Karayilan: Xwedî li berxwedana lehengî ya gelê Efrînê derkevin

Mûrat Karayilan: Çawa ku Tirkiyeyê bi destê çeteyên DAIŞ'ê xwest Kobanê bi dest bixe, niha jî Efrîn kiriye hedef. Gelê Kurdistanê, çawa ku xwedî li Kobanê derket, divê îro jî xwedî li berxwedana lehengî ya gelê Efrînê derkeve.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Lazim e gelê Kurdistanê, raya giştî ya navneteweyî, hêzên pêşverû yên Ereb vê baş zanibin; Di rewşa heyî ya Sûriyeyê de rola AKP'ê diyarker e. Armancên gelekî qirêj ên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê hene. Tevî vê yekê, çawa ku Tirkiyeyê xwest bi destê çeteyên DAIŞ'ê Kobanê bi dest bixe, niha jî Efrîn kiriye hedefa xwe. Lazim e gelê me û raya giştî ya pêşverû li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne. Gelê Kurdistanê, çawa ku xwedî li Kobanê derket girîng e îro jî xwedî li berxwedana lehengî ya gelê Efrînê derkeve. Rewşeke cidî heye. Bêguman ev rewş di asteke cidî de bandorê li me jî dike. Çima? Ji ber ku li wir gelê Kurd dijî."

Li gorî hin nûçeyên çapemeniya Tirk; 'rayedarên Tirk pêşveçûna hêzên PYD'ê ber bi El Babê ve tespît dikin, vê ji rayedarên DYA'yî re radigihînin û dixwazin vê pêşveçûnê bisekinînin. Di vê navberê de dibêjin, we jî bi rêya bêtêlê fermana venekişin dane, ev axaftina we ya bi bêtêlê hatiey qeykirin, ji ber ku pêşî li hêzên li vir nehatiye girtin, Tirkiye li ser vê yekê dest bi êrîşa hewayî kiriye'. Ev îdîa çiqasî rast e? Bi rastî tiştekî wiha heye? We fermaneke bi vî rengî dan?

Ev nûçeyeke derewîn e. Ti têkiliya min bi hêzên li wir re nîne. Ti têkiliya min ne bi hêzên li wir, ne jî yên li devereke din a li Rojava re nîne. Lewma nepêkane ku min bi rêya telefonê yan jî bêtêlê bi wan re têkilî danî be. Eger qeyd kiribin, bila fermo nîşan bidin. Ev agahî bi temamî derew e. Lê di bingeha hemû senaryoyên dewleta Tirk ên li dijî Rojava de dereweke mezin, xapandineke mezin, namerdiyek heye. Beriya her tiştî yên li herêma Şehbayê bûne hedefa êrîşa dewleta Tirk û niha li dijî dewleta Tirk û komên wê yên çete li ber xwe didin, PYD û YPG nîne. Hêzeke bi navê Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) e ku ji 6-7 komên cuda yên niha nikarim navê wan jî bilêv bikim, pêk tê. Di nava van koman de hin jê komên Kurd in -ku ev ji Kurdên li herêma Şehbayê dimînin pêk tê-, hin jê Erebên pêşverû, komên xwedî nêrîna demokratîk û koma Meclîsa LeşkerÎ ya Babê ye.

Ji ber ku ev Kurd in û dostên Kurdan e, dewleta Tirk van dikin hedef. Çawa ku li Tirkiyeyê Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyî yên dostên Kurdan dibin hedef, li Sûriyeyê jî heman tişt tê kirin. Yanî yên bûne hedef Kurd in û komên Ereb ên dostên Kurdan e. Li gorî TC dibe ku sûcekî din ê van hebe! Ew çi ye? Ragihandine ku di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cih digirin, ku YPG jî di bin vê sîwanê de ye. Her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi xwe eşkere kir, ku ew piştgiriyê dide berxwedana li wê derê, piştgiriyê dide armanca pêşveçûna ber bi Babê ve. Ji xwe Fermandariya YPG'ê ya Efrînê ev bi rengekî vekirî eşkere kir; da xuyakirin ku ew ê destekê bide hêzên şoreşger ên li vê derê.

Di vir de pirsgirêk ev e: Tirkiyeyê komên terorîst ên sûcên li dijî mirovahiyê kirine di bin navê 'hêzên mûxalefeta nerm' de li hev civandiye û bi hêza xwe dest li axa Sûriyeyê werdaye. Van koman li pêşiya xwe weke perdeyekê bi kar tîne. Naxwe ti hêza şerkirinê ya wan koman nîne. Dewleta Tirk ji bo pêşî li avabûna Sûriyeyeke demokratîk bigire û nehêle Kurd di nava vê Sûriyeya demokratîk de bibe xwedî statu, êrîş dike. Yanî êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şehbayê, li dijî statuya Kurdan û Sûriyeya demokratîk e. Bi rengekî vekirî dijminatiyê li Kurdan dike. Dixwaze li ser Sûriye û Iraqê hegemonyayê ava bike. Ji xwe, ma ne Erdogan bû ku duh got, 'Ev sînorên heyî bi zorê bi me dan qebûlkirin'. Beriya niha jib o Lozanê jî heman tişt negotibû? Wekî din negotibû 'Tirkiye ya wê mezin bibe yan jî biçûk bibe' me biryara xwe di mezinbûnê de dane! Rewş eşkere ye; dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan dixwaze dest li vîna gelan werde û li ser vê bingehê sîstema xwe ya dîktatorî, feraseta xwe ya mezhebî û helwesta xwe ya antî demokratîk li ser hemû herêmê ferz bike.

