BI DÎMEN

Karayilan: Gerîla wê nîşanî her kesî bide ku têk naçe

Karayilan: Ev çar sal in ji bo pêkanîna projeya ji nû ve avakirina HPG'ê em di nava hewldanan de ne. Bi van dewreyên serketî re em projeya xwe ya ji nû ve avabûnê derdixînin asta herî bilind.

Dewreyên perwerdeya zivistanê ya Akademiya Hakî Karer û Akademiya Mahsûm Korkmaz ên ser bi Fermandariya Akademiyên Apollo yên HPG'ê, bi merasîmeke bi heybet qediyan. Di merasîmê de Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, ji fermandarên HPG/YJA Starê Zozan Çewlik, Îrfan Amed, Leyla Sorxwîn, Atakan Mahîr û gelek fermandarên gerîla û şervan amade bûn.

Karayilan di merasîma mezûniyetê de ji gerîla re axivî û li ser amadekariyên gerîla yên ji bo dema nû, şerê li Şengalê û Cejna Newrozê daxuyaniyên girîng da.

NEWROZ ROJA TÊKOŞÎN Û SERKETINÊ YE

Karayilan bal kişand ser van mijaran:

"Cejna Newrozê di dîroka gelê me de xwedî cihekî girîng e. Newroz roja têkoşîn û serketinê ye ku mizgîniya azadiyê dide me. Li ser navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin û dilsozî û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Em cejna Newrozê li gelê Kurdistanê, gelên herêmê, girtiyêna zadiyê, hemû hevrêyan, dayikên şehîdan û hemû malbatên şehîdan pîroz dikin.

Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û soza ku me dane wan dubare dikin. Wekî din, kedkarên mezin hevrê Fermandar Dr. Ferzende, Fermandarê me yê Eyaleta Mêrdînê Soro û Zinarîn, hevalên Behzat û Rojhat, di şexsê şehîd Orhan Baran ê bav û birayê wî şehîd û hevalê Çekdar de hemû şehîdên Şengalê bibîr tînin. Em şehîdên YBŞ'ê ku lehengên Şengalê ne hevrê Amed Şengalî, Şoreş Şengalî, Çiya Zerdeşt, Arîf Şengalî û Têkoşîn bibîr tînin. Ji Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, ji malbatên van şehîdên leheng û gelê Şengalê re sersaxiyê dixwazin. Şehîdên me rûmeta me ne. Ew her tim rêya me ronî dikin. Bîranînên wan wê bi azadkirina Kurdistanê re her bijîn.

ARMANCA TIFAQA AKP-MHP'Ê PÊŞÎGIRTINA LI KURDAN E

Gelê me di qonaxeke girîng a dîrokê de Newroza 2017'an pêşwazî dike. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di demeke girîng de ye. Weke ku tê zanîn, îro li herêma me şerek diqewime. Piştî vî şerî ku gelê Kurd jî aktorekî sereke ye, wê herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Li herêmê wê êdî cihekî gelê Kurd jî hebe. Dem dema avakirina Kurdistana azad e. Kes êdî nikare ser vê rastiyê bigire. Dewletên ku Kurdistan dagirkirine jî bi vê rastiyê dizanin. Em dibînin; dewleta Tirk bi rengekî veşartî dixebite, lê dewleta Tirk şûrê xwe kişandiye û bi rengekî vekirî li meydanê ye. Armanca stratejîk a tifaqa AKP-MHP'ê, pêşîgirtina li statu û azadiya Kurdan e. Li ser vê bingehê ev du sal in bi berfirehî êrîşê dikin. niha li dijî Rêber Apo bi rengekî ku mînakeke xwe li devereke din a cîhanê nîne, tecrîdê dimeşîne û îşkenceya psîkolojîk dike. Di heman demê de bajarên me xera kir: Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Gever, Silopiya û Farqîn bi erdê re kir yek. 10 hezar siyasetmedarên Kurd xistin zîndanê. Îro êrîşî nirxên mezin ên gelê me dikin.

