Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

KCK’ê ji bo Komxebata KNK’ê ku îro li Kerkûkê dest pê kiribû peyam şand

KCK’ê bi peyamek nivîskî Komxebata KNK’ê ya li Kerkûkê slav kir û xwest ku ev komxebat bibe wesîleya Yekîtiya Demokratîk a Netewî ya gelê Kurd.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî peyam ji Komxebata KNK’ê re şand ku îro li Kerkûkê bi tevlêbûna gelek partî, sazî, dezgeh, nivîskaran dest pê kir û got, ‘’Em Komxebata we ya di pêvajoyeke ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşîn û pêşketinên pir mezin tên jiyandin de pêk tê, silav dikin. Em hêvî dikin ku nîqaşên werin meşandin û biryarên werin girtin, wê bibe wesîleya pêkhatina Yekitiya Demokratîk a Netewî ya gelê me.

FERSEND Û TALOKEYÊN MEZIN HENE

KCK’ê di peyama xwe de bal kişande ser fersendên dîrokî yên ku niha Kurdistan tê de ye û li hêla dî jî weke hişyariyekê amaje bi talokeyên pêvajoyê jî kir û wiha berdewam kir:

‘’Em ji pêvajoya têkoşîneke dîrokî derbas dibin ku li Rojhilata Navîn bi qasî encamên Yekemîn Şerê Cîhanê wê encamên girîng derxîne holê û çarenûsa gelê me jî diyar bike. Ev pêvajo çawa ku ji bo azadkirina gelê me derfet û firsendên mezin pêşkêşî me dike, her wiha di nava xwe de xetereyên mezin jî dihewîne. Ji ber ku konjonkora herêmî û navnetewî ne li dijî me ye, heta raya giştiya navnetewî bi dilxweşiyeke nêzî têkoşîna azadiya gelê me dibe, ev rewş ji bo serkeftinê firsendeke pir girîng pêşkêşî me dike. Her wiha destkeftî û derfetên me li çar perçeyên Kurdistanê bi dest xistiye jî, ji bo serkeftina nîhaî derfetan dide me. Lê belê êrîşên hêzên mêtînger ên her ku diçe zêdetir dibin û têkiliyên di navbera hêzên mêtînger û hêzên navnetewî jî, xetereyên mezin bi xwe re tînin.  ‘’

KU YEKÎTIYA NETEWÎ PÊK WERE MÊTINGER NIKARIN BI SER BIKEVIN

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişande ser rewşa parçebûna mêtingerên Kurdistanê û diyar kir, heke Kurd bikaribin yekîtiya xwe ya netewî ava bikin, hêzên mêtinger wê nikaribin bi ser bikevin û wiha bi nav de çû:

‘’Bi taybet jî piştî Şoreşa Rojava û serkeftina di têkoşîna li dijî DAİŞ’ê de hatin bidestxistin, tê dîtin ku di êrîşên hêzên mêtînger de zêdebûneke mezin tê jiyîn. Ev hêz wekî ku berê gelek caran kiribûn; hemû nakokiyên di navbera xwe de danîn aliyekê û tenê ji bo destkeftî û doza azadiya gelê me tasfiye bikin hatin cem hev. Tê zanîn ku ev dewletên mêtînger li Cezaîr û Lubnanê li hev civiyan û dagirkirina Cerablûsê jî di encama ve hevkariyê de pêk hat. Bêguman ev rewş ji bo Kurdan xetereyeke mezin e. Lê belê ji bo Kurdan xetereya herî mezin yekitiya mêtîngeran nîne; xetereya esasî perçebûn û ne yekbûna Kurdan e. Eger Yekitiya Netewî ya Kurdan pêk were, ti tifaqeke mêtîngeran nikare li hemberî Kurdan serkeftî bibe. Di têkoşîna li dijî DAİŞ’ê de ji aliyê hêzên Kurd ve ne tenê Kurdistan, hemû mirovahî hatibû parastin. Ev jî îspata vê rastiyê ye.  ‘’

