Karayilan: Em ê hesabê êrîşên qirkirinê bipirsin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, êrîşên qirkirinê yên li Licê û êrîşa DAIŞ'ê ya li Stenbolê nirxand. Karayilan der barê têkiliyên AKP-DAIŞ'ê de nirxandinên girîng kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, êrîşên qirkirinê yên li Licê û êrîşa DAIŞ'ê ya li Stenbolê nirxand. Karayilan der barê têkiliyên AKP-DAIŞ'ê de nirxandinên girîng kir.

Karyailan ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de got, "Di şexsê hevrê Zîlan de ez hevrê Sema û Gulan û hemû şehîdên fedayî yên meha Hezîranê bibîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim" û da zanîn, Zîlan beriya niha bi 20 salan di demeke girîng de çalakiyeke girîng pek anî. 

Karayilan diyar kir, Zîlan di asteke bilind de ruhê fedayî yê Apoyî temsîl kir û got, "Îro bi hezaran şopdarên Zîlan hene. Ne tenê li nava refên milîtanan. Di nava gel de jî, di nava siyasetmedaran, di nava ciwanan de ruhe fedayî yê Apoyî û xeta Zîlan derketiye holê. Fedayî hevrê Zinar, fedayî hevrê asya, fedayî hevrê Sema, fedayî hevrê Eylem, fedayî hevrê Dîrok, fedayî hevrê Dijwar mînakên şênber ê vê yekê ne. Zêdeyî 10 mehan şerekî li bajaran qewimî. Ev şer bi ruhê Zîlan hat meşandin. Fermandarê berxwedana Sûrê hevrê Çiyager mînaka vê ye."

Karayilan destnîşan kir, eger ev ruhê fedayî îro di nava ciwanên Kurd de derketiye holê, ev yek nîşaneya serketinê ye.

Karayilan, bi wesîleya 91. salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî, ew bi rêzdarî bibîr anî.

Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser operasyona artêşa Tirk niha li Liê dimeşîne û got, "Dewleta Tirk vê yekê timî li Kurdistanê dike: Dikuje, qetil dike û dûre radibe dibêje 'ez ji bo jiyana wan dikim'. Bi vî rengî derewan dike. Ev ji bo wan hunerek e. Ji bo êrîşên xwe yên dema zivistanê yên li bajaran xendek kiribûn hincet. Gelo li Licê xendek heye? Li wan gundan xendek heye? Yên ew xendek weke hincet nîşan didan, gelo niha li ku ne? Li di cihekî cîhanê nehatiye dîtin li bajarekî 3 mehan, heta li Sûrê 6 mehan derketina derve qedexe be. Cihê vê ne di hiqûqa însaniyetê de heye, ne jî di têkiliyên civakî de."

Karayilan diyar kir, ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan li gundikê Mehlê yê Kerwasê 2 welatî bi îşkenceyê hatine qetilkirin û got, "Ji xwe hemû pêkanînên van îşkence ye. Derketina derve bi xwe rêbazeke îşkenceyê ye."  Karayilan wiha dewam kir: "Ev dijminê darên me, kevirên me, mirovên me, heywanên me ne. Dijminê miriyên me, şehîdên me ne. Naxwazin tiştekî bi rûmet bihêlin. Ya ku niha li Licê dikin ev e."

GELÊ LICÊ NASNAMEYA KURD TEMSÎL DIKE, FAŞÎZMA AKP'Ê ÊRÎŞÎ VÊ NASNAMEYÊ DIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku gelê Licê niha bi rûmetdarî nasnameya Kurd temsîl dike û got, "Êrîşên faşîzma AKP'ê li hemberî vê nasnameyê ne, êrîşên li dijî rûmeta gelê Kurd e. Ji ber vê yekê divê tevahiya gelê Kurd xwedî li Licê derkeve. Êrîşa li Licê tê kirin, ne tenê li hember Licê ye; ev êrîş li dijî vîna KUrd e. Pêwîste ti Kurdistanî li pêşberî vê komkujî û êrîşkariyê bêdeng nemîne.

