KCK: Divê em ji berxwedana Newşirwan Mistefa hêzê werbigirin

KCK'ê serokê berê yê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa bi bîr anî û got, "Pêwîstî pê heye ku ji ruhê şoreşgerî û îradeya berxwedanê ya Kek Newşirwan hêz bê girtin."

Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber salvegera 5'emîn a wefata serokê berê yê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa peyamek weşand.

Peyama KCK'ê wiha ye:

"Di salvegera 5'emîn a wefata pêşeng û lîderê gelê me Newşirwan Mistefa de, em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîn û têkoşîna wî ıya mezin ditewînin, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja re dixwazin.

Newşirwan Mistefa di dîroka têkoşîna xwe ya nîv sedsalî de ji bo azadî, demokrasî, mafên civakî û edaleta civakî xebitî. Li ser destketiyên neteweyî, demokrasî û qanûnên Başûrê Kurdistanê şopa wî heye. Her wiha parêzvanekî mezin ê mafên gelê Kurd ê li her parçeyekî Kurdistanê bû.

Newşirwan Mistefa li dijî teslîmiyetê navê şoreşeke nû bû, li dijî zext û zilmê nîşaneya berxwedan û serhildanê bû, li dijî neheqî û newekheviyê sembola demokrasî û têkoşîna civakî û edaletê bû.

Ji ber ku temamiya Kurdistanê bi taybetî jî Herêma Kurdistanê li ber dagirkirinê ye, ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku ji ruhê şoreşgerî û îradeya berxwedanê ya Kek Newşirwan hêz bê wergirtin. Divê em hebûnê, azadî û destketiyan biparêzin. Bi rêzdarî..."