BI DÎMEN

KCK'ê ji Konferansa Hewraman re peyamek şand

KCK'ê ji Konferansa Hewraman re peyamek şand û got, "Hewraman ne tenê parçeyeke ji neteweya Kurd e; di heman demê de rehê bingehîn e ku neteweya Kurd li ser ava bûye."

KCK'ê bal kişand ser taybetmendiya civaka Hewraman ku nêzî modernîteya demokratîk e û got, "Eger Hewraman tine bibin, wê Kurdayetî tine bibe."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji Konferansa Hewraman re peyameke nivîskî şand.

Peyama KCK'ê wiha ye:

"Xwişk û birayên me yên hêja yên Hewraman!

Em di cîhaneke welê de ne, ku ji aliyekî ve dewletên netewe yê neteweperest, li aliyê din jî modernîteya kapîtalîst mirovan û civakan mîna destar dihêre û dike yek tîp, yek reng. Di vê cîhanê de ku her deh salan carekê gelek ziman, çand û hebûnên civakî tine dibin, xwedîdektina civakekê li ziman, çand, dîrok û erdnîgariya xwe, çalakiyeke mezin a mirovahiyê ye. Mirov bi ziman, çand, dîrok û xwezaya xwe mirov e. Ji ber vê yekê, em vê konferansa we silav dikin, ku hûn ji bo xwedîderketin û parastina ziman, çand, dîrok û erdnîgariya Hewraman lidar dixin. Em vê yekê weke 'çalakiyeke însanî' bi nav dikin û bi rêzdarî we silav dikin.

Xwişk û birayên me yên hêja yên Hewraman!

Gelekî girîng e ku xwedî li civak, çand, ziman, dîrok û erdnîgariya Hewraman bê derketin û were parastin. Hewraman ne tenê parçeyeke ji neteweya Kurd e; di heman demê de rehê bingehîn e ku neteweya Kurd li ser ava bûye. Koka çand û zimanê Kurdî, aliyê herî pak ê vê çandê li Hewraman e. Lewma Hewraman, dîroka Kurd a zindî ye. Yên dixwazin hîn bibin bê ziman û çanda Kurdan a berî sed salî, berî bi hezaran salî çawa ye, li şûna pirtûkan divê berê xwe bidin civaka Hewraman. Ji ber ku, yên ku Kurdîtiya dîrokî bi rengekî herî zêde nêzî rastiyê dijîn, civakên Hewraman e. Para erdnîgariya Hewraman di vê rastiyê de, mezin e. Erd û çiyayê dijwar, demeke dirêj nehiştiye ji aliyê siyasî, leşkerî û çandî ve bê dagirkirin. Parvekirina çandî bi civakên din re, bi giranî bi rêyên xwezayî hate kirin û ev yek jî bû sedem civaka Hewraman ji rastiay xwe dûr nekeve. Vê yekê rê li ber dewlemendiyê vekir. Heman rewş ji bo Kurdên Zaza jî derbas dibe, ku di nava heman şert û mercên xwezayî û dîrokî de dijîn. Pêwîste têkiliya ziman, çand û baweriya dîrokî ya navbera van her du civakên qedîm ên Kurdan baş bên lêkolînkirin.

'NÊZÎ SÎSTEMA ALTERNATÎF IN'

Xwişk û birayên me yên hêja!

Girîngiya xwedînderketina li Hewraman û parastina wan, ne tenê ji ber taybetmendiya wê ye ku rastiya Kurdan a qedîm temsîl dike. Taybetmendiyeke din a gerdûnî û gelekî girîng heye ku Hewraman temsîla wê dike: Li dijî modernîteya kapîtalîst ku îfadeya şêweyê hilberîn, têkilî, jiyan û zîhniyeta kapîtalîst e, hîn bêhtir nêzî modernîteya demokratîk e ku ev yek jî îfadeya şêweyê hilberîn, têkilî, jiyan û zîhniyeta xwezayê ye. Ev rewş herî zêde di nêzîkatiya civaka Hewraman ji bo jinê û xwezayê de, di têkiliya hilberînê de xuya dike. Ev taybetmendî zemînekê dide mirovahiyê ku lêgerînên sîstemeke alternatîf li ser ava bikin.

'EGER PARÇEBÛN JI HOLÊ NEYÊ RAKIRIN, WÊ XETERÎ DEWAM BIKE'

Xwişk û birayên me yên hêja yên Hewraman!

