Karayilan: Ji bo Xerabê çi ji destê me tê divê em bikin!

Mûrat Karayilan: Li Xerabê Bava komkujî û zilm heye; wê sibe li gundekî din rû bide. Weke civaka Kurd divê em li pêşberî vê zilmê bêdeng nemînin; em xwedî li hev derkevin. Li ber vê rabin û çi ji destê me tê divê em bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a Radyoya Dengê Kurdistanê bû. Karayilan hovîtiya dewleta Tirk a li gundê Xerabê û mijarên di rojevê de ne, nirxand.

LI GUNDÊ XERABÊ XETERÎ LI SER JIYANA MIROVAN HEYE

Karayilan got, "Çapemenî qala dorpêçiya 11 rojan a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê dike. Her wiha behsa hin şehîdên şoreşê dike. Der barê vê mijarê de me agahiyeke taybet û zelal bi dest nexistine. Lê belê niha li wê derê zilmeke mezin heye. Ev 11 roj in li gundê Xerabê dor li gelê me hatiye girtin. Nayê zanîn bê heta niha çend kes hatine kuştin, çend kes hatine girtin. Gund bi temamî dîl hatiye girtin. Mirov li nava malên xwe hatine hepskirin. Nahêlin gundî êm bidin heywanên xwe jî. Ew heywan ji nêza dimirin. Xeterî li ser jiyana van mirovan heye. Nayê zanîn bê çend kes kuştine, çiqas zerar dane. Ya ku tê zanîn ew e; li meydana gund îşkence li mirovan kirine û hin şehadet hene. Yanî li wê derê, di vê sedsalê de hovîtiyeke gelekî mezin heye. Rewşa li wir mîna Cizîra duyemîn e.

'EGER TU BÊDENG BE, WÊ FAŞÎZM NESEKINE'

Beriya niha bi hefteyekê, cewrikek ketibû bîrekê; çapemeniya Tirk 10 rojan ev kir rojev. Di sê rojên dawî de ev kir manşet. Lê belê îro li gundekî Kurdistanê, xeterî li ser jiyana kûçikan, berxikan û li ser jiyana mirovan heye. Gef li sedan mirovî tê xwarin, lê çapemeniya Tirk bi gotinekê jî qala vê bûyerê nake. Ev yek durûtiya mêtîngerî û sîstema bûrjûva ya Tirk radixe pêş çavan. Ka mirovahî, ka hiqûq û demokrasî? Dema mijar ew bin, hingî van tiştan dixin rojevê.

Niha hin parlamenter û siyasetmedarên Kurd dixwazin xwe bigihînin gund, lê dewlet nahêlin bikevin nava gund. Eşkere ye li wê derê zilmeke gelekî mezin heye. Bêdengiya li pêşberî vê zilmê, dûrketina ji mirovahiyê ye. Ji vê zilma îro li Kuridstanê tê kirin, ne tenê AKP û MHP berpirsyar e, di heman demê de her kesên li vê temaşe dikin berpirsyar in. Dijmin zilmê li gelê me dike; eger tu li pêşberî vê zilmê bêdeng be, zilm wê nesekine, faşîzm wê nesekine. Niha tê dîtin, ku eger gelê me li hemberî komkujiyên li Cizîr û cihên din bi têrkerî daketibûya kolanan û xwedî li wan deveran derketibûya, wê pêşî li wan komkujiyan bihata girtin û li Xerabê Bava jî îro rewşeke bi vî rengî dernediket holê. Lazim e em bi vê zanibin.

'BÊDENGIYA GELÊ ME NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Eşkere û li pêş çavan e; dewleta Tirk li gorî xwe ceza li gelê me dibire. Mîna li Roboskî dixwaze gelê me ceza bike. Di vê rewşê de, gelê me lazim e mîna li Roboskî xwedî li Xerabê jî derkeve. Zelal e, dewlet ji vî gundê ku ji berê ve xwedî li nasnameya xwe derdikeve, hez nake. Dorê lê digire, malan dişewitîne, xera dike; li mirovên gund dixe û digire. Ne diyar e bê çend kes kuştine. Lê belê bêdengiyeke bi vî rengî bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye.

Min ji çapemeniyê şopand; siyasetmedarên Kurd banga 'em diçin; bila gelê me jî bê' kirin. Divê gelê me bersivê bide vê bangê. Divê êdî tirsê û xwevegirtinê ji ser xwe bavêje. Ji ber ku li vî gundî komkujî û zilm heye; sibe wê li gundekî din rû bide. Weke civaka Kurd, lazim e em li pêşberî vê zilmê bêdeng nemînin; xwedî li hev derkevin. Divê me li ber rabin û çi ji destê me tê wê bikin. Ev yek mafê gelê me û ji bo hebûna me jî pêwîstî ye. Li wê derê mirovahî tê binpêkirin, bi her awayî hovîtî tê kirin. Girîng e gelê Kurd li ber vê hovîtiyê rabe û xwedî li xwe derkeve. Mînak; di serî de Amed lazim e hemû herêm êdî di vê çarçoveyê de hin gavan bavêjin. Xwedîderketina li xwe divê weke karaktera serdema nû bê dîtin. Ji ber ku eger ev nebe, yanî li cihê ku dijmin êrîş dike berxwedan neyê nîşandan, hingî wê dijmin nesekine. Tifaqa AKP-MHP'ê li ser dijberiya li Kurdan û faşîzma li ser Kurdistanê dimeşe. Li ser vê bingehê dixwaze dîktatoriya xwe ava bike. Ji ber vê yekê, divê her Kurd li ber vê rabe. Bêguman ev wezîfeya her kesî ye. Gelê Tirk û her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' lazim e li pêşberî vê zilmê bêdeng nemîne. Bêdengî hevkarî ye. Pêwîste  her kes bi vê zanibe. Ez bawerim wê gelê me ji niha û pê ve hê bêhtir xwedî lê derkeve. Ji ber ku tê dîtin hem li hundir hem jî li derveyî welat pêngava xwedîderketinê der bûye. Bêguman divê mirovên me yên li Ewropayê li vê zilmê temaşe neke û bêdeng nemîne. Pêwîste her tiştên li gundên Kurdistanê diqewimin ji tevahiya cîhanê re ragihînin. Weke Kurd lazim e em xwedî li hev derkevin. Serdema em tê de ne, serdemeke bi vî rengî ye."

'DIJMINÊ KU LI BAKUR Û ROJAVA BI SER NEKET, ÊRÎŞÎ BAŞÛR DIKE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bibîr xist, ku di nava 3 rojên dawî de êrîşên bi balafirên şer ên mêtîngeriya Tirk ên li dijî qadên gerîla zêde bûne û got, "Êrîşên berfireh tên kirin. Sedema van êrîşan ew e; plana zivistanê ya dewleta AKP-MHP'ê ku li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xist meriyetê, bi ser neket. Hem li bakurê Kurdistanê ji operasyonên li dijî gerîla ti encam bi dest nexistin, hem jî tevî girtina gelek siyasetmedar û nûnerên saziyên Kurdan, nekarî wan teslîm bigirin. Hem nekarî gelê Kurd ji têkoşînê vegerînin, hem jî seknek li dijî wan derket holê. Ji vî alî ve têkçûyî ne. Li aliyê din êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Ji Cerablûsê heta Babê êrîş kirin. Me hê di destpêkê de gotibûn, dewleta Tirk wê li wê derê di nava çiravê de biçike. Niha tam di nava çiravê de ye û ji bo peydakirina 'rê rêbazên derketina ji nava vê çiravê' di nava hewldanan de ye. Ji bo têkçûna xwe ya li vir binixumîne, gotinên 'Em ê biçin Reqayê, em ê bi DYA re tevbigerin' dixe rojevê. Lê belê rastî ew e ku dewleta Tirk li Babê têk çûye; li pêş çavên tevahiya cîhanê rezîl bûye. Her kesî rûyê wan ê rast û performansa wan dît, ku berevajî propagandayên wan e.

