Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KCD: Divê ti kes li hemberî hovîtiya li Xerabê Bava bêdeng nemîne

KCD'ê got, "Tişta ku hewl didin li gundê Xerabê Bava bikin, qirkirina Kurdan e" û bang li her kesî kir, ku li hemberî vê hovîtî û zilmê bêdeng nemînin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku hêzên dewlet û hikûmeta Tirk ji 11'ê Sibatê ve li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê hovîtiyeke mezin dike û ev zilma li ser gel şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji dema damezrandina komarê û vir ve, komkujî li gelê kurd tê kirin û hat gotin, "Di salên 90'î de bi destê Daîreya Şer a Taybet û JÎTEM gund hatin şewitandin, welatî li meydana gund kom dikirin û îşkenceya herî hovane li wan dikirin. Her wiha bi dehezaran welatî di bin navê 'kujer nediyar' (kujerên wan diyar in) hatin înfazkirin. Îro jî ji hêla gladyoya Qesrê ve bi awayekî hovane tê meşandin."

KCD'ê destnîşan kir, ku tiştên duh li Cizîrê hatin kirin û îro li gundê Xerabê Bava dewam dikin, nêzîkatiya hikûmet-dewleta AKP'ê ya li gelê Kurd nîşan dide.

KCD'ê got, "Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêkanînên şerê taybet ên li Kurdistanê, ji hovîtiya Cizîrê vir ve bi awayekî sîstematîk li ser gelê Kurd tê meşandin. Divê ti kes li hemberî ev zilm û hovîtiya ku gotin nikare wê vebêje ya tê meşandin bêdeng nemîne."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: 

"Xuya ku faşîzm ji hovîtî, zilm û tirsê xwedî dibe. Faşîzma AKP-MHP'ê sazîbûna xwe ya faşîst a dewletê pêş dixe; welat, Tirkiye û Kurdistanê ber bi dojehê ve dibe û di nava xefleta ku bihûşta xwe ava bike deye. Tişta ku hewl didin li gundê Xerabê Bava bide kirin, qirkirina Kurdan e. Her ku em ber bi refendûmê ve diçin tê dîtin ku bê dixwazin çawa gelê me rehîn bigirin, ev nîşaneya wê ye.

Ev 12 roj in gundê Xerabê Bava ji hêla leşkeran ve hatiye, nahêlin ne ti kes biçin gund û ne jî ji gund derkevin. Dîmen û nûçeyên ji hêla medyaya şer a AKP'ê ve tên weşandin û dîmenê şewitandina malan hovîtiya li gund radixe ber çavan. Bi taybetî astengkirina heyetan fikarên me yên li ser jiyana welatiyên me yên li gund asê mane zêdetir dike. Ev hovîtî û zilm careke din nîşan da ku gelê kurd bi komkujiyeke gelekî cidî re rû bi rû ye. 

Ev qirkirina li hemberî gelê Kurd tê meşandin nîşan dide ku wê ti sînoran nas neke. Û dîsa xuyaye ku di şexsê Kurdan de ev komkujî ji bo tinekirina rengîniya civakên Tirkiyeyê ye. Li ser vê bingehê em bang li kesên xwe re dibêjine ez mirov im, hemû dînamîkên civakê dikin ku li hemberî vê hovîtî û zilmê bêdeng nemînin û vê hovîtiyê rawestînin."