KCD: Bi hemû pêkhate û gelê xwe re em ê beşdarî Meşa Gemlîkê bibin

KCD'ê diyar kir ku ew ê beşdarî meşa ji bo azadiya Ocalan a ber bi Gemlîkê ve bibin û destnîşan kri ku şer û kaos bi azadiya Ocalan re dikare bi dawî bibe.

KCD'ê diyar kir ku ew ê beşdarî meşa ji bo azadiya Ocalan a ber bi Gemlîkê ve bibin û destnîşan kri ku şer û kaos bi azadiya Ocalan re dikare bi dawî bibe.

Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratî (KCD) der barê Meşa Gemlîkê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke sermuzakerevan da destpêkirin veguheriye şerekî ku AKP'ê û Erdogan bi dilrehetî li ser navê civaka Tirkiyeyê daye destpêkirin û zarokên vî gelî dişîne vî şerî. Ya ku encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê derxist holê, biryardariya rêveberiya bi hev re ye. AKP û Erdogan ên ji vê encamê razî nebûn, hewl didin welêt bixin nava kaosê û ji vê kaosê jî encamekê ji xwe re derxînin." KCD'ê da xuyakirin ku AKP beriya hikûmet ava bike, li dijî daxwaza jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê ya li gorî neteweya demokratîk, şer îlan kiriye. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP bi bombekirina Kurdên yekane hêza DAIŞ'ê qels dikin, bi şerê xwe yê li kolanan û bi girtinan re bi tenê moralê dide DAIŞ'ê. KCD'ê destnîşan kir ku şer û kaos bi azadiya Ocalan dikarin ji holê rabin.

'EM Ê TEVLÎ MEŞA BI RÛMET BIBIN'

Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê did axuyaniya xwe de got, "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em ê bi hemû pêkhate û gelê xwe re tevlî meşa bi rûmet a TUHAD-FED'ê ya bi dirûşmeya 'Bi sed hezaran mirovan re em ji bo azadiya Ocalan dimeşin' bibin."