Ev êrîş ne tenê li Bakurê Kurdistanê ne. Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê jî êrîşê dikin. Ji bo têkbirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li her derê êrîşî gelê Kurd û şoreşa Kurd dikin. Ne ku ji ber xurtbûna xwe van êrîşan dikin; ji ber ku qels in êrîş dikin. Ew ji Kurdistana Azad ditirsin, lê dizanin ku bi tena serê xwe nikarin li hemberî me bi ser bikevin. Ji ber vê yekê, generalên Tirk ji bo li dijî Rojava şer bikin, bi hin eşîrên Ereb ên li Kurdistanê û hin derdorên 'Kurd' re civînan dike. Li Bakurê Kurdistanê jî bi reîsên eşîran re, bi sercerdevanan re civînan lidar dixe. Ji bo şerê li Bakur veguherîne şerekî navxweyî yê Kurdan, pereyan, sozan dide. Dewleta Tirk a bi serkêşiya tifaqa AKP-MHP'ê, li Başûrê Kurdistanê jî dek û dolaban digerîne û dixwaze şerekî navxweyî derxîne. Her kesê ji xwe re dibêje 'ez Kurd im, demokrat im', lazim e li pêşberî van lîstikên mêtîngeran hişyar bin.

DIVÊ KURD PIRSGIRÊKÊN XWE BI DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN

Serdema em tê de ne, serdema azadiya Kurdistanê ye. Newroza 2017'an Newroza azadî û serketinê ye. Bi vê wesîleyê bang li siyaseta Kurdan, bang li tevahiya gelê Kurd dikim ku yekîtiya xwe ava bikin, li ser bingeha Kongreya Neteweyî-Demokratîk bibin yek. Ev yekîtî wê siberoja Kurdistana Azad û gelê Kurd diyar bike. Lazim e siyaseta Kurd pirsgirêkên xwe bi rêbazên hemdem û diyalogê çareser bike. Eger vê neke, wê çaxê mîna ku MHP dibêje 'Kurd wê di bin lingan de bimînin'. Xelk wê bêje 'ev eşîr in, ev paşdemayî ne, ev nizanin bê pirsgirêkên xwe çawa çareser bikin'. Ev yek wê şermeke gelekî mezin be. Rêya çareserkirina pirsgirêkan diyalog e; ne gef û êrîş e.

WEZÎFEYA ME NE KUŞTINA ÊZIDIYAN E, WEZÎFEYA ME PARASTINA JIYANA WAN E

Li Şengalê tu çawa êrîşî mirovên êrîşî te nake, dike. Gelo ew ne Kurd in? Bi dehan ferman li ser Êzidiyan ranebûn? Weke şoreşgerên Kurdistanî û siyasetmedarên vî welatî, li pêşberî jin û keçên ciwan ên Êzidî berpirsyariya me heye. Jin û keçên Êzidî weke koleyan di destê DAIŞ'ê de hene. Wezîfeya me, ne kuştina wan e. Wezîfeya me rizgarkirina wan e. Gelo çi îzahata kuştina keça Kurd Nazê Naîf heye! Miroveke bêçek e, bi rengekî aştiyane dimeşe. Ev yek tê çi wateyê! Gelo pêşmergetî tiştekî bi vî rengî ye? Şoreşgerî tiştekî bi vî rengî ye? Fermandartî bi vî rengî ye? Gelo ev ne şerm e? Divê ti kes şaşitiyên bi vî rengî neke. Lazim e tevahiya gelê me zanibe; tenê endîşeyeke me heye. Ew jî; berjewendiyên gelê me û destketiyên gelê me ye. Siyaseta şaş wê destketiyên gelê Kurd bixe nava rewşeke xetere, wê van derfetên mîna zêr hêja ne, ji holê rake. Lewma em hişyar dikin: bila kes şaşitiyê neke! Di vê demê de derfeta serketina têkoşîna gelê Kurd heye, lê belê beriya her tiştî divê li dijî lîstikên dewletên mêtînger têkoşîn bê meşandin. Divê em pêşî li wan bigirin û bi vî rengî vîna Kurdan bi ser bixînin.

