KCD’ê li hember şer banga piştevaniya bi gelê Kurd re kir

KCD'ê bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da, li hember polîtîkaya şer a AKP’ê banga têkoşîna hevpar kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyanî da.

KCD'ê têkîldarê 1'ê Îlonê peyam weşand û banga "Yên ji aştiyê ditirsin gelê me xistin nava şer, ji bo aştiyeke adil, wekhev û demokratîk em ê têkoşîna xwe xurtir bikin" kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê peyameke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêdiviya gelê Tirkiye û Kurdistanê ji her demê zêdetir bi aştiyê hebû lê kesên ji aştî û demokrasiyê ditirsin gel careke din xistin nava şer û ev tişt hate gotin: "Mutabaqata Dolmabahçeyê hêviyên gelê me ji bo aştiyê xurtir kiribû. Lê ji ber daxwaza seltanatê ya hin kesan ev hêviyên aştiyê tê xwestin bi konsepta şer ve bê tarîkirin."

Di berdewama peyamê de nirxandina "bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê careke din em bang li ciwan, jin, komên baweriyan û hemû beşên civakê û gelê Kurdistanê dikin, bêhtir xwe rêxistin bikin û ji bo aştiyeke adil, wekhev û demokratîk têkoşînê xurtir bikin" hate kirin.