Karayilan: DAIŞ hincet e, hedefa esasî Kurd in

Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk bi operasyona Cerablûsê ve Rojava kiriye hedef û ev êrîş dikare di navbera Kurdan û dewleta Tirk de veguhere şerekî.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got ku bi awayekî lihevkirî Cerablûs dewrî komên girêdayî dewleta Tirk hatin kirin û di hedefa vê operasyonê de jî Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hene.

Karayilan destnîşan kir ku ev lihevkirin wê herî zêde zerarê bide Ewropayê, ji ber ku êdî DAIŞ bi hêsanî wê ji ser Stenbolê derbasî Ewropayê bibe.

Mûrat Karayilan têkîldarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava pirsên ANF’ê bersivandin.

Duh danê sibehê hate ragihandin ku hêzên qaşo Artêşa Azad a Sûriyeyê li dijî Cerablûsê dest bi operasyonekê kirine. Esas armanca vê operasyona ku navê ‘Firat Kalkani’ lê hatiye kirin û ji hêla artêşa Tirk tê destekkirin çi ye?

Bi rastî jî operasyonek an jî harekatek leşkerî nîne. Tiştê ku bi eşkere tê dîtin, lihevkirina dewleta AKP’ê û DAÎŞ’ê ye. DAÎŞ’ê Cerablûs û bi Cerablûsê re jî xeta heta Ezazê vala kiriye. Ango, li wir ji bilî harekatek leşkerî , destguhertinek heye. Lê, mijar bi awayekî zêde tê berevajîkirin. Tu dibêjî qey harekatek mezin a leşkerî pêk tê, DAÎŞ bi zorê hatiye derxistin. Ev ti rastiyên xwe nîne. Li gor lihevkirinê, DAÎŞ’ê ew der vala kiriye. Heta niha DAÎŞ di rojekê de ti bajar bernadeya. Eger DAÎŞ’ê mîna Minbicê li ber xwe bidaya, ew ê nikarîbûna 2 mehan jî biketana vî bajarî.

YA LI CERABLÛSÊ NE OPERASYON, DESTGUHERTIN E

Yanî hûn dibêjin Cerablûsê destguherî ye?

Di esas de gotina destguhertin jî bi temamî vê nade. Ji ber ku mabeyna DAÎŞ û El Nûsrayê de xetek diyarker nîne. Me berê jî dît, li gelek deveran dema pêwîst dikir El Nûsrayî di rojekê de derbasî DAÎŞ’ê dibûn û DAÎŞ’î jî derbasî El Nûsrayê dibûn. Hem jî ne wek şexs, kom bi kom vê dikirin. Tenê rengê alê diguherî. Li ser vî esasî, li Cerablûsê tê dîtin ku kadroyên DAÎŞ’ê yên tên nasîn berê xwe kişandine, gelek kadroyên xwecihî jî derbasî El Nûsrayê bûne. Jixwe dema DAÎŞ’ê jî Cerablûs girt, bi vî şêwazî kir. Ango, li vir şerek neqewimiye; li vir li ser esasê lihevkirinê guherîn heye. DAÎŞ’iyên li wir bûn El Nûsra; kadroyên DAÎŞ’ê yên tên zanîn jî xwe kişandin Babê. Esasê mijarê ev e. Li vir ne şer, lihevkirin heye, lê bi rengê şer heye tê nîşandan. Ev derewek mezin e, berevajîkirin e.

CIHÊ KU WÊ HERÎ ZÊDE JI LIHEVKIRINA CERABLÛSÊ BI BANDOR BIBE EWROPA YE

Lê cihê ku wê herî zêde zerarê ji vê lihevkirinê bibîne Ewropa ye. Bi vê lihevkirinê ve DAÎŞ’ê kanala xwe ya ji Ewropayê û cîhanê re vedibe garantî kiriye. Pirsgirêka DAÎŞ’ê ew bû ku dixwest ji bo xwe kanalek ji derve re vedibe bibîne; kanalek diçe Ewropa, Kafkasya û qadên din. Jixwe DAÎŞ û El Nûsra di nav hev de ne, sînorê Tirkiyeyê jî wê di destê El Nûsrayê de be; DAÎŞ’ê kengî xwest wê ji ser vir biçe Stenbolê, ji Stenbolê jî biçe her derê. Li ser esasê vê lihevkirinê, DAÎŞ’ê qada ku ji xeta Cerablûsê heta Raiyê radestî Tirkiye û hêzên di bin navê Artêşa Sûriyeya Azad kirine. Ev hêz jî di bin bandora El Nûsrayê de ne.

Ev lihevkirinek pir bi xeternak e. Ev lihevkirin wê emrê DAÎŞ’ê dirêj bike. DAÎŞ’ê jî dît, parastina wê xetê bi navê xwe pir zehmet e, dît piştî Minbic ket nikare xwe li ber şervanên QSD’ê bigire. Ji ber wê jî ev lihevkirin guncav dît. Jixwe Tirkiye jî di vê mijarê de her tim çalak bû. Bi vê sayê jî derfet çêkirin ku kanalên navneteweyî bi awayekî dizî ji DAÎŞ’ê re vekirî bihêlin. Lewre jî gefa DAÎŞ’ê bi awayekî zêde wê li ser Ewropa û cîhanê dewam bike, ev jî rewşên xeternak bi xwe re tîne.

HERÎ ZÊDE WÊ EWROPA Û RÛSYA ZERARÊ BIBÎNE

Rayedarên DYA’yî diyar dikin ku vê çarçoveya hûn dibêjin qebûl dikin…

Di vê mijarê de qebûlkirin û destekkirina rêveberiya siyasî ya DYA’yê xetayek e. Rayedarên DYA’yî jî baş dizanin ku heta sînorê Tirkiye-DAÎŞ’ê neyê girtin, pir zehmet e ku DAÎŞ bê zeîfkirin. Niha bi vî şêweyî kanalên navdewletî yê DAÎŞ’ê vekirî hiştin. Ev jî xetayekî cîdî ye. Herî zêde jî wê Ewropa û Rûsya zerarê ji vî xetayî bibînin. Wê zerarên wê jî di demên pêş de hê eşkeretir bibin.

DAÎŞ HINCET E, HEDEFA ESAS KURD IN

Asta tevlîbûna artêşa Tirk a vê operasyonê çi ye? Wek tê gotin, Hêzên Taybet ên Tirk tevlî bûne?

Li gor vê hevpeymanê, artêşa Tirk bi operasyonekê ve bi awayekî fermî çûye ser axa Sûriyeyê. Lê ev ne cara yekem e. Cara yekem artêşa Tirk nakeve Sûriyeyê. Hