KCK: AKP dixwaze qetlîamên li ser Kurdan niha bi serê Elewiyan bîne

KCK’ê kesên di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê desthilatdariya faşîst a dijminê mirovahiyê, em têkoşîna xwe hevpar bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi rasthatina salvegera Qetlîama Sêwasê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Li Sêwasê di 23. salvegera qetilkirina 33 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û mirovên me yên Elewî de em van şehîdên xwe yên demokrasî û azadiyê bi mînet û rêzdarî bi bîr tînin, berpirsên vê qetlîamê bi nefret şermezar dikin” û wiha dewam kir:  

‘HIŞYARIYA ‘XETEREYÊN QETLÎAMÊN NÛ’

“Beriya 23 salan, yek ji qetlîamên herî bêrehm ên dîroka mirovahiyê pêk hatin. Li navenda Sêwasê bi xwe, li rexê tevahî saziyên dewletê, li pêş çavên leşker û polîsan, 33 mirov bi zindî hatin şewitandin. Qatilan, dema bi hestên çavsorî mirov dişewitandin, li derdora wan dansên serkeftinê dikirin. Ev rastî, pir eşkere datîne holê ku bê zîhniyeta dewletê ya heyî karakterek çawa ya civakî peyda kiriye. Bi Qetlîama Sêwasê re, hate dîtin ku zihniyeta nîjadperest, mezhebperest li ser vê axa zemînek çawa ya qetlîamê ava kirine û bûne çavkaniya wê. Ji wê rojê heta îro, ev zîhniyeta nijadperest, mezhebparest hê bêtir hatiye geşkirin, ji qetlîam û qirkirinên hê mezintir re bingeh hatiye amadekirin. Zîhniyet û gotinên desthilatdariya AKP’ê yên îro, rewşek civakî û siyasî derxistiye holê ku dikare her kêlî bibe sedema qetlîamên hê mezintir. Ji ber vê yekê, dest jê berde sîstema civakî û siyasî ya ku Qetlîama Sêwasê afirandiye ji holê rake, ev hê xeternaktir dibe. AKP’ê, polîtîkayeke ku şerên mezhebî yên li Rojhilata Navîn diqewime veguhezandiye Tirkiyeyê. Dibe ku her kêlî zihniyeta DAIŞ’ê biteqe, li dijî Elewiyan û baweriyên cuda qetlîamên nû pêk bîne.

Ev têkîliya bi salan a Tirkiye ku bi çeteyên wek DAÎŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam ve dimeşîne, ji ber biratiya zihniyeta wan e. Ev rêxistinên faşîst û çete jî wek desthilatdariya AKP’ê nijadperest û mezhebperest in. Tenê cudahiyek wan heye, yên li Sûriyeyê nijadperestên Ereban in. Ev her du ferasetên nijadperest, yek di dijminahiya Kurdan, duyem jî di dijminahiya Elewiyan de hevpar bûne. Li Rojava û Sûriyeyê, tevahî cîhan bûye şahid ku bê ev her du zihniyet çawa di dijminahiya Kurdan de bûne yek.

‘QATILÊN LI SÊWASÊ LI HER DERÊ NE!’

Zihniyeta ku Qetlîama Sêwasê pêk anî, li Tirkiyeyê niha li her cihî ye. Jixwe desthilatdariya AKP’ê ji ber ciwanên Elewî bi awayekî zêde tevlî Berxwedana Gezî bûn, niha jî di her firsendê tax û bajarên ku Elewî bi komî lê dijîn hedef nîşan dide. Her wiha, hilweşîna kul i Cizîr, Sûr, Silopiya, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex û bajar û bajarokên din ên Kurdan pêk aniye, niha jî dixwaze veguhezîne Okmeydani, Gazî, Taxa 1 Mayis, Gulsûyû, Tûzlûçayir û taxên ku Elewî bi komî lê dijîn.

Qetlîama Sêwasê piştî 23 salan, li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û bajarên din ên Kurdan pêk hatin. Careke din hatiye dîtin ku zihniyeta heman, heman encaman derdixe holê. Li Cizîrê nêzî 100 ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Tirk û polîsên wê bi zindî hatin şewitandin. Yên ku li Sêwasê li şewitandina mirovan temaşe kirin, di serî de Cizîrê, mirovên li bajarên Kurdan jî bi xwe şewitandine.

Li Tirkiyeya niha yên ku zihniyeta yekperest destek neke, dijmin e û divê bên qetilkirin. Ev zihniyet û polîtîkaya li Tirkiyeyê di her demê ji bo her kesî her tim xeterî ye. Ev rastî ferz dike ku dewlet û desthilardariya nijadperest, mezhebperest, otorîter, faşîst, mêtinger demildest bê derbaskirin û Tirkiyeyek demokratîk bê afirandin.”

 ‘EM TIRKIYEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê girêdana bi bîranîna kesên ku li Sêwas, Cizîr, 1 Mayis, Gezî û di têkoşîna demokrasî û azadiyê de hatine qetilkirin bi afirandina Tirkiyeya demokratîk bê bersivandin.

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Li ser vî esasî em bang li Elewî, Kurd, kedkar, jin, ciwan, her beşên ku li Tirkiyeyê xwedî bawerî û nasnameyên cuda ne; tevahî gelê xwe yê Misilman ê bi hestên heq, edalet, wekhevî û wijdan dijîn dikin ku em li dijî vê desthilatdariya faşîst a diJminê mirovahiyê têkoşîna xwe hevpar bikin û têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Li ser vî esasî, em careke din soz didin şehîdên xwe yên azadî û demokrasiyê yên ku li Madimaka Sêwasê hatine qetilkirin, em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin û rê vekin ku her kes biz iman, çand û bawriya xwe ve azad bijî.”