Min duh li banga dayikên Licê guhdarî kir. Me mesaja wan girt. Me mesaja dayikên Şirnexê jî girt. Weke ewladên vî welatî em ê hêjayî wan dayikên bedew bin. Em ê bersivê bidin banga wan. Bêguman wê hesabê vê bê pirsîn. Gelê me îro li ber xwe dide. Pêwîste gelê me dest bide hev û li ser vê bingehê tevbigere. Niha gerîlayên Amedê li ber xwe didin, çalakiyan lidar dixin. Li Licê bi xwe bersivê didin. Wekî din gerîlayên Mêrdînê hewl didin bersivê bidin. Li her derê gerîla di nava tevgerê de ne. Gelê me jî di nava tevgerê de ye." Karayilan destnîşan kir, ku wê ti hesab li erdê nemîne û yê bi ser bikeve wê têkoşîna wan be.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser êrîşa li balafirgeha Ataturk a Stenbolê, ku tê gotin ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin, ev nirxandin kir:

"Sedema ku DAIŞ berpirsyariya çalakiyên xwe yên li Tirkiyeyê nagire ser xwe ew e, ku bi awayekî navendî biryarek şer a li dijî Tirkiyeyê negirtiye. Lewma bi awayekî navendê berpirsyariya çalakiyan nagire ser xwe. Di vir de lîstik di nava lîstikê de heye. Ev planeke kûr e." Karayilan da zanîn, ev çalakî ji aliyê baskekî nava DAIŞ'ê ve tên kirin û ev baskê DAIŞ'ê jî di bin bandora Daîreya Şerê Taybet  a Tirk de ye.

ÊRÎŞA LI STENBOLÊ BI KÊRÎ REJÎMA AKP'Ê TÊ

Karayilan bal kişand ser encama çalakiyê û got, "Ev çalakî bi kêrî rejîma AKP'ê tên. DAIŞ'ê di destpêkê de li hemberî HDP û hêzên mîna wê çalakî pêk anî. Bi vî rengî bû sêdem ku AKP di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi rêjeyeke bilind a dengan careke din bibe desthilatdar. Kir ku HDP nikaribe mîtîngan lidar bixe; di nava mirovan de rê li ber tirsê vekir. Bi hezaran mînakan îspat bû ku DAIŞ bi desteka AKP û Erebîstana Siûdî xurt bû û gihaşt vê astê. Yanî, DAIŞ a ji polîtîkayên van dewletan sûd wergirt, niha bûye belayê serê tevahiya cîhanê.

REJÎMA AKP'Ê BI RENGEKÎ VEKIRÎ DAIŞ'Ê DIPARÊZE

Ev rewş bi rengekî sergirtî dewam dike. Her çend ev hêz mîna ku li hemberî hev şer dikin xuya dikin jî, hev du diparêzin. Mesela; kî dihêle ku DAIŞ li herêmeke ji 90 kîlometreyî ya li Cerablûsê desthilatdar be? AKP. Eger rejîma AKP'ê nebe asteng wê Hezên Şoreşa Rojava DAIŞ'ê ji vir derxîne. Lê rejîma AKP'ê qiyametê radike û dibêje 'Nabe ji Kobanê derbasî rojhilatê Çemê Firatê bibin'. Li rojhilatê Çemê Firatê kî heye? DAIŞ heye. Yanî vana bi rengekî vekirî DAIŞ'ê diparêzin. DAIŞ niha ev herêma ji 90 kîlometreyî ya li ser sînorê Tirkiyeyê, ji bo biçe Stenbolê, biçe Ewropayê bi kar tîne. Yanî rêya wan a çalakiyan vekirî ye. Sedema vê jî Erdogan e, AKP ye. DYA û hêzên din ên navneteweyî jî di bin navê 'Em hesasiyetên Tirkiyeyê li ber çavan digirin' çavên xwe li vê yekê digirin. Li gorî me ev şaş e. Heta ku sînorê van ê bi Tirkiyeyê re neyê birîn, nepêkan e ev bên qelskirin. Tirkiye bi vî rengî ji DAIŞ'ê re dibe nefes. Ji bo DAIŞ'ê li hemberî Şoreşa Rojava û tevgera me bi kar bîne, vê dike. Erdogan bi israr, dest ji vê xetê bernade. Rêbazê diguherîne, ziman diguherîne, lê vê xetê bi heman rengî didomîne. Ev ji aliyê daîreya kûr û taybet ve tê meşandin. Girîng e ev were zanîn."

