Karayilan: Wê heta dawiya hilbijartinan ti çalakiyên me tinebin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan da zanîn ku heta dawiya hilbijartinan wê ti çalakiyên wan pêk neyên.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan got: “Bi taybet heta dawiya hilbijartinê wê ti rewşa me ya berê xwe dide şîdetê tinebe. Lê ev heye, leşker her roj di nava tevgerê de ne, ger bi ser hêzên me de biçin wê mafên xwe yên parastina rewa bikar bînin.  Yanî dema rewş bibe mijara  can, wê rewş biguhere. Ji bilî van rewşan wê hêzên me bi ti awayî şîdetê bikarneyne. Ger rewşa provokasyonê pêş bikeve, divê bê zanîn ku ev ji hêzên dewletê pêk tên.

 Murat Karayilan ji Mednûçeyê ji Erdal Er re têkildarî hilbijartinê de axivî.

OPERASYONÊN LEŞKERÎ DIDOMIN

Karayilan da zanîn ku ev demeke artêşa Tirk hewl dide rêbazên agirbestê xera bike û got niha jî ev didome û li herêmên gerîlayan tevgera leşkerî didome. Karayilan wiha berdewam kir: “ Ger hestiyarî û baldariya hêzên me tinebûna wê heta niha pevçûn bihata jiyîn. Ez bi hêzên me yên sînorên Tirkiyeyê re ketim têkiliyê û min hişyariya pêwist û agahî danê. Gerîla bi hestiyar tevdigere. Çend caran bi armanca hişyaryê gule barandine. Ji bilî tê astengkirin ku ev tevger veguherin pevçûnan.  Ev bi tevahî bi hestiyariya me pêk tê.”

JI ALIYÊ ME VE TI TEHDÎD TINE

Karayilan da zanîn ku fermandariya giştî hinceta operasyonan girêdayê ewlehiya hilbijartinan dibîne û got ev ne raste, ti eleqeya wê pê nîne û wiha pê de çû: “ Perspektîf û talîmata me eve; em desturê nadin zemîna ti operasyonê.  Di vê mijarê de hêzên me raste rast tevnagerin. Di pevçûnên li Tendurek û Giyadînê de jî  gerîla li cihê xwe bû. Rojeke din wê bernameyek hebûye.  Bi şevê leşkeran dibin herêmê. Temasa li wir wisa destpê kiriye. Li wir ti pisgirêka ewlehiyê tine.  Her kes li cihê xwe ye. Ji alî me de tehdîdek tine. Artêşa Tirk dixwaze şer bike. Dixwaze demildest pevçûn dest pê bikin.  Em vê ji nêzîkatiyên wan fêm kin.

Li sînorê Qilabanê girekî 300 metre nêzî hêzên me girtin. Ji wî girî êrîşî hêzên me kirin. Gelo niha em jî bêjin şer wê çi bibe? Wê pevçûn destpê dike, wê biguhere pevçûna xeta sînor.  Li cihên cuda jî rewşên wisa hene.  Li wir heman tişt tinene.”

Karayilan di beredewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e. Lê şîdet û komkujiyan pirsgirêk çareser nekir. Tirkiye di aliyê çareseriyê de nekare pêngavekê pêş bikeve. Ne di demokrasî, ne di aborî û ne jî di siyasetê de dikare pêşketinek baş bijî. Ev rastiyeke. AKP ji roja ku hatiye ser kar heta niha bi taktîkên hilbijartinê nêz bûye. Ji civakê re dibêje ez Tirkiyeyê sererast dikim. Dibêje ez ê pevçûnan bidim rawestandin.  Ji bo vê jî beriya her hilbijartinê daxwaz kiriye agirbest bê îlankirin. Ev bi rêbazên cuda kiriye. Heyet şandine Îmraliyê. Beriya hilbijartinan her tim agirbest hedef kiriye. Bi kurtasî armanca AKP’ê eve ku bê pevçûn bikeve hilbijartinan û encamê bigire.

Niha jî di vê pêvajoyê de Rêbertiya me xwe vê nêzîkatiya AKP’ê binirxîne.  Rêbertiyê got divê pêvajoya muzakereyê pêş bikeve, heyeta şopandinê bê avakirin, Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bikeve dewrê û got berovajî vê wê pevçûn bikeve rojevê.  Erdogan û AKP’ê jî j bo hilbijartinê bersiva erênî da. Lê di alî zîhnî de niyeta wan ya çareseriyê nîne.  Bi mudaxalekirina Erdogan pêvajo sekinî.  Çima? Kes nizane. Erdogan encamên anketan dît ku ne li gorî başiya wane.  Ji ber bi pêvajoya çareseriyê re projeyeke din a Rêbertiyê hebû.

RÊBERTIYÊ XWEST HEMÛ KESÊN CUDA HATINE DÎTIN BIBE MECLÎSÊ

Proje ev bû ku hemû aliyên cuda hatine dîtin, hemû bawerî û olên li Tirkiyeyê di bin sîwaneya HDP’ê de bên cem hev û benda ji sedî 10 bê derbaskirinê û bikevin parlamentoyê.  Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke pirsgirêka yekparêziyê ye. Ev pêngaveke girîng bû. Wan jî li anketan nihêrtin ku HDP bendê derbas dike.