Gelê Kurd bi hemû cihêrengiya xwe ya dînî, mezhebî, zaravayî û cografîk di bin zext û zordariya polîtîkayên pişavker ê  dewleta nîjatperest û kapîtalîst de ye. Hem netew-dewletên mêtinger û hem jî pergala kapîtalîst di wê kêferatê de ye ku Kurdan ji hêla ziman, çand û dîrokî ve bipişêve û Kurdan ji qada dîrokê rake. Ev rewş ji bo Kurdan talokeyeke pir mezin e. Lê ji bo Kurdan talokeya mezin ne mêtinger û sîstema kapîtalîst e. Talokeya mezintir dabeşbûna Kurdan a siyasî, civakî û cografîk e.

Eger Kurd nikaribin xwe di ser vê dabeşbûnê re biqevêzin û heq jê dernekevin wê nikaribin talokeya li ser xwe rakin. Tam jî di vê niqteyê de kêşeya ku Kurdan hê jî yekîtiya xwe ya netewî pêk neanîye, kêşeyeke girîng û mezin e. Helbet cihêrengiya hêzên siyasî ya ramanî, bernameyî, berjewendî û têkiliyê yên Kurdan faktorên girîng û rojane ne li pêş yekîtiya netewî. Lê ya ku yekîtiya netewî asteng dike û dabeşbûna siyasî jê dixwe pirsgirêkeke me ya girîngtir e: Ev kêşe jî ev e; netewebûna Kurd û yekîtiya netewî bi kîjan hişmendî û hedefan wê pêk were. Di vê babetê de du bername û hişmendiyên sereke hene. Yek ji van ew e ku dibêjin netewebûna Kurd û yekîtiya netewî bi hişmendî û bernameyeke netew-dewletî wê pêk were û vê ji xwe re dike armanc. Ev hişmendî di maweyeke kin û dirêj de pêşbiniya wê dike ku hemû zarava, dîn û mezhebên li nav Kurdan werin homojenkirin.

Bi vegotineke din ev hişmendî armanc dike ku Hewraman, Lor, Zaza, Soran, Yarsan, Êzîdî, Elwî û bi dehan bawerî û çandên din li ser hegemonyaya zaravayê Kurmancî û mezhebê sinî bike yek. Ji bo vê jî ev hişmendî qebûl nake ku Êzîdî, Elewî, Hewraman, Zaza û komên din ên cihê yên çandî xwe bi rê ve bibin, xwe perwerde bikin, qebûl nakin ku bawerî û çanda xwe bi pêş bixin.

Vê weke dabeşbûna Kurdan dibînin. Sedema ku îro beşek ji Êzîdî, Elewî, Şebek û Zaza xwe weke Kurdan nabînin encama ferzkirina vê hişmendiyê û zordariyê ye. Hişmendiyeke dî armanc dike ku  netewebûnê, yekîtiya netewî bi hişmendî û bernameya neteweya demokratîk pêk bîne. Ev hişmendî Kurdan weke Hewraman, Soran, Lor, Kurmanc, Zaza, Sinnî, Şiî, Elewî, Yarsan, Êzîdî, Kakaî dibîne.

Bi gotineke din pêşbîniya wê dike ku ev hemû bi ziman, çand û baweriyên xwe, xwe bidin jiyîn. Ji bo vê jî mecbûrî dibîne ku sazî û dezgehên xwe yên hewce damezirînin. Bi qutebirî netewebûna Kurdan û yekîtiya Kurdan ne li ser ziman an jî mezhebekî serdest lê armanc dike ku li ser demokrasiyê ava bike.

Xwişk û birayên me yên Hewraman!

Ber bi dawiyê ve em dixwazin wiha bibêjin; Kurdayatî me Hewraman, Soran, Kurmanc, Zaza, Lor, Sinnî, Şiî, Elewî, Êzdî, Kakaiyan bi hev re ava kir. Ji bo vê jî, ji bo ku Kurdayatî ji niha û pê de jî bijî divê ev hemû nasnameyên çandî bijîn. Divê baş were zanîn; heke Hewraman tine bibin wê Kurdayatî tine bibe, heke Soran, Kurmanc, Êzîdî, Yarsan tine bibin wê Kurd tine bibin. Ji bo vê jî em nirxekî mezin bi konferansa wê didin. Em dibêjin, 'Hewramanan bidin jiyîn da ku Kurd bijîn, Kurdan bidin jiyîn da ku mirovahî bijî' û we hemûyan silav dikin."