DIXWAZIN SER KOMKUJIYÊN XWE YÊN LI KURDISTANÊ BIGIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ragihand, çalakiyên bi vî rengî yên DAIŞ'ê, AKP'ê xurt dike û got, "Ji xwe AKP jî ji bo ser wehşeta xwe ya li Kurdistanê bigire, li tiştekî bi vî rengî digere. Wezîrê Tirk ê pêwendiya xwe bi Yekîtiya Ewropayê re heye, hema yekser rabû got, 'Divê Ewropa alîkariyê bide me; em nikarin hin madeyan nerm bikin, teroa DAIŞ-PKK-PYD' nizanim çi hemûyan tevlîhev dike. Rejîma AKP'ê bi tiştên bi vî rengî hewl dide nîşan bide ku ew dûrî DAIŞ'ê ye û dixwaze li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destê xwe xurt bike. Ev hêzên kûr dixwazin vê rewşê bafirînin. Ji ber ku dibêjin, eger vê nekin 'wê Kurdistana mezin ava bike'. Dibêjin 'Kurdistana mezin jî tê wateya Tirkiyeya biçûk. Lewma divê pêşî lê bê girtin; em xwe liq ada navneteweyî mafdar nîşan bidin'. Ev senaryoya wan e. Dixwazin bêjin 'DAIŞ'ê 44 mirov kuşt (hin ji van biyanî ne'; hûn jî li dijî terorê destekê bidin me ku em Şoreşa Rojava bifetisînin û şoreşa gelê Kurd tesfiye bikin'. Dixwazin komkujiyên xwe yên li Kurdistanê kirine û yên bike, binixumînin. Armanc ev e. Ji xwe ji ber vê yekê li ber Rûsya û Îsraîlê geriya."

AKP LI DIJÎ PÊNGAVA MINBICÊ DESTEKÊ DIDE DAIŞ'Ê

Karayilan da zanîn, tirsa Erdogan, rejîma AKP'ê û dewleta kûr, Şoreşa Kurdistanê ye û ji bo pêşî li vê şoreşê bigire, heta ji wan tê dikarin her tiştî bifiroşin.

Mûrat Karayilan bal kişand ser Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tê meşandin û got, "DAIŞ hatiye dorpêçkirin. Lê dewleta AKP'ê bi rêyên veşartî di ser Cerablûsê re destekê dide DAIŞ'ê. Bi vî rengî dixwaze pêngava Minbicê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk têk biçe. Çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çû û pê re AKP jî têk çû, niha jî dixwazin li Minbicê Hêzên Sûriyeya Demokratîk têk bibin û bi vî rengî AKP bi ser bikeve. Yanî planeke veşartî û gelekî kûr a AKP'ê heye. Ev ne teoriyeke komployê ye. Hewldanên wan ên pratîkî li holê ne."

Karayilan ev çalakiya li Stenbolê bi tundî şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. 

BANGA LI GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ

Di dawiya axaftina xwe de Karaylian diyar kir, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di qonaxeke girîng de ye û got, "Ev dem dema fedekariyê ye. Divê haya hemû welatparêzan ji vê hebe û li gorî vê bi berpirsyarî rabe. Divê li her derê xwe bi rêxistinb ikin. Bi taybetî Kurdên li metropolan divê hem xwe biparêzin, hem bêdeng nemînin, hem jî xwe birêxistinb ikin. Eger îro li Licê zilm tê kirin, pêwîste vê zilmê li hemberî xwe bibînin. Yanî divê her kes vê rastiyê bibîne. Dem dema serketinê ye."