Karayilan: Hilbijartina şer û aştiyê

Karayilan diyar kir ku eger AKP di vê hilbijartinê de jî bi ser bikeve, wê bixwaze meseleya Kurd bi çekê çareser bike û got, "Dibêje ku piştî hilbijartinê em ê van bidin ber xwe. Divê Kurd, demokrat, aştîxwaz û alîgirên biratiyê vê heqîqetê bibînin.

Karayilan diyar kir ku eger AKP di vê hilbijartinê de jî bi ser bikeve, wê bixwaze meseleya Kurd bi çekê çareser bike û got, "Dibêje ku piştî hilbijartinê em ê van bidin ber xwe. Pêwîste Kurd, demokrat, aştîxwaz û alîgirên biratiyê vê heqîqetê bibînin.

Endamê komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat Karayılan, di bernameyek taybet de ji stêrk tv re axivî û balkişand ser pêşveçûnên dawî li Rojava,pêvajoya hilbijartinan li Tirkiyê, politikayên AKP’ê, girîngiya HDP’ê ya hilbijartina û her wiha bang li hilbijêrên li Ewropa, Kurdistaniyên li rojavayi başur û Qoruciyan kir û diyar kir hilbijartinên 7’ê Hezîranê yan wê bibe hilbijartinên şer yan jî hilbijatinên aştiyê ye.

“DÎZAYNA LI HERÊMÊ HEYÎ NE LI SER ESASÊ EDALET Û WEKHEVÎ YE”

Karayılan, destnîşan kir ku Li herêmê şerek heye, herêm bi tevahî dikele û di lêgerekê de ye û wiha dewam kir: “Roja îro li Rojhilata Navîn pêvajoyekê pir girîng tê jiyan kirin. Li herêmê şerek heye, herêm bi tevahî dikele û di lêgerekê de ye. Aşkere bû ku niha ev pergalê heyî êdî nikare dom bike. Ji bo herêmê dîzaynekê nû pêwîste.” 

Karayılan, divê derbarê de wiha domand: “Dîzayna li herêmê heyî ne li ser esasê edalet û wekhevî ye. Bê îradeya gelên herêmê pergal hatiye danîn. Niha divê ku dîzayn û pergalekê nû bê pêşxistin. Şerê ku îro li herêmê dibe ev tişt carekê din dixe rojevê. Ji bo çareseriya pirsgirêkê herêmê projeyekê zelal pir zêde nîne. Niha yên xwedan proje em in.” 

Karayılan, diyar kir ku tenê projeya wan heye û wiha got: “Em dibêjin ku meseleyên herêma Rojhilata Navîn bi azadî û wekheviya gelan bi perspektîfê netewa demokratîk dikare çareser bibe. Îro em di herêma Rojhilata Navîn de xwedan projene. Hem çareserkirina pirsgirêka Kurd û hem jî çareserkirina tevahiya Rojhilata Navîn ji bo vê projeyê me heye.” 

“BERXWEDANA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ JÎ ŞOREŞA KURDISTAN XIST QONAXEKÊ NÛ”

Mûrat Karayılan, da zanîn ku bi taybet berxwedana Rojavayê Kurdistanê li ser Bakurê Kurdistan pir zêde bandorê xwe heye û wiha pêde çû: “Cardin li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hat. Perçeyê Kurdistanê yê herî biçûk e. Ev 3 sal e xwe diparêze û xwedan statu ye. Têkoşîn û berxwedana Rojavayê Kurdistanê jî şoreşa Kurdistan xist qonaxekê nû.”

Karayılan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi giştî li hemberî êrîşî çeteyê DAÎŞ’ê hem li Rojavayê Kurdistan hem jî li Şengal û Başûrê Kurdistan sekna gelê Kurd û bi taybet têkoşîna Şengal û Kobanî, têkoşîna azadiya Kurdistan xist rojevê tevahiya cîhanê. Berxwedana ku li Kobanî pêş ketiye xwe xist dilê hemû cîhanê.” 

Karayılan, ev tişt li gotinên xwe zêdekirin: “Rengê Şoreşa Kurd, rengê jina Kurd, jina azad raberî her kesî kir. Di vê wateyê de pêşveçûnê îro li herêmê pêk tên hîn zêde çareseriya pirsgirêka Kurd xist rojevê. Niha îro êdî her kes dizane ku di herêma Rojhilata Navîn de pirsgirêka sereke pirsgirêka azadiya gelê Kurd e, heqîqeta Kurd û Kurdistan e. Ev êdî ket tevahiya rojeva cîhanê.” 

Mûrat Karayılan, diyar kir ku berxwedana Kobanê fertilî zaferê û wiha got: “Ji bona wê jî em dibêjin di vê serdemê wisa ku doza gelê Kurd bi germ e germ di rojevê de helbet wê bandorê xwe li ser hilbijartinê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî bike. Bi taybet berxwedanê Rojavayê Kurdistanê li ser Bakurê Kurdistan pir zêde bandorê xwe heye. Berxwedana Kobanî fertilî zaferê. Ev zafer bi keda gelê me yê Bakurê Kurdistan û tevahiya Kurdistanê bû. Ji bona wê jî ne mumkûne bandor nebe. Bi taybet li Riha û tevahiya Kurdistanê berxwedana Kobanî pir zêde bandora xwe çêbû. Em bawer dikin ev wê di hilbijartinan de jî encamê xwe zelal bibe.” 