Efrîn ev pênc sal in ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve hatiye dorpêçkirin. Li wê derê zêdeyî mîlyonek mirov dijîn. Li dijî wan dorpêçî û ambargo heye. Lê belê Ereb, Tirkmen û Kurdên ji ber çeteyan direvin, îro hemû xwe li Efrînê digirin. Bi hezaran mirovên ji ber van êrîşên Tirkiyeyê reviyan e niha gihîştine kampên penaberan ên li Efrînê. Dixwazin van mirovan tengav bikin. Tank li dora Efrînê civandine û bi topbaranê dixwazin bixin bixin bin kontrola çeteyan. Planên bi vî rengî dikin.

Lazim e gelê Kurdistanê, raya giştî ya navneteweyî, hêzên pêşverû yên Ereb vê baş zanibin; Di rewşa heyî ya Sûriyeyê de rola AKP'ê diyarker e. Armancên gelekî qirêj ên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê hene. Tevî vê yekê, çawa ku Tirkiyeyê xwest bi destê çeteyên DAIŞ'ê Kobanê bi dest bixe, niha jî Efrîn kiriye hedefa xwe. Lazim e gelê me û raya giştî ya pêşverû li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne. Gelê Kurdistanê, çawa ku xwedî li Kobanê derket girîng e îro jî xwedî li berxwedana lehengî ya gelê Efrînê derkeve. Rewşeke cidî heye. Bêguman ev rewş di asteke cidî de bandorê li me jî dike. Çima? Ji ber ku li wir gelê Kurd dijî.

Di çapemeniya Tirk de tê gotin, 'Balafirên şer ên Tirk li kampên PYD-PKK û YPG'ê xistine'. Çima nûçeyên bi vî rengî tên amadekirin?

Dewleta Tirk-Erdogan, bêyî li ber xwe bikeve, bi rengekî ji xwe fedî nake, gotina PYD-PKK û YPG'ê li ser zimanê xwe her digerîne. Timî dubare dike. Ev yek namerdî ye, derew e. Qaşo min gotiye 'ji wir venekişin'. Li ser vê yekê jî dewleta Tirk bi balafiran êrîşî wê derê kirine. Îdîa dikin ku 200 kes kuştine. Dibêjin 'Me derb li PKK'ê xistin'. Ev dereweke mezin e.

Li wir PKK nîne. Li wir Ceyş El siwar û YPG hene. Gotinên ku dibêjin di navbera YPG, PYD û PKK'ê de têkiliyeke organîk heye, dereweke mezin e. Dewleta AKP/Erdogan ji bo Kurdan bike hedef, vê derewê dike. Ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî, hîn bêhtir derewan û agahiyên şaş li vê yekê zêde dike û vê hedefa xwe derdixîne pêş. Hem gelê xwe dixapîne, hem jî dixwaze gelên cîhanê bixapîne. Qaşo jê heye wê DYA bixapîne. Li wir gelê Kurd heye. Li Efrînê 1 mîlyon 200 hezar Kurd dijîn. Dixwaze bêje PYD-PKK û bi vî rengî Kurdên li vir bikin hedef û bigihêjin armancên xwe. Rastiya eşkere û li pêş çavan ev e.

Li dijî siyaseta derewîn, înkar û dijminatiya li Kurdan a AKP'ê, lazim e hemû hêzên navneteweyî hişyar bin. Divê gelê Kurd û hêzên pêşverû li pêşberî vê bêdeng nemînin. Niha jî dibêje 'Ez ê berê xwe bidim Babê'. Gelo ew çeteyên ku niha pê re, berê ne li Babê bûn? Dema ketin nava Babê çi kirin? Di sala 2012'an de dema ev ketin nava Babê, ji qatê şeşemîn ê avahiyan, mirov avêtin jêrê û kuştin. Bi dehan mirovên ji gelê Babê bi vî rengî kuştin. Ji ber vê yekê, tirs ketiye nava gelê Babê. Li pêşberî me komên bi vî rengî yên xwedî pêkanînên hovane û terorîst û rastiya dewleteke piştgiriya van dike, heye.

Berxwedana Ceyş El Siwar a li ser navê demokrasî, mirovahî û gelan dimeşîne, berxwedaneke mezin û watedar e.

Bi kurt û kurmancî ew nûçeyên hatine weşandin ti eleqeya xwe bi rastiyê nîne. Bi temamî derew in, berevajîkirina rastiyan e. Dewleta Tirk dixwaze rastiyên li Rojava ji sedî sed berevajî bike û bi vî rengî nîşanî raya giştî ya cîhanê bide. Dixwaze DYA, Yekîtiya Ewropa û hin hêzên din bi vê bidin bawerkirin, wan bikin hevparê êrîşên xwe yên dijminatiya li gelê Kurd û yan jî wan notr bikin. Li holê lîstikeke mezin heye. Lîstikên zexel û qirêj hene. Hin hêzên navneteweyî jî dibin hevparê vê lîstikê. Eger îro li bakurê Helebê li Şehbayê berxwedaneke mezin li dijî vê tê nîşandan, ev gelekî watedar û însanî ye. Berxwedana Ceyş El Siwar a li ser navê demokrasî, mirovan û gelan dimeşîne, berxwedaneke mezin û watedar e. Em heta dawiyê piştgiriyê didin vê berxwedanê. Û divê hemû hêzên demokratîk ên pêşverû jî destekê bidin. Lazim e gelê Kurd jî heta dawiyê xwedî li vê berxwedanê derkeve. Bi qasî ku di çapemeniyê de hat weşandin, şehîdên li wir hatine dayîn, ne bi qasî îdîayên dewleta Tirk e. Lê belê berxwedaneke girîng derketiye holê, şehîd hene. Lewma em hemû şehîdên di vê berxwedanê de şehîd bûne bibîr tînin û ji rêxistinên wan û malbatên wan re sersaxiyê dixwazin.

Di êrîşa bi ser Kerkûkê de rista AKP-Erdogan çiye?  Hûn çawa dinirxînin?

Îdîaya ku di vê êrîşê de jî destê dewleta Tirk heye îdîayek wiha ye ku tê nîqaşkirin û ji bo vê jî îdîayeke cidî ye. Li pişt wê hovîtiya ku bikevin bajarê Kerkûkê û li wir mirovan qetil bikin kî heye? Dibe ku ne rasterast lê bi awayekî nerasterast bi îxtîmaeleke mezin rista dewleta Tirk tê de hebe. Armanc ew e  ku şer belavî qada Kerkûkê bikin û operasyona Mûsilê pûç bikin. Niha gundên ku dewleta Tirk dixwaze ji Ceyş El Siwar bistîne, Ceyş El Suwar ji kê stand? Binerin, Ceyş El Siwar ji DAIŞ’ê distîne û dewleta Tirk jî  li Ceyş El Siwar dixe! Ev ne destekeke hişkere ye? Piştevaniyeke hişkere ya ji bo DAIŞ’ê ye. Bi heman mebestê çûye Başîkayê û bi armancên hevşin êrîşeke bi ser Kerkûkê de heye. Di van êrîşan de gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Ez sersaxiyê didim malbatên kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dayin û sersaxiyê didime hemû gelê Kerkûkê. Wan berxwedaneke mezin nîşan dan û bi lehengiyê bajarên xwe parastin û di vê rêyê de şehîd bûn. Rihê wan şad be. Em ê li bîranînên wan xwedî derbikevin û heta dawiyê Kerkûkê biparêzin. Kerkuk ti caran wê bi dest çeteyên faşîst ve neyê berdan. Gerîlayên azad ên Kurdistanê çawa ku li hemû deverên Kurdistanê dike, li Kerkûkê jî peywira pîroz a parastinê ku li ser e, wê  li Kerkûkê jî bi şayanî pêk bîne.

Meseleya esil ew e ku bê ka kî li pişt êrîşê ye. Van êrîşan DAIŞ dike lê kê DAIŞ anî vê astê? Di vir de rista AKP û Erdogan çiye? Her kes baş dizane heke îro DAIŞ hatibe vê astê, siyaseta Erdogan ku dimeşîne gelek destek da çeteyên selefî. Niha dixwazin li ser vê bigirin. Di vir de rista AKP û Erdogan gelek e û ev rastiyeke hişkere ye. Taktîka Erdogan ev e; Erdogan her carê ji bo ku qirêjiyên xwe binixumîne, taktîka êrîşê bi kar tîne û zenê tîne ser yê pêşberî xwe. Çawa ku dema  li Tirkiyê dizi û nelirêtiyên wan hişkere bûn, ji bo ser wan binixumîne dest bi êrîşê kir, niha jî ji bo ku sûcên wê yên ku bi DAIŞ’ê re kirin dernekevin holê, hesabê van neyê pirsîn, xwedêgiravî li ser navê ku bi DAIŞ’ê re şer dike, zimandirêjiyê li her kesî dike, êrîşî her kesî dike û bi vê taktîkê armanc dike ku rûyê xwe yê qirêjî veşêre. Lê wê nikaribe vê pêk bîne. Ji ber ku heqîqet li ber çavan e. Ev heqîqet ti caran wê nikaribin werin veşartin. Sûcên ku AKP-Erdogan kirine bi teqezî wê derkevin holê û ev seltanatiya li ser derewan ji hemû aliyan ve wê ji hêla hemû dinyayê ve were dîtin. Dinya hemû wê temaşeyî hilweşîna vê seltenatiya derewan bike. Ji bo vê jî, beriya her tiştî li dijî vê êrîşa faşîst-mêtinger li her deverê divê berxwedan were rêxistinkirin û berfirehkirin.