KCD: Êrîşa li dijî Rojava êrîşa li dijî hemû Kurdan e

Kongreya Civaka Demokratîk daxuyaniyek weşand û got, "Em her êrîşek li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê weke êrîşa li dijî hemû Kurdan dibînin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku ketina nava Cerablûsê tê wateya dagirkeriyê.

KCD'ê ragihand, hedefa yekane vê operasyona dagirkirinê Hêzên Sûrieyya Demokratîk e û diyar kir, bi vê operasyonê ve êrîş li hemberî têkoşîna afirandina Sûriyeyeke demokratîk hatiye kirin, ku ev têkoşîn ji aliyê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Ermenî û Durziyan ve tê meşandin.

KCD'ê bang li hemû hêzên demokrasiyê kir, ku li ber vê operasyonê rabin û ji dewleta Kmara Tirkiyeyê jî xwest, ku hîn bi berpirsyarî di mijara Sûriyeyê de tevbigere.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dibêjin, divê hikûmeta Tirkiyeyê statuya bi berdêlên giran li Rojavayê Kurdistanê hatiye bidestxistin, li ber çavan bigire. Pêwîste rayedarên Tirk zanibin em her êrîşek li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê weke êrîşa li dijî hemû Kurdan dibînin."