“AKP BI DOSTANE NÊZÎ CIVAKA KURD NABE”

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat Karayılan, li ser nêzîkatiyên Hükmeta AKP ya ji  pirsgirgirêka Kurd re rawastiya û bi van gotinan dewam kir: “Niha di vê derheqê de berê jî me hinek daxûyanî dan. Di hişmendiyê AKP’ê de bi esasî çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne. Ji ber ku AKP bi dostane nêzî civaka Kurd nabe. Ew siyaset bi taktîk dixwaze ji pirsgirêka Kurd fêde bibîne. Ango sûd wergire. Nêzîkbûnê xwe weke nêzîkbûnê bazirganan e. Di cewher de netewperest e Lê xwe weke oldar raber dike.”
Karayılan, “Wekî xwe nêzî pirsgirêkên gelan dibe raber dike. Lê pratîkê 13 salan raber kir ku ne wisa ye. Bi taybet serokê AKP her çiqas îro Serokkomar be cardin serokê AKP ye. Her kes vê dizane. Serokê AKP di gelek axaftinên xwe de hişmendiya xwe daye der. Herî dawî nêzîkbûnê xwe yê li ser Kobanî, dijîtiya wî ya li ser gelê Kurd eşkere dike.”

Karayılan, diyar kir ku ew naxwezê gelê Kurd bibe hebûn û îrade û wiha got: “Cardin nêzîkatiya wî ya li Roboskî eşkere bû ku talîmatê Roboskî ew bi xwe daye. Li wir bi zanebûn gelê me şehîd xistin. Niha nêzîkbûnê Erdogan ê li hemberî Roboskî û Kobanî divê ku her Kurd û her demokratek bide ber çav. Ev qiyas û pîvan e. Ew naxwaze ku gelê Kurd bibe hebûn û îrade. Ew takekes e. Dibêje, ‘yek netew’. Dixwaze gelê Kurd bi şêwazekê nermik bihelîne û dijîtiyê bike.” 

“SEROK APO FEDAKARÎ KIR”

Karayılan, dest nîşankir ku ev îstîkrarê niha li Tirkiyê heyî ji encamê xebat û karê Serokatiya wa ye û wiha berdewam kir: “Ya din jî Serokatiya me ewqasa hewldan raber kir ji bo meseleya pirsgirêka Kurd ne bi çek, bi diyalog çareser bike. Heta. Serok APO ewqasa fedakarî kir, ji bona berdewam kirina ev rewşa aşitî hewldan raber kir niha di bin tecrîdê de ye. Tehdît dikin û gef dixwin. Ewqasa nankor in. Niha astê ku li Tirkiyê heyî ne siyasetê AKP pêk anî.” 

Mûrat Karayılan, wiha pêde çû: “Siyasetê Rêber APO yê çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîk kirina Tirkiyê ew siyaseta îro rewş ava kiriye. Ev 2 sal û tiştek in pêvajoyê çareseriyê bi yek alî Serokatiya me berdewam dike. Lê herî dawî me dît hewce nîne ez carekê din dubare bikim. Her tişt lingê xwe lê xistin û avêtin. Gotin, ‘mase nîne, teref nîne, pirsgirêkê Kurd nîne, heyetê şopdariyê şaş e, ew daxûyaniyê serayê Dolma Bahçe jî ne rast e.’ Hemû red kir. Hişmendiya xwe wisa dan der.” 

Karayılan, diyar kir ku herî dawî di 22’yê gulanê Erdogan di televîzyona ATV de axivî. Her tişt eşkere kir. Got ku, plansaziya me yê B û C heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ango plana A yê çareser kirinê ye, yê B herhal şer e û yê C jî tune kirin û înkar kirin e. Ev planekê stratejî ye. Ew bi xwe dibêje ku, ‘7’ê hezîranê noqteya şikenandinê ye. Ger ku teslîm nebin plana me yê B û C heye. Dewletekê me yê hakîm û huquq heye wê tiştê pêwîst pêk bîne.”

Karayılan, her wiha diyar kir ku sala 2011’an çawa ku piştî hilbijartin şer li hemberî wan îlan kir niha jî dîsa amadekariyên wan hene û wiha berdewam kir: “Eşkere xwe ji şer re amade kirine. Dibêje ku, piştî hilbijartinê emê van bidin ber xwe. Di nav vê heqîqetê de ango ev heqîqetê ku AKP heta niha di meseleyê Kurd de weke bazirgan nêz dibe, çareser nake, jê dixwaze sûd bigre û niha jî biryar girtiye. Wekî sala 2011’an çawa ku piştî hilbijartin şer li hemberî me îlan kir niha jî dîsa amadekariyên xwe hene. Jixwe eşkere jî dibêjin planê me yê B û C heye dixwazin şer bikin. Ev heqîqetê pêwîste hemû Kurd bizanibin, hemû demokratên Kurd bizanibin, hemû kesên aşitîxwaz, alîgirê biratiyê gelan bizanibin.” 

“WEKÎ BAZIRGANÎ DIXWAZIN DÎN JÎ BI KAR BÎNIN” 

Karayılan, bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: “Ger ku di vê hilbijartinê de jî AKP bi ser keve wê AKP bixwaze meseleya Kurd bi çek çareser bike. Heya niha jixwe erê me agirbest kir lê ew bi riya DAÎŞ li dijî me şer kirin. DAÎŞ, El Nusra, Ehrar el Şam vana gî berdan yaxê Kurdên Rojava. Kurdên Rojava ne gune ye. Hejmarê Kurdên Rojava 3 mîlyon însanin heqê xwe digerin.”

Karayılan, gotinên xwe wiha domand: “Heta niha di bin zexta BAAS’iyan de bûn. Ji bo çi ew çeteyên hov dişînî ser wan? Gotinên, ‘îro sibê wê Kobanî bikeve’ çima dibêjî? Ev pêwîste êdî bê dîtin. Her Kurdekê Xwedan rûmet û şeref, xwedan îman û vîjdan pêwîste êdî destê xwe neke xwîna Kurd û raya xwe nede AKP. Ev êdî hat gihaşt vê noqteyê. Wekî bazirganî dixwazin dîn jî bi kar bînin. Eleqeyê xwe bi dîn nînin.”

Mûrat Karayılan, “Civaka herî oldar civaka Kurdistan e. Cihê tê xwestin dibêjin, Kurd Zerduşt in, cihê tê xwestin dibêjin, werin hûn birayên me ne. Ev durûtî pêwîste her kes bibîne. Her demokratê li Tirkiyê, her kesên ku li hemberî vê pergalê xwedan têkoşîn û ji vê pergalê zirar dîtî û civaka Kurd divê êdî vê heqîqetê bibîne.” 

Karayılan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet ez dixwazim hemû însanên me yê Kurdistan ên ku barê vê şerî rakirî, yê jê zirar dîtî, şerê qirêj ê dewleta Tirkiyê li ser Kurdistanê meşandiye, her kesekê Kurdistanî, Kurd dibe Ereb, Turkmen, Azerî, Tatar û Terekeme dibe her kî dibe bila bibe di vê demê de divê destê xwe dênin ser wijdanê xwe û nêzî vê pêvajoyê hilbijartinê bibin. Çima? Ji ber ku dixûyê ev pêvajoyê hilbijartinê ne pêvajoyekê ji rêzê ye, wekî dibêjin çaterê, niha Tirkiyê hatiye çaterê.”

“ERDOGAN PERGALA SEROKATÎ BÎNE XWE BIKE YEK KES Û ÊDÎ DI BIN ÎNSIYATÎFÊ XWE DE BIMEŞÎNE”

Karayılan, wiha pêde çû: “Dike yan wisa biçe yan jî milê din biçe. Ya dike meseleyê xwe bi diyalog çareser bike bibe welatekê demokratîk ber bi wê ve biçe. Yan jî dike AKP ser keve Erdogan pergala serokatî bîne xwe bike yek kes û êdî di bin însiyatîfê xwe de bimeşîne. Êdî ew û bextê xwe çi dike bike êdî wê her tişt di destê wî de be pergalekê dîktatoryal û bê gûman wê şer jê derkeve. Êdî çaterêyek wisa ye.”

Karayılan, “Ji bona wê jî divê însan berjewendiyê şexsan, ji bo berjewendiyê malbatan, ji bo xatirê tu kesan raya xwe bi kar neynin. Gune ye. Wisa bikin wê gune bikin. Divê ku ji xatirê aşitî û biratiyê, ji bo xatirê pêşerojekê azad û demokrat raya xwe bidin.” 
Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat karayılan, diyar kir ku ji bo silametê rayê xwe bidin û axaftina xwe bi vê awayi dewam kir: "Ne ji bo şer. Bi şer re nebin şirîk û hevpar. Ev yek zehf girîng e. Yanî ev mesele meseleyeke girîng e. Çima? Ji ber ku êdî çarçoveya AKP´ê pir zelal bû. Hat û êdî gihaşt noqteyekê. Niha ez vê jî bibêjim; Niha hinek AKP´yî li Kurdistanê digerin û dibêjin; Vaye me hişt ku bi Kurdî bê axaftin, TRT-6 bê vekirin û vaye kêmek maye me rehet kir û êdî e ê çareseriyî çêkin. Tu dibêjî qey van hemû tişt wan kiriye. Ne wisa ye.” 

Karayılan, da zanîn ku ji sala 2000´an şûnve êdî meseleya çareserkirina pirsgirêka Kurd kete rojevê û wiha got: “Berî gî di çarçoveya komploya li ser Serokatiya me pêk hatî. Di esasê xwe de vê yekê hêzên navnetewî jî dixwazin û Tirkiye jî bi wan re ketin wê qonaxê. Bala xwe bidinê, yên ku van qedexeya li ser zimanê Kurdan rakir ne hikûmeta AKP´ê bû.”

Karayılan, Hikûmeta berî wan a Ecewît, MHP û ANAP´ê bû. Wan ewilî biryara li ser qedexeyên Kurdan rakirin û wiha axivî: “Her wiha biryar girtin di televîzyonan de çend saetan bi kurdî biaxivin. Çima? Ji ber ku êdî qonaxeke wisa destpê kir. Piştî wê AKP hat û bû desthilatdar û xwest ji vê qonaxa heyî îstîfade bike. Weke bazirganan nêzî vê meseleyê bû û meseleya  Kurdan çareser nekir. Berpirsiyariya çaresernekirina pirsgirêka Kurdan AKP ye. Sûcdar AKP ye. Divê her kes vê yekê baş bizanibe. Li hemberî vê tevgera û Serokatiya me ewqasa jî ked û hewldan raber kiriye. Tirkiye gihiştiye qonaxa çareseriyê ka kerem bikin werin. Na. Nayin.” 

Karayılan, diyar kir ku Serokatiya wan di bin tecrîdê daye û wiha got: “Binêrin niha Serokatiya me di bin tecrîtê de ye. 50 roj in ku agahiya me ji Serokatî nîne. Baş e, lê yê ku vê pêvajoyê ewqasî pêş xist ne Serokatî ye? Lê çima AKP nahêle ku malbat biçin li gel Serokatî? Çima nahêle şande (heyet) biçin gel Serokatî? Çima nahêle ku parêzerên Serokatî biçine li gel Serokatî? Ev çi ne? Ev li hemû Kurdan ne heqaret e? Ev ne helwestek e? Ev yek eşkere xuya dikin! Heta niha demê li gor xwe bi mijûlkirinê derbas kir û niha jî daxwazên xwe pêk tîne.” 
“Yanî ji bona vê divê ti kes li hemberî doza azadiya Kurdan nebe asteng. Ev Kurdên niha xwe kirine namzetên AKP´ê divê baş bizanibin ku bi vê pozisyonê dibe ku berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî pêk tînin lê bila baş bizanibin ku li hemberî doza azadiya gelê Kurdistanê xwe dixin asteng. Divê xwe nekin asteng. Divê li hemberî astengiyan derkevin û ev ne heqê wan e. Bi vî awayî ew neheq in. Bila herin ji bo berjewendiyên xwe li cihekî dinê pêk bînin. Ne ku li pêş doza gelê Kurd bisekinin! Niha doza gelê Kurd hatiye qonaxeke girîng. Êdî çareserî tê xwestin. Û Çareserî nebe wê xwîn birijê. Yan şer yan aşîtî! Li pêş me ev hene. Ji boyî vê jî divê her kes destê xwe deyne li ser wijdanê xwe û biçe li ser sindoqan.”

BERNAMEYA HDP´Ê BERNAMEYEKE WISA YE. AŞÎTÎ Û PIRSGIRÊKA ÇARESERIYA GELÊ KURD Û DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYÊ JI XWE RE KIRIYE ARMANC

Mûrat Karayılan, da zanîn ku bernameya HDP’ê guncav e û wiha got: “Niha bernameya HDP´ê bernameyeke guncav e. Yanî em weke tevgera azadiyê û PKK nikarin bêjin ku hemû rast in. Helbet em tiştên ku em kêm dibînin jî hene. Ne hewceye ku ez niha bînim ziman. Lê belê di çarçoveya giştî de bername û projeyeke ku ji pirsgirêkên Kurd û Tirkan re dikare bibe bersiv.” 

“Yanî li ser esasê ku hemû kesên ku ji komara Tirkiye hatiye dervekirin û zirar dîtine ango tevahiya Kurd, tevahiya xelkên ji pergalê zirar dîtî Elewî, Êzidî, Mesîhî, hemû kêmnetewêyên din, kedkarên Tirkiyê, karker, gundî, xelkên xizan, tevgerên azadîxwaz ên jinan û yên ku ji bo wekhevî û azadiyê têkoşîn dikin hemûyan dixe hundirê xwe. Ango bernameya HDP´ê bernameyeke wisa ye. Aşîtî û pirsgirêka çareseriya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê ji xwe re kiriye armanc. 

Karayılan, “Di naveroka xwe de nêrîna netewa demokratîk heye. Ji ber vê yekê em ji vê projeya HDP´ê re piştevaniyê dikin û em dibêjin ku pêwîste hemû gelê Kurd û hemû kesên li Tirkiyê hemû hawirdorên demokratîkxwaz, azadîxwaz û aştîxwaz divê beşdarî vê projeyê bibin. Bi rastî jî ev yekem care ku gelê Kurd û hin aliyên Tirk, çepên Tirkiyê ango sosyalîstên Tirkiyê, demokrat û heta oldarên Tirkiyê û yên Kurdistanê gî bûne yek. Niha piraniya civaka Kurdan yek e. Belkî hindek komikên biçûk hebin lê piraniya civaka Kurdan bûye yek.”

“Vê carê li Tirkiyê jî yên ku ji sîstemê zirar dîtine ew jî bi Kurdan re bûne yek. Heta niha komara Tirkiyê her tim dixwest ku gelê Kurd û hawirdorên demokrat ên Tirkiyê nebin yek. Ji bo vê bi taybet têkoşîn dikirin û hin rêxistinan bi taybet erkdar kiribûn. Ji bo ku herdû hêz nebin yek.” 

“EM Ê PIŞTEVANIYA VÊ PROJEYÊ BIKIN”

Mûrat Karayılan, dest nişan kir ku tu kes naxweze Kurd bibin îrade û wiha domand: “Niha li ser esasê projeya Serokatî bûn yek. Ji ber vê jî ji vê yekbûnê wê hêzek derkeve. Niha xuya dibe ku wê bi ser keve. Dike bendavan derbas bike. Ji bona wê ev girîng e, divê piştevaniya wê bi xurtî bê kirin. Ji ber ku yê din şêrxwaz, takekes, yekbûnê esas digrin, netew û baweriyan nas nakin, ê xwe esas digrin ev jî Tirkiye heta niha teng kiriye.”

“Zilum meşandî ye, siyaseta zilmê. Her kesî li hemberî zalim, li hemberî siyaseta zilmê divê ku ray nede wan. Ev siyaseta ku nû hêz girtî, xwedan projeyek demokratîk li derdorê vê bibe yek. Ev tespîta me ye ji bona wê em dibêjin, emê piştevaniya vê projeyê bikin. Vê carê AKP ji vê pir aciz e. Mesela niha rayedarên AKP li ser dikê mitîngan mijara herî zêde li ser radiwestin HDP ye. Çima? Ji ber ku ew dixwaze gelê Kurd nekeve siyasetê (ango bendava ji sedî 10 ji bo gelê Kurd e) bendavê diparêze.
“Her tim li derve ji wan re xulamtiyê bike, biçe ber deriyê wan û xwe neke îrade yan jî li ser çiyayan be. Ji bona wê ev bendav danîne. Ev bendava niha îro dike bê bihûrandin pir aciz bûne. Ji ber ku dixwazin li ser binkeftina HDP deshilat û berjewendiyê xwe ava bikin.” 

Karayılan, “Naxwazin Kurd bibin îrade. Naxwazin Kurd bikevin qada siyasetê. Ev 90 sale komarê Kurd bi nasnameyê xwe neketine siyasetê. Di wexta xwe de HEP, Hadep û bi navê din xwe xistinê bi têkoşîn ketinê lê ne bi bandor bûn. Niha dixwazin bi bandor bibin li pêşiyê asteng in. Niha ev helwestên ku AKP pêş dixe ne helwesta AKP tenê ye.”

“Helwesta dewleta kûr ev dewleta netewperest ku naxwaze Tirk bêtir kes li Tirkiyê hebe. Dibêjin, Tirkiye ya Tirkan e. Ev raya wan e. AKP û ew niha bi hev re îtîfaq kirine. Ji bona wê jî naxwazin Kurd bendavê derbas bikin. Ji bo bendavê derbas nekin tenê ne li ser dikan diaxivin gelek provakasyonan çêdikin. Çiqas car êrîşê HDP dikin, dixwazin şer derbixin leşker bimrin, gerîla şehîd bikevin ji bona ku gengeşî çêbibe û qeyran pêş bikeve. HDP nikaribe li Tirkiyê xebat bimeşîne.”

Mûrat Karayılan, “Bûyeran çêdikin. Min di roportajêkê de got ku, ne dûre bûyeran têxin stuyê me. Davutoglu xist stuyê me bûyerê Edene û Mêrsînê. Got, hinek DHKP dikin ew jî nêzî we ne. Ev wisa ne heval. Dewleta Tirkiyê zû bi zû îflah nabe. Em kerê boz baş nas dikin. Evana zû bi zû nayên rê. Her wê dubendî bikin û lîstokan çêbikin. Provakasyonan wê bikin ku ji bo xwe bi ser bixin.”

“Ma ne hemû serhildanên Kurdistanên Kurd gî bi lîstokan xistin. Kurd berdane Kurdan wisa bi ser ketine. Ev bi heqê xwe ev komar çênekirine. Li ser derew û dolaban çêkirine. Niha jî sineetê wan wiha ye em wan baş nas dikin. Ji bona wê me got, ewê bûyeran çêbikin û bixin stuyê me. Niha 15 roja mane cardin jî ev xeterî hîn heye. Ango bi gûmane ku hîn bûyerên din çêbikin bixin stuyê me û bixin situyê kesên din ji bona ku aloziyek ava bikin û ev tabloyên niha di ankêtan de heye HDP astekê bilind digre û bendavê derbas dike ji bo vê xirab bikin gengaze ku ev dewlet û zîhniyeta AKP hîn lîstokên bi qirêj çêbike.”

Karayılan, dest nişan kir divê raya giştî û tevahî derdorên demokratîk li hemberî vê bi hişyarbin û wiha got: “Ji gel me tiştek wê pêk neyê. Gerîla ne zext ne jî tevgerek din nake. Gotinên ku di van derheqan de tên gotin jixwe ne rast in. Ew bi xwe zextê dikin, leşkerê wan heye, polîs heye û hêz heye. Hem zextê dikin, hem derew û dolaban dikin hem jî lê xwedî dernakevin. Di vê xisusê de em dixwazin raya giştî hişyar be. Bi rastî niha li pêş me 2 hefte mane lê ev herdu hefte jî girîng in. Divê her kesek hişyar be û li hemberî lîstokên AKP xwedan helwestbin.” 

HER KURDEKE LI EWROPA DIVÊ KU KIRYARÊN AKP`Ê YÊN LI KOBANÎ, ROBOSKÎ KIRÎ JI BÎR NEKIN

Karayılan,  her wiha di bernameya taybet de bang li gelê Ewrûpa kir ku teqez biçin li ser sindoqan û raya xwe bi kar binîn û wiha got: “Ji bo Ewrûpa me berê jî bang kir. Bi rastî civaka Kurdistan ê li derveyê welat li Ewrûpa û cardin ê li Tirkiye demokrat divê ku di vê hilbijartinê de bi berpirsyar nêz bibin. Dibe ku ji Tirkiyê dûr in lê bila bizanibin ku ev hilbijartin ji bo Tirkiyê hilbijartinekê qederê ye, dîrokî ye.” 

“Hilbijartin ne hilbijartina di navberê 3-4 partiyan e. Na. Hilbijartina demokrasî û dîktatoriyê ye. Hilbijartina şer û aşitiyê ye. Hilbijartina azadî û bindestiyê ye. Ango hilbijartinek wisa ye. Di vir de kî bibe namzet kî nebe namzet ewqas ne girîng e. Proje girîng in. Kî çi dibêje û wê çi bike bername girîng e.”

Karayılan, “Niha di vê derheqê de bi rastî jî Tirkiye hatiye qonaxekê girîng. Û doza Kurd vê qonaxê dike êdî rengê xwe diyar bibe wê çawa biçe çareseriyê. Di wê wateyê de em ji tevahî kesên demokratîkxwaz û Kurdistaniyên li derveyê welat re dibêjin, em bawer in ji bo Ewropa weke dem hefteyeke deng bi kar anînê maye divê di vê heftê de bi teqez biçin li ser sindoqan û raya xwe bi kar binîn.”

”Her Kurdeke li Ewropa divê ku kiryarên AKP`ê yên li Kobanî, Roboskî kirî ji bîr nekin. Her Kurdeke ku pozê xwe dişewite divê di vê hilbijartinê de bêhelwest nemîne. Biteqez ew jî deng û rengê xwe diyar bike. Banga me ji bo tevahî gelê me yê li Ewropa ev e. Li berpirsyariya xwe xwedî derbikevin, beşdarî hilbijartinan bibin û bersivên pêwîst bidin vê zilma AKP`ê, dijminatiya AKP`ê divê van kiryarên wan bêbersiv nehêlin.”

Karayılan, ”Niha wisa ye; eger ku dewleta Tirkiyê neyê çareseriyê û di van hişmendiyên xwe yên yekperest weke yek milet, yek dewlet, yek welat de israr dike, hêviya xwe ya ku li ser civaka Kurd  bihelîne, asîmîle bike ger ku heye sedema vê ev herêmên weke Meletî, Mereş, Semsûr, Dîlok û Riha ne.”

”Em ji vê xetê re dibêjin Başûrê Rojavayê Bakur. Ango Başûrê Rojavayê Kurdistana Bakur. Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha heya Sêwas diçe. Ev hudûtê Tirk û Kurdan diyar dike. Ji ber ku di vê xetê de helwesta netewî lewaz tê dîtin ji bo vê vaye dewleta Tirkiyê xurt dibe û dibêje ”nexwe ez dikarim bihelînim, ez dikarim wan bikim ê xwe” ango ji vir wêrekiyê digre.” 

”Pêwîst e, Kurdên vê herêmê hemê vê baş bizanibin. Ew jî bi xurtî beşdar dibin. Ez heremê baş nas dikim. Gelek mîlîtanê hêja ji herêmê derketine. Têkoşîn heye. Niha li wê xetê bilindbûnek heye. Dixwazim vê bibêjim; ger ku helwesteke netewî wisa xurt di wê qadê de jî bi pêş bikeve wê çareseriya pirsgirêka Kurd nêz bibe û wê hin xurtir bikeve rojevê.

“Niha di rojevê de ye lê belê wê demê wê hin xurtir bikeve rojevê. Di vê wateyê de mesela em bêjin helwesta Semsûr girîng e. Kurdên wê derê Kurd in lê dijmin nakokiyên mezhebî xistiye wê derê, weke Elewî û Sunnî û bi vî rengî helwesta wan a netewî bin xistiye. Divê ku ew herêm helwesta xwe ya netewî bi pêş bixe.” 

“Dîsa bi heman rengî Meletî, Mereş, Dîlok jî wisa ye. Ev xeta hem ji bo civakên Ewropa ku piraniya xwe li Ewropa ne û hem jî ji bo giştî Kurdistan girîng e. Di nav van de Riha cihekî xwe yê girîng heye. Riha, bajarê Serokatî ye. Ji bona wê dewlet pir taybet li ser disekine. Hîn ji salên 70’an vir ve bi wan projeyên GAP û projeyên olê û yên din hemû pêş xistin ku civaka Kurd li wir ji Kurditiyê dûr bixînin. Hinek mal û malbatên galantor pêşxistin, ewanan dan pêş, ew dewlemend kirin û bi vî rengî dixwazin zevt bikin. Kurdewariyê bin bixînin. Di vir de nêzikatiyên pergalê xurt bikin. Lîstokên pir mezin li ser Rihayê hene.” 

“EM XWEDIYÊ VIR IN Û DIVÊ EM LI XWE XWEDÎ DERBIKEVIN”

“Niha di van hilbijartinê de divê her kesek êdî heqîqeta dewleta Tirkiyê û ya AKP`ê bibîne. Bi rastî êdî divê xwe bi xwe xwedî derbikeve. Îro niha di herêmê de her kes li xwe xwedî derdikeve. Divê êdî mirov nebe dûvikên zilumkaran. Zilumkarên ku dixwazin me bindest bikin, welatê me bimijin, her tiştî me bikin ê xwe. Na, em neyê ti kesî ne, em ê xwe ne.”

“Niha angaşta(iddia) Rêbertî çi ye? Em bibin Kurdên azad, em bibin Kurdên xwe. Nebin Kurdên ti kesî. Ew gotina “birayên min ên Kurd!” Na, em ne yê wan in. Em ê xwe ne. Li ser vê axê em ji wan kevintir in, ew ji piştre hatine li ser van axan. Ew hezar sal berî niha hatine, dîrok dibêje ku ev 10 hezar sale ev civak li vir e.” 

Karayılan, “Em xwediyê vir in û divê em li xwe xwedî derbikevin. Weke min got, ev qada ku em jêre dibêjin Başûrê Rojava, bi rastî ger ku li Kurdewariya xwe bi xurtî xwedî derbikeve, ji bo Tirkiyeke demokratîk û azad, ji bo ku wisa bîr û bawerî xwe têde azad karibe nûneriya xwe bibîne divê ev qad nakokiyên mezhebî yên ku dewletê bi xwe afirandiye dayne aliyekê. Netewiyetê û demokrasiyê bingehîn esas bigre. Wisa biratî çêbike.Em naxwazin bi gelê Tirk re cûda jî bibin.”

“Em dixwazin wekhev bin. Li ser vî esasî em biratiya xwe ava bikin. Ne biratiya ku bi yekalî, me kole bike, bigre. Wisa na, em wekhev bin. Niha neheqiyek li me bûye, ev aşkere ye. Her kesê xwedan wijdan divê vê neheqiyê bibîne. Ji bona wê yekê jî divê êdî civaka me li Kurdistanê bi giştî lîstokên dagirkeriyê êdî bibîne û li hember vê her kes xwedan helwest be.” 

Karayılan, “Ev partiyên pergalê, bi tenê ne AKP`ê, CHP, MHP û yên din ên pergalê, ev partiyana ên sîstemê ne, partiyên desthilatdariyê ne. Ew ne em in, divê em vê bibînin. Ji bona wê divê êdî em xwe li xwe xwedî derbikevin. Tiştê me di destpêkê de di derketina Rêber APO de gotî, em li xwe xwedî derbikevin.

“Niha berê di salên 70`an de em diçûn dibistanê, Kurdwarî êdî zeîf bûbû, tek rê hiştîbûn “hûn herin, bixwînin, rojek zûtir bibin Tirk”. Kurtasî em ji Tirkiyê ne aciz in, lê belê bi zorê dixwazin me bikin Tirk. Di destpêkê de em ne di ferqa vê de bûn. Me jî mekteb dixwend ku ka hela em rojek zûtir bibin muhendîs, qaymakam, parêzer û hwd.”

“Kurtasî her kesek wisa armanceke xwe hebû, lê belê dema ku em hinekî din pêşde çûn, di dawiya lîseyê de an jî dema lîse hat qedandin, di zanîngehê de ku me derûdora xwe nas kir, li vê dinyê çi dizivire, heqîqet çi ye, jiyan çi ye, siyaset çi ye me hinekî nas kir, me dît ku ev (dewleta Tirkiyê) dixwazin me bixin koleyên bi rutbe. Yanê em wek netewe kole ne, lê ew dixwazin em bikin muhendîs. Ango tu yî bibî koleyê bi rutbe. Dema ku me ev heqîqet dît her tişt li ber çavê me reş bû. Ji bona wê jî me ew dîplomayê wan negirt.” 

Me got ji me re ev ne pêwîst e. Ji ber ku ji bo mirovan tiştî herî girîng keramet, rûmet, şeref û haysiyet e ev girîng in. Pere, maqamên wisa li ser bingehê koletiyê ewqas ne xwedî girîngiyekê ye. Her kesekî li vê dinyayê emrekî xwe heye. Tu bi çiqasî dewlemend bî ango xizan bibî jî, tu birutbe ango bêrutbe bibî jî tuyê di astekê de bijî. Lê ya herî girîng tu azad bijî, xwedî nasname bî. Tu yekî ango civakekî bê nasname bikî ev nayê qebûlkirin. Divê vê qebûl bikî tuyê bêwijdan bî. 

Ger ku me di wan şert û mercan de çavê xwe jê re bigirta em ê bibûyana kesên bêwijdan. Me nexwest em bibin kesên bêwijdan. Em bibin mirovên xwedî wijdan heqîqet çi ye em li dûv wê bigerin û li ser vê bingehê em ketine têkoşînê. Derketina Rêbertî derketina lêgera heqîqetê ye. Divê civaka me vê bizanibe. 

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat Karayılan, bang li tevahî gele Kurdistanê kir û wiha got: “Weke encam ez dixwazim vê bibêjim, di serî de gelê Rihayê û gelê tevahî herêma Rojavayê Başûrê Kurdistan û tevahî gelê Kurd, ji Serhedê heya Dêrsîmê, ji Dêrsîmê heya Botanê tevahî gelê Kurd divê êdî bizanibe bi xebata tevgera me îro têkoşîna azadiya Kurd hatiye qonaxeke nû.”

“Êdî em xwedan nasname ne, em xwedan perspektîf in, em xwedan Serokatî ne, em xwedan hêz in. Em xwedan hêza leşkerî ne, hêza siyasî ne. Em êdî xwedan çand in, em xwedan zanebûnê ne, em ne zarok in. Ev dewletanan êdî nikarin me bixapînin.”
Karayılan, “Em jî vîn in. Vaye Kobanî ev heqîqet eşkere kir. Berxwedana Kobanê ev heqîqet eşkere kir. Li Şengalê gelê me yê Êzidî ket dorpêça çeteyan, hemû dewletan ji xwe re temaşe dikir. Kesekî dengê xwe nekir. Lê belê me çi kir? Me hemû xeterî dane ber çav û me mudaxale kir. Em çûn ketin nav û me çember vekir 150 hezar mirovên me, me ji serê çiyayê Şengalê rakir anî Dêrikê Rojavayê Kurdistan. Em li Kurdên xwe xwedî derketin. Ev erka me ye. Nexwe ev hêz, ev vîn êdî heye. Divê Kurd xwe bêxwedî nebînin. Em xwe êdî xwediyê xwe ne, em êdî xwedan vîn in.” 

“RAYA XWE BIDE XWE, BIDE PÊŞEROJA XWE”

“Di vê hilbijartinê de jî divê êdî Kurd li xwe xwedî derbikevin.  Raya xwe bide xwe, bide pêşeroja xwe. Bide azadiya xwe, nede pere-pûl û xulamtiyê. Yek ev, ê din jî ger tê helwesta rast bigrî, guman e ku em di Tirkiyê de bibin hêzeke xurt, demokrasî di Tirkiyê de hin xurt bibe û em pirsgirêka Kurd bê şer çareser bikin.”

“Na, ger ku ev nebe, AKP`ê bi ser bikeve wê di Kurdistanê de şer çêbibe. Xwîn birije. Divê di vê xwînê de weke min got xwe neke alî. Ji bona wê divê hemû gelê di vê dema dîrokî de vebijarka xwe rast bike û bizanibe ev hilbijartin ne hilbijartineke ji rêzê ye. Li gor wê biwijdan, biberpirsyarî nêz bibe.” 

Karayılan, Weke dawî , niha yekem, gelek Kurdên di vê demsalê de diçin karê demsaliyê ango karên çandiniyê. Diçin Edenê, Ege, ber bi aliyên metrepolên Tirkiyê de diçin. Ev jî mixabin bûye qedereka me. Pirsgirêkeke me ye. Dibin pale. Em paletiyê ji bîr nakin. Em ji wir tên. Mirovên me yên çûne karên paletiya rojane divê di roja hilbijartinê de werin. Werin cihên xwe û rayên xwe bi kar bînin.”

“Di vê xisusê de ez li vir pêşniyar dikim HDP divê li van kesên me yên feqîr û çûne karên demsaliyê dikin xwedî derbikeve. Divê ku mesrefa wan bide, ger nede jî divê her mirovên me li ku derê be di vê roja 7’ê hezîranê de were bajar, gund ango navçeya xwe rayê xwe bi kar bîne. Yê duyem; niha Tirkiyê biryar girtiye ku dikarin li derveyê welat jî rayên xwe bi kar bînin. Ji bona vê li konsolosan sindoq danîne, tiştekî ne xirab e.” 

“Lê belê li Başûrê Kurdistan jî 300 hezar heta dibe ku zêdetir be jî Kurdên Bakur hene. Baş e, çima li konsolosa Hewlêrê sindoq danenîn. Divê her Kurdek divê ev ji xwe bipirse. Çima? Ji ber ku ger li wir daynin hemû Kurd in. Ew naxwazin Kurd werin li ser sindoqê û rayên xwe bidin. Ji bona wê li hemû dinyayê konsolos danîn lê li Hewlêrê nîne. Vaye Kurdên li Başûrê Kurdistan ên ji Bakur divê vê heqîqetê bizanibin û bi rik wê rojê biçin li Bakur û rayên xwe bi kar bînin.” 

Karayılan, her wiha bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li başurê Kurdistanê ne jî kir û wiha pêde çû: “Banga min ji bo wan ev e, kes li Hewlêr, Silêmanî û li Duhokê nesekine. Rojek berê hilbijartinê biçe raya xwe bi kar bîne û vegere. Ev jî têkoşînek û helwestek e. Dibe ku mesref bike, kar û îşê xwe hene. Rast e, ez vê dizanim. Lê heval, têkoşîn wisa bi fedakartî dibe. Wekî din nabe têkoşîn. Fedakartî pêwîste. Fedakariyê madî, manevî û her çi pêwîst e divê mirov wê bike. Ev tê xwestin.” 

“EM LI HEMBERÎ CERDEVANAN ÇEK BI KAR NAYNIN”

Mûrat Karayılan, balkişand ser nêzîkatiya wan ji Cerdevanan re û divê der barê de van tiştan anî ziman: “Ya din ê sêyem ê ku ez dixwazim bibêjim, dewleta Tirkiyê hemû serhildanên Kurd de Kurd bi Kurd daye kuştin û wisa xistiye. Ya me jî xwest wisa bike. Bi rastî di destpêkê de em jî acemîbûn û şaşitiyê me jî çêbûn. Însanên me jî nezanbûn.”

Zextekê dijwar çêkirin, cerdevan çêbûn. Divê nebûna lê bû. Niha pêwîste ev xelkê me yê cerdevan ev tiştî bizanibin, biryara partiyê me yê fermî ev e; em êdî cerdevantî nakin hedef. Yekî cerdevan ne ku tiştek baş kiriye, cerdevan tiştekê ne baş e. Em rexne dikin lê ne pêwîste em cerdevan bikin hedef û bikûjin. Em vê diguherînin. Divê her cerdevanekî mirov rexne bike ji ber ku çeka dijmin girtiye. Ne rast e. Lê ne heqe ku mirov qoriciyan bi fîzîkî tasfiye bike. Na. Em li hemberî cerdevanan çek bi kar naynin.”

“ROJEKÊ BERÊ DEV JI CERDEVANIYÊ BERDE BAŞ E”

Karayılan, diyar kir ku “Hemû cerdevan pêwîste bizanibin. Lê yên ku li dijî gerîla dixebitin, li dû gerîla dikevin û kontrayî dikin ew cûda ne gerîla wê xwe biparêz e. Di nav cerdevanan ên wisa jî hene ew cûda ne. Lê cerdevan bi xwe pêwîste êdî xwe weke dij nebîne û netirse. Rojekê berê dev ji cerdevantî berde baş e. Ger ku nikaribe berde jî lê li dijî gerîla çek bi kar neyne.”

Karayılan, “Ji ber ku ez ev dibêjim, gerîla li hemberî we çek bi kar neyne hûn jî bi kar neynin. Êdî vê listîka dîrokî yê listîka dewleta Tirkiyê em wisa vala derxînin. Biryara me ev e. Niha mumkûne cardin general bigerin derewan bikin bibêjin, dike şer bibe ka werin wê gerîla li we bide. Tiştekê wisa tine ye. Weke min got ên ku dijberiyê dikin, operasyonan de li pêş in ew cûda ne. Lê pêwîste her kesekê cerdevan bizanibe çi gund û çi mewziyê cerdevan nabin hedef. Ev însanên me ew jî bûn beşek ji vê pirsgirêkê.”

“Ev îro pirsgirêkek e û cerdevan jî beşek jê ne. Ji encamê vê pirsgirêkê cerdevan peyda bûne. Ger ku pirsgirêka Kurd tune bûya, Kurd dîsa azad bûya cerdevan jî wê nebûna. Kî bû sedem? Dagirkeriya Tirkiyê bû sedem, berpirsyar ew in.” 

Mûrat Karayılan, bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Wexta ku em vê meseleyê çareser bikin divê çareyek ji cerdevanan re bê dîtin. Çareyekê qanûnî were dîtin. Em nabêjin bila çek biavêjin diçin ku bila biçin. Na. Pêwîste çareyekê bê dîtin ji ber ku dewletê wan bi kar anîne. Wisa êdî divê ku meseleyê Kurd çareser bibe. Ji bo vê divê hemû cerdevan hewl bidin. Hemû cerdevan jî divê êdî ji bo meseleyê çareseriya Kurd tevbigerin û ray jî bi kar bînin.”

“Ev jî meseleyekê şerefê ye, meseleyekê rûmetê ye, noqteya dawî divê tu rûmeta xwe xirab nekî. Ji bo zarokên xwe, ji civaka û gelê xwe divê tu bibî kesek welatparêz. Di nav welatparêzan de cih bigrî. Ev şans îro ev tevgera dide te. Kerem bike ev şansê bi kar bîne. Ji bo pêşeroj, ji bo malbat, ji bo zarok û ji bo sibe tu bi eniyekê vekirî bikaribî bi xelkê re biaxivî ev şans bi kar bîne.”

Karayılan, “Banga min ji bo hemû kesên cerdevan ev e. Di van serdemên wisa girîng de raya xwe rast bi kar bînîn. Êdî kes li ser dagirkeriya Tirkiye hêvî neke. Dagirkeriya Tirkiyê emrê xwe hindik e li Kurdistanê. Yan wisa yan jî wisa emrê wan hindik e. Êdî emrê wan ne dirêj e. Pêwîste êdî vê her kes bizanibe. Ji bona wê jî pêwîste hîn zêde em xwe bikin yek û em xwe bikin îrade û hêz wisa emê ser bikevin. Ger ku em bibin yek wê serketin ya me be. Hêviya me yê serketinê roja îro hîn mezin e. Em bawer dikin ku em ê bi ser kevin. Ji bo her kesekê silav û rêzên xwe carekê din pêşkêş dikim.”