Bi kurtasî hem li Bakurê Kurdistanê têk çûn, hem jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê têk çûn. Naxwazin ev têkçûna wan bê dîtin û bikeve rojeva Tirkiyeyê. Ji ber ku Tirkiye di pêvajoya referandûmê de ye. Jİ ber vê yekê radibe rûdinê dibêje 'Ez serketî me, min lê da, ez digirim, ez encamê digirim, ez xeteriyên li pêşiya Tirkiyeyê tine dikim'. Xeteriyên li ser Tirkiyeyê dinepixîne û tiştên ku nîne jî weke ku hene nîşan didin. Tu yê bêjî qey 'em ê Başûrê Kurdistanê bi dest bixin, Rojavayê Kurdistanê bigihînin deryayê', nizanim li nava Tirkiyeyê çi bikin, derewan dixin rojevê. Bi vî rengî hewl didin civaka Tirkiyeyê bixapînin. Û pêwîstiyê bi gavek li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dibînin. Niha ji hewayê êrîş dikin. Dibe ku sibe tiştekî din bikin. Ji ber ku pêwîstiya xwe bi tiştên bi vî rengî heye. Jİ bo vê jî êrîşan dikin. Lê belê, bêguman amadekariyên gerîla li vê qadê hene. Em bawerin, cenga me ya herî mezin jî wê li vê qadê pêk were. Plan û hesabên wan dibe ku hebin; lê belê plan û hesabên gerîla jî li dijî wan hene."

'EV YEK DESTPÊKA ŞEREKÎ MEZIN E'

Karayilan destnîşan kir, ku ev yek destpêka şerekî mezin e û wiha dewam kir: "Li van herêman, şerê navbera me û mêtîngeriya Tirk wê mezintir bibe û ev şer wê bibe şerekî girîng û stratejîk. Dixwazim di vir de vê destnîşan bikim; divê ti kes bi dewleta Tirk nexape, ti kes nebe çeteyê dewleta Tirk, nebe dedektorê dewleta Tirk û nede pêşiya wan. Divê ti kes ewladên Kurdan di oxira berjewendiyên xwe yên qirêj de ji bo mêtîngeriya Tirk bi kar nînin. Ev mêtîngerî li dijî Kurdan şer dike. Divê ti kes ewladên Kurdan bi kar nînin, yanî nedin pêşiya leşkerên Tirk. Ji ber vê yekê, ez careke din bang li cerdevanan, sercerdevnan û eşîran dikim: Dewleta Tirk niha li pêşberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê qels bûye. Têk diçe. Ji ber vê yekê mîna gurên har êrîşî gundên me dike, êrîşî gelê me yê xizan dike. Med ît; dor li gundê Xerabê girtiye û bi rengekî bêrehm ev 11 roj in li wir zilmê dike. Siyasetmedarên Kurd ên bi şev û bi roj qala aştiyê dikin, digire û davêje binê zîndanê. Êrîşî jin û ciwanên Kurd dike. Yanî êrîşî hemû nirxên Kurdan dike. Êrîşî rûmeta Kurdan dike. Cerdevan be an jî ne cerdevan be, divê ti Kurdek ji vê dewleta zalim û bêwijdan re nebe alîkar. Alîkariya ji bo vê dewletê tê wateya dijberiya ol, dijberiya neteweyê, dijberiya mirovahiyê. Ti kesê xwedî ol, wijdan û baweriyê, lazim e bi vê dewleta hov re nebe yek; ji bo pere rûmet, şeref û heysiyeta xwe nefiroşe."

'PÊŞÎ LI KOMPLOYÊ HAT GIRTIN, DOR HATIYE AZADIYÊ'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên îsal ên li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û anî ziman, asta çalakiyan îsal bilind bû. 

Karayilan diyar kir, ev yek bi tena serê xwe têrê nake û got, "Divê em êdî Rêber Apo azad bikin. Bêguman azadiya Rêber Apo di heman demê de azadiya Kurdistanê ye. Yanî divê em êdî azadiyê deynin pêşiya xwe. Ji bilî azadiya Rêber Apo tiştek têra me nake."

'TÊKOŞÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ TÊKOŞÎNA HEBÛN Û AZADIYÊ YE'

Karayilan 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jî nirxand û işaret bi zext, asîmîlasyon û qirkirina li ser zimanê Kurdî kir.

Karayilan ev roj li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, "Têkoşîna me di heman demê de têkoşîna azadî, hebûn, çand û zimanê neteweyekê ye. Divê ziman û çand ti carî neyên qedexekirin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jî îro bi rengekî berfireh ji bo vê têdikoşe."