PÊWÎSTE GELÊ AMEDÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIKE

Îro rojeke girîng e. Pêwîste gelê me li her qadê dakevin meydanên Newrozê û vê roja pîroz pîroz bikin. Bİ taybetî gelê Amedê, divê gelê Bakur, li dijî zilm û faşîzma AKP-MHP'ê agirê Newrozê geş bikin, li qadên Newrozê yekîtiyê ava bikin. Divê gelê me bi vî rengî mesajên demokasî û azadiyê bide her kesî û helwesta xwe nîşan bide.

GERÎLA WÊ NÎŞANÎ HER KESÎ BIDE KU TÊK NAÇE

Dewreyên perwerdeyê yên Akademiya Hakî Karer û Mahsûm Korkmaz ên Akademiyên Apollo, di rojeke bi vî rengî ya pîroz de diqedin. Îsal 12 akademiyên me dewreyên xwe yên perwerdeyê bi rengekî serketî qedandin. Em dixwazin bi van perwerdeyên li Akademiyên Apollo re dixwazin, performansa serketinê ya gerîlayên azadiya Kurdistanê bi pêş bixînin û gerîlayên nûjen-profesyonel bafirînin. Gerîlayên sedsala 21'an wê bersivê bidin teknolojiya demê, teknîk û taktîkê bixin xizmeta xwe û bi afirîneriyeke mezin serketinê misoger bikin.

Ev çar sal in ji bo pêkanîna projeya ji nû ve avakirina HPG'ê em di nava hewldanan de ne. Bi van dewreyên serketî re em projeya xwe ya ji nû ve avabûnê derdixînin asta herî bilind. Û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, li ku dibe bila bibe wê gelê Kurdistanê biparêzin û di vê dema girîng de li meydana şer nîşanî her kesî bidin ku têk naçin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê bi ruhê Apoyî, bi sekna Çiyager, Azad Sîser û Devrîm Amedan, di sala 2017'and e bi erka xwe rabin û îsal bikin sala serketinê.

DIVÊ TI KURD NEKEVE NAVBERA ME Û DIJMIN

Dijmin dibêje 'PKK wê di meha Adarê yan jî meha Nîsanê de biqede; êdî kes wê navê wê jî nîne ziman'. Vaye her tişt li holê ye. Divê gelê me zanibe, ji sedî 90 ê gotinên dewleta AKP'ê derew e. Ti kes êdî nikare pêşî li meşa azadiyê ya Kurdistanê bigire. Ti kes êdî nikare herikîna dîrokê biguherîne. Serketin wê ya gelê me be.

Pêwîste her kes bi vê baş zanibe: Dijmin dixwaze li dijî me şer bike û weke Hêzên Parastina Gel em jî ji vî şerî re amade ne. Ev hemû hevrê dixwazin, weke fermandarên perwerdebûyî biçin Derya Reş, Dersîm, Amed û Botanê. Ji ber vê yekê divê ti kes nekeve navbera me û dijmin. Madem şovenîzma Tirk, faşîzma AKP-MHP dixwaze li dijî me şer bike; wê çaxê divê ti Kurd nekeve navbera me. Weke fedayiyên Kurdistanê, tiştekî ku em di vî şerî de winda bikin nîne. Ji bilî parastina berjewendî û destketiyên gelê me, ti armanceke me nîne û em ê di vê serdema girîng de bi erka xwe rabin."

Karayilan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku bi Newroza 2017'an re pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike û wê di vê pêvajoyê de meşa azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê bi ser bikeve. Karayilan got, "Siberoj wê ya gelê Kurdistanê be."