Kaya: Li hember qetlîamek sivîl a li Nisêbînê divê her kes hişyar be

Piştî daxuyaniya YPS’ê, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku li navçeyê bi hezaran sivîl bi mehan e dest ji navçeyê bernedane û li ber xwe didin. Li hember qetlîamek sivîl banga xwedîderketina Nisêbînê kir.

Piştî YPS’ê da xuyakirin ku hêzên xwe ji Nisêbînê kişandine, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya axivî, ev bang kir: “Li hember qetlîamek sivîl a li Nisêbînê divê her kes hişyar be.”

YPS/YPS-JIN’ê, piştî berxwedana bi mehan a li Nisêbînê, îro da xuyakirin ku hêzên xwe ji Nisêbînê dikşînin, hişyarî dabû ku êrîşên yekser li ser sivîlan wê di asta qetlîamê de bin.

Piştî daxuyaniya YPS’ê, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku li navçeyê bi hezaran sivîl bi mehan e dest ji navçeyê bernedane û li ber xwe didin. Li hember qetlîamek sivîl banga xwedîderketina Nisêbînê kir.

‘JI VÊ SAETÊ Û ŞÛN DE HER CURE ÊRÎŞ WÊ LI SER SIVÎLAN BE’

Kaya bi bîr xist ku ji ber “qedexeyên derketina derve” û êrîşan hin Nisêbîniyên malên xwe terikandibûn hebûn, destnîşan kir ku hejmarak girîng sivîl jî li malên xwe mane û Nisêbîn neterikandine.

Kaya ragihand ku li taxên Devrîm, 8 Mart, Yeşîlkentê, Bariş, Selahaddîn Eyyûbî û Yenî Tûranê mirovên sivîl bi awayekî zêde dijîn, diyar kir ku li Taxa Gîrnavas a li ser rêya Îpekê jî sivîl hene. Kaya got niha nêzî 50 hezar sivîlî li taxên Nisêbînê dijîn, da xuyakirin ku piştî kişandina hêzên YPS’ê, êrîş wê yekser li ser sivîlan be.

‘LI CIHÊN XENDEK NÎNIN, BOMBEKIRIN Û TALANKIRIN HENE’

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya agahî da ku 8-9 hezar mal ji aliyê hêzên dewletê hatine hilweşandin, got hêzên dewletê li tax û nava sûkê yên ku xendek lê nînin jî bombe dike, hildiweşîne, kargehan talan dike.