KCK’ê ji bo Kazim Dogan peyama sersaxiyê şand

KCK’ê diyar kir ku bavê Mazlûm Dogan û Delîl Dogan, Kazim Dogan ber bi heq meşiyaye, ji malbat û xizmên wî re sersaxî û sebir xwest. KCK’ê bang li gelê Elezîz, Dêrsîm û derdora kir ku tevlî cenazeyê bibin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku meşa ber bi heq a bavê Mazlûm Dogan ê ji kadroyên pêşeng ê damezirînerên PKK’ê û ji fermandarên yekem ê gerîla Delîl Dogan, Kazim Dogan bi awayekî xemgînî bihistine, ji bo mirovê bi nirx Kazim Dogan ji Xwedê rehmet, ji malbat û xizmên wî re sersaxî û sebir xwest. 

KCK’ê wiha dewam kir: 

“Hevalên Mazlûm û Delîl Dogan, berxwedêrên me yên mezin ên destpêkê ku rê dane tevgera me ya azadiyê bigihêje îro û şehîdên me yên bê mirin in. Mezinkirina ewladên bi vî awayî, xizmeta herî mezin a ji bo têkoşîna azadiya gelê me ye.

Tevahî malbatên me yên şehîdan, ji têkoşîna me ya azadiyê re nirxên moralê yê bingehîn in. Dayik û bavên şehîdan sitûnên nayên hilweşandin ên têkoşîna me ya azadiyê ne. Sekn û îradeya wan hêzê dide têkoşîna me ya azadiyê û dibe garantiya serketinê.  Bavê Mazlûm Dogan û Delîl Dogan û tevahî malbata wan di şopa van şehîdên me yên mezin de meşiyane û hêz dane têkoşîna me û nirx danê. Bavê du şehîdan Kazim Dogan di tevahî jiyana xwe de van şehîdan temsîl kiriye, rola xwe ya civakkirina nirxên ku van şehîdên me afirandine lîstiye.

Ev bavê bi nirx ên şehîdên me êrîşa qirkirina Dêrsimê ji dil hîs kiriye û vê êşa wek li çanda xwe ya xwedîderketina nirxên xwe daye kurên xwe, bi vê jî ketiye nav seknek têkoşînvan a li dijî qirkirina Dêrsimê. Wek kurekî Seyîd Rizayan ê li dijî Tûncelîbûyînê hewl dide Dêrsîmîbûyinê li ser lingan bigire, di dîrokê de cihê xwe girtiye. Em vî bavê xwe yê bi nirx bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin, em dibêjin wê Tirkiyeye demokratîk, Kurdistana azad, Dêrsima xweser bê avakirina, di nav hizûrê de be.

Em bang li gelê xwe yê Elezîz, Dêrsîm û derdorê dikin ku tevlî merasîma cenaze ya bavê me Kazim Dogan a li Dep bibin, wezîfeya me ya li hember bavê mey ê şehîd em bi cih bînin.”