PROJEYÊN ERDOGAN TÊK DIÇIN

Vê bandorek wisa kir ku ger HDP bendê derbas bike wê projeyên AKP’ê têk biçin. Hilweşin.  Erdogan mêze kir ku plan hildiweşe, nekare encamê bigire, siyaseta bila agirbest be, îstîkrar hebe û pevçûn nebe, bi tevahî guhert. Ji kengê de? Ji Newrozê de. Erdogan got ‘pirsgirêka Kurd tine’. Piştre got ‘hewcedarî bi heyeta şopandinê tine, ez şaş dibînim.’ Ji daxuyaniya Dolmabahçeyê got ‘naverokek wê ya demokratîk tine. Şaşe. Ez beşdarî vê nabim.’ Got ‘alî tine, masetine, ti tişt tine’. Ev tiştekî cidiye.”

ERDOGAN JI BO PÊŞÎ LI DENGÊN HDP’Ê BIGIRE MIRINA LEŞKERAN DIXWAZE

Karayilan destnîşan kir ku di rewşa ku leşker bimirin de welatiyekî Tirkiyeyê yê ji welatê xwe û artêşa xwe hez dike, dikare dengê xwe nede HDP’ê û wiha berdewam kir: “Erdogan dixwaze pêşî li vê bigire. Ji bo deng neçin ji HDP’ê re mirina leşkeran dixwazin. Ji xwe êrîşê HDP’ê dikin.  Ew tiştekî cuda.  Dixwaze bi vî awayî ji mirina leşkeran fêdeyê bigire. Bêguman ev polîtîkayek qirêje. Mînak Rêber Apo pêşî li pêvajoya 6-7’ê cotmehê girt.  AKP’î li şûna ku ji Rêber Apo re duayan bikin tecrîdê lê dikin, êrîş dikin.  Rêber Apo her tim pêşî li pevçûnên mezin girtine. Hema hema di her demê de wisa bû.

AKP XWE JI ŞER RE AMADE DIKE

Me hin agahiyên din jî girtin. Li aliyekî taktîkên hilbijartinê timeşînin. Ev raste.  Di vê çarçoveyê de polîtîkayên cuda di rojevê de ne.  Li aliyê din hikûmeta AKP’ê dewletê ji şer re amade dike. Di vê mijarê de agahiyên me hene.

Bi rastî niha Tirkiye rojên girîng dijî.  Ev hilbijartin di alî dîroka Tirkiyeyê de hilbijartinên gelek girîngin.  AKP neçare hilbijartinê qezenc bike, wisa difikire. Çima? Ji ber AKP hilbijartinan winda bike, dikare bê darizandin. Tirsa vê dijîn. Rêber Apo di vê mijarê de hişyarî kir.”

Karayilan bi lêv kir ku ji 60’î zêdetir êrîş li dijî HDP’ê pêk hatine û got êrîşên li Edene û Mersînê  êdî sînor bezandine û wiha pê de çû: “Derfetên teknîkî yên polisan gelek zêdene. Di 24 saetan de dikarin bûyerê ronî bikin. Yanî ne mumkune ku polîs êrîşên li HDP’ê tên kirin nizane.  Hikûmet vê dizane. Dizane kî van êrîşan dikin.  Dikare demildest êrîşkar bên dîtin. Em vê baş dizanin.  MHP têkildarî êrîşan de hikûmet nîşan da. AKP dixwaze vê bike ser MHP’ê. Dixwazin bikin ser me.

AKP’Î DEREWAN DIKIN BILA BELGEYAN NÎŞAN BIDIN

Em wek gerîla dibe ku destekê bidin partiyekê.  Em dikarin ji derdora xwe re bêjin dengê xwe bidin vê partiyê. Ev mafê me ye. Lê em ranabin û tehdîdan li gel nakin.  Lê wekîlên AKP’ê derdikevin derewan dikin. Bila belgeyan nîşan bidin.  Dibêjin zarok û ciwanan otubus kevir kirine. Ez behsa hêzên me yên fermî dikim. Tiştek wisa tine.

HETA DAWIYA HILBIJARTINÊ WÊ ÇALAKIYÊN ME TINEBIN

Ya duyem hilbijartin ji bo civaka Tirkiyeyê gelek girîngin. Her kes li dijî tercîha hev divê rêzdar bin. Ez vê zelal dibêjim, heta dawiya hilbijartinan emê bi ti awayî serî li şîdetê nebin. Lê ev heye, leşker her roj li ereziyê di nava tevgerê de ne, ger bi ser hêzên me de biçin wê hêzên me mafê xwe yê parastina rewa bikarbîne û bersivê bide.  Yanî dema mijar bibe can, rewş wê cuda be. Ji bilî vê jî hêzên me wê bi ti awayî şîdetê pêk neynin. Bila vê zanîn ku ger operasyonek pêk bê, ev ji hêzên dewletê diqewime. Ev ji bo me zelal e.

Ji niha ve dibêjin wê HDP di bin bendê de bimîne, dibêjin ji bo HDP bendê derbas dike PKK çalakiyan pêk tîne. Çi eleqeya vê pê heye.  Gelek daneyên ku nîşan dide wê HDP bendê derbas bike hene. Anket hene.