KCDK-E'yê ji bo çalakiya li ber Konseya Ewropayê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E'yê banga tevlêbûnê li çalakiya li ber Konseya Ewropayê kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan 1'ê Kanûnê dest pê kiriye û heta 17'ê Kanûnê wê bidome.

Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ya ku bi çarçoweya ''Dem dema azadiyê ye'' bi dirûşma ''Wê azadî bi ser bikeve, ji bo Ocalan tevbigere'' li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê (KE) dest pê kirî kete roja 3'yan.

KCDK-E'yê ji bo berterafkirina saziyên Ewropî bang li hemû kesên dilxwazên azadî û demokrasiyê kir ku tevlî çalakiyê bibin.

KCDK-E'yê bi bîr xist Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî ji bo ku CPT biryarên xwe yên sala 2020'an pratîk bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne di navbeyna 1-17'ê Kanûnê de çalakî daye destpêkirin, çalakiya ku bi çarçoweya pêngava ''Dem Dema Azadiyê ye'', bi dirûşma, ''Wê azadî bi ser bikeve, ji bo Ocalan tevbigere'' li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) dest pê kirî, di navbeyna 1-17'ê Mehê de her roj di navbeyna saet 10:00-15:00'an de dom bike.

KCDK-E'ê diyar kir her rojê wê navendên civakên demokratîk ên welatên cihê, tevgerên jin û ciwanan, hevserok, saziyên baweriyê yên Kurdistanî, siyasetmedar, dostên enternasyonalîst,  Yekîtiya Hêzên Demokratîk ji bo ku bêdengiya saziyên Ewropayî berteraf bikin bi rihê seferberiyê tevlî çalakiyê bibin

KCDK-E'yê her wiha got, ''Em bang li gelê xwe, dostên xwe, hemû dilxwazên azadî û wekheviyê dikin ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê ya li ber Konseya Ewropayê bibin, ku ji bo azadiya Rêber Ocalan 1'ê Kanûnê dest pê kiriye û heta 17'ê Kanûnê wê bidome.''