhilata Navîn guheriye. Tespîta Rêber Apo ya, “xebatên me yên heta niha amadekarî bûn; têkoşîn ji niha û şûn ve destpê dike” îro li tevahî Kurdistanê û Rojhilata Navîn ava dibe.

Kaosa li Rojhilata Navîn û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bûye ‘pêvajoya avakirinê’ ya jiyana azad û demokratîk. Wê dîrok van salan ne tenê pêvajoya herî bi êş binivîse, her wiha wê pêvajoya herî şoreşgerî jî binivîse. Îro bi berpirsiyariya rola şoreşgerî lîstinê ve Rêber Apo û PKK’e ketiye nav têkoşînek mezin. Gelê me yê têkoşîna şoreşgerî dimeşîne û hêzên azadiyê wê vê dîroka bi ser bixînin, pergala dewletparêz ya pênc hezar salan û tevahî nûnerên wê yên paşverû jî wê têk biçin.

Axaftina Rêber Apo ya, “Wê Teşiya Kurdan bizîvire, wê mirovatiyê bigihîne serdema şaristaniya demokratîk” îro bi şênberî pêk tê.

Em careke din Rêber Apo û şehîdên xwe yên me û gelê me gîhandiye vê rojê bi rêzdarî silav dikin, soza xwe ya di xeta PKK’ê de serketina gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê dubare dikin, bang li tevahî gelê xwe û dostên wê dikin ku di vê roja avakirina PKK’ê de ji bo xwedîderketina gelê me yê li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Sûr, Silopî û li her derê Kurdistanê li ber xwe dide rabin ser piyan.”