YEKÎTIYA KURDAN LI ROJHILATA NAVÎN WÊ GELEK TIŞTAN BIGUHERîNE

KCK’ê di peyama xwe de ku ji Komxebata KNK’ê re şandibû balê dikişîne ser yekîtiya netewî ya Kurd û behsa giringiya vê diyardeyê dike:

‘’Her kes pir baş dizane ku eger Yekitiya Netewî ya Kurdan pêk were di serî de Azadiya Kurdan, wê li Rojhilata Navîn gelek tişt werin guhertin. Ji bo vê yekê, bi taybet mêtîngeran ji bo Yekitiya Kurdan pêk neyê hewldanên mezin didin. Mêtîngeran ji aliyekî ve bi soz û berjewendiyên ji rêzê û biçûk ve hewl didin hêzên Kurdan bi xwe ve girêbidin, ji aliyê din ve jî Kurdan perçe bi perçe dikin hedefa xwe û hewl didin bi vê yekê yekîtiya Kurdan asteng bikin. Nêrîn û baweriyeke wekî eger hêzeke Kurd were tunekirin, wê feydeya hêzeke din a Kurd bibe, ava dikin û siyaseteke wisa dimeşînin. Lê di rastiya xwe de ji bo mêtîngeran Kurd û Kurdbûneke ku pêwîst e werin jiyîn nîne; tenê Kurd û Kurdbûneke ku di serî de pêwîst e were kuştin heye. Eger yek were kuştin, wê dor were yên din. ‘’

DOZA KURD MEZIN E Û YEKERE YE, NIKARE PARÇE BIBE

KCK’ê bi berdewamî bal kişande ser polîtîkayên dewleta Tirk ên dijminane ku li ser Kurd û Kurdistanê dimeşîne û amake bi têkiliya dîyalektîka hemû beş û hêzên Kurdistanê kir ku bi ti awayî nikarin ji hev werin qutkirin û dewleta Tirk fersendê bibîne wê êrîşî hemû destkeftiyên hemû parçeyên Kurdistanê bike:

‘’Dewleta Tirk û pratîsyenê herî hovane ya dewleta Tirk; AKP û Erdogan, ji ber ku li Rojhilata Navîn pêşengtiya tunekirin û tunehesibandina Kurdan dike, di serî de êrîşî PKK û Rojava dike. Lê belê şik û guman tê de nîne ku wê dewleta Tirk di firsenda ewil de êrîşî Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bike. Ji bo vê yekê, doza Kurd dozeke mezin û yekpare ye ku nikare perçe bibe. Dijminên me ji bo bi awayeke hêsan karibin Kurdan daqurtînin û bi awayeke taktîkî, Kurdan perçe dikin. Lê di esasê xwe de hemû Kurd û perçeyên Kurdistanê ji bo xwe dijmin dihesibînin. Lew re ji bo em bi hêsanî neyên daqurtandin û ji bo em azad bibin, pêwîst e em yek û yekpare bin. ‘’

KCK’ê peyama xwe ya ji bo Komxebat KNK’ê ya li Kerkûkê wiha bi dawî kir:

Endamên Rêzdar ên Dîwanê û Delegeyên Hêja!

Rojeva bingehîn a Komxebata we her çiqas nîqaşkirina pirsgirêk û pêdiviyên Başûrê Kurdistanê bin jî, bêguman tê zanîn ev pirsgirêk ji tevahiya pirsgirêkên Kurdistanê ve cûda nînin û bi vî rengî mirov nikare binirxîne. Ji ber ku pirsgirêk an jî pêşketineke her perçeyek, teqez li ser perçeyên din jî bandor dike û her wiha ew bi xwe jî, ji perçeyên din bandor dibe. Ji ber ku pêkanîna Yekitiya Netewî mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên me ye, xebatên ji bo vê, wê çareseriya pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê jî pêk bîne. Di vê wateyê de bi awayeke çalak piştgirîdayîna têkoşînên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistan wê him Yekitiya Netewî pêk bîne û him jî wê pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê çareser bike.

Em bi van fikr û baweriyê ve careke din komxebata we bi rêzdarî silav dikin û hêvîdarin wê xebatên we, di riya bi lez pêkanîna Yekitiya Netewî û Kongreya Netewî de bibe qonaxeke dîrokî.