KCK: Divê em kolan û taxan vegerînin qadên çalakiyan!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Divê gelê me êdî li dijî vê zilmê her kolanê bi rêxistin bike û vegerîne qada çalakiyan. Eger ku qirkirin û mêtîngerî bajar dagir kiribe, divê her taxê û kolanê bi rêxistin bike û vegerîne qadên çalakiyan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku li gel lihevkirina destiltdariya AKP’ê û MHP’ê piştî encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê û şûnve û 20’ê Tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte re bi darbeya siyasî zilm û zextên li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji zextên 12’ê Îlonê û 1990’na zêdetir kiriye. KCK’ê got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya di nava van du salên dawî de ji qirkirina Dersimê ya sala 1938’an û şûn ve di ti demê de pêk neaniye. Ji bo desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê hemû Kurd dijmin in. Ji ber ku ev desthilat dixwaze li ser Kurdan zilmê bike û qirkirinê bi encam bike.

KCK’ê diyar kir ku ev ji hefteyekê zêdetire gundê Xerabê Bava di bin dorpêçê deye tê şewitandin û hilweşandin û wiha nirxand: “Bê ku bêjin zarok, jin, kal li ser welatiyên gund zilm û êşkenceyekî hovan dikin. Li ser kesên ku kuştine mîna salên 90’an wêne dikişînin. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê bi êrîşkirina li ser goristan û kuştiyan dide nîşandan ku xwedî çi karekterekî zalimnaye ku her tiştî bike. Di sala 2016’an de zilam ku li ser bajarên Kurdan kirin ji bo qirkirina Kurdan temam bikin her cure kiryarên dij mirovahiyê pêk anî û da nîşandan jî. Tirsnakên ku ji windakirina desthilatdariya xwe ditirsin di tevahî dîrokê de serî li zilm û zextê dan. Desthiladariya AKP’ê û MHP’ê jî ji bo vê mêtîngeriya qirker li ser lingan bihêle, evqas zilmê dike. Tişta ku li Xerabê Bava tê kirin ne tenê li gundekê tê kirin, êrîşên li dijî gelê Kurd e.

 ‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ ÊRÎŞÊN ŞIKANDINA VÎNÊ NERAZÎBÛNÊN XWE NÎŞAN BIDE’

KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Betalkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag, girtina hezaran siyasetmedaran, bi dehan hevşaredar û parlementeran yek ji gavek nû ye ku vîna gelê Kurd nasnake û bide şikandine. Li aliyekê zilmê li gundê Xerabê Bava dikin li aliyê din jî ji bo şikandina vîna siyasî ya gelê Kurd êrşên xwe didomînin. Li dijî van mêtîngerên qirker, bi têkoşînekî pir alî û xurt mimkûne kû bi dawî bibe. Li Tirkiyeyekî demokrat û Kurdistanekî azad bê ku zext û zilim bibe, tenê bi têkoşînê dikare dawî li polîtîkayên qirker bên.

Divê gelê me li dijî zilm û zexta li gundê Xerabê Bava, girtiyên siyasî, parlementer û şikandina vînê li her qadê nerazîbûnê xwe nîşan bidin. Enceq bi têkoşînê dawî li zilma gundên mîna Xerabê Bava tê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya mêtînger bi zilmê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Lê bi dehê salan e gelê Kurd li dijî her cure zilmê têkoşîna xwe kiriye, her carê Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji van pêvajoyan hê bi hêztir serî hildaye. Têkoşîna li dijî dethilatdariya mêtînger a AKP-MP’ê tê kirin, di be sedem ku têkoşîna azadiya gelê Kurd hê xurtir û bilindtir bike. Di van şerê dawî de bi vekirî tê dîtin ku mêtîngerên qirker winda kiriye êdî wê demokratîk bibe û gelê Kurd jî wê azad bibe.

 ‘BI TEQEZ WÊ MÊTÎNGERÊN QIRKER WINDA BIKE’

Ti fêda tirsê ji ecelê re nîne. Wê bi teqez mêtîngerên qirker winda bikin, wê têkoşîna me ya azadiyê bi ser bikeve. Êrîşên mêtîngeriya qirker a li ser gundê Xerabê Bava û gel, temenê wan kurt dike. Divê gelê me êdî li dijî vê zilmê her kolanê bi rêxistin bike û vegerîne qada çalakiyan. Eger ku qirkirin û mêtîngerî bajar dagir kiribe, gelê me divê her taxê û kolanê bi rêxistin bike û vegerîne çalakiyan. Divê gelê Kurd li dijî êrîşên li ser Xerbê Bava nerazîbûnên xwe nîşan bidin, li dijî mêtîneriya qirker kîn û hêrsa xwe diyar bike.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê, zilm û zexta li gundê Xerabê Bava, zextên li ser siyasetmedarên Kurd û hêzên demokratîk dide nîşandan ku wê di referandûmê de çima bêjin ‘NA’.”