KCD’ê girtina TV şermezar kir, banga hevkariyê kir

KCD’ê bertek nîşanî girtina 10 TV da, bang bilindkirina têkoşînê ya hevpar kir.

KCD’ê bi taybet girtina Zarok TV ya ku xîtabî zarokan dikir bi vî awayî nirxand: “Ev êrîşa qirêj û hişmendiya rizî ji bo ku zarokên me fêrî zimanê xwe yê dayîkê jî nebin, tên kirin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî girtina 10 qnalên televîzyonên ku dûh şev hatin girtin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de bal hate kişandina ser hişmendiya derbekar a AKP’ê û wiha hate gotin: “Faşîzma ku hewl dide civakî bike; hemû organên weşanê yên mûxalîf, demokrat, sosyalîstên çep, rojname, nivîskar, akademîsyen weşanên çapemeniyê, her cure zext, êrîş û qetilkirinê dide meşandin û bi rêya KHK’ê dixe meryetê.”

‘TÊKOŞÎNÊ HEVPARÎ BIKIN’

Di daxuyaniya ku bertek nîşanî girtina Televîzyona da de, ev tişti hatin gotin:

“Dûh qenalên mîna Zarok TV, Hayatin Sesî, TV 10, Van TV, Jiyan TV, Azadî TV, Zagros TV, Denge TV û hinek radoyên qenalan ên ku li ser weşana Turksatê weşan dikir, di çarçoveya Rewşa Awarte de ji aliyê KHK’ê ve girtina wan nayê pejirandin. Bi girtina van qenalan tê wateya bêdengkirina dengê gelên cuda, bawerî, nasname, zarok û nasanameya wan.

Bi taybet girtina Zarok TV, tê wateya berdewam kirina polîtîkayên helandinê yên ku ev 100 sal in dewam dike. Dîsa bi zimanê xwe û çanda xwe bi belgefilên karton fêrbûnî astengkirine. Girtina Zarok TV a ku bi Kurdî weşan dikir,êrîşekî li dijî zarok ên ku pêşeroja me ne dike. Dixwazin pêşeroja me tarî bikin û ji kokê de me bidin helandin.

Em her cure êrîşên bi vî rengî ku li ser civakê tên meşandin şermezar dikin û qebûl nakin. Ji ber vê sedemê divê di têkoşînê de jî em hevpar dengê xwe bilind bikin.

KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelan, beşên navneteweyî, patiyên siyasî, civaka sivîl û rêxistinê girseyî yên demokrat û li gel jinan bi topyekun têkoşînê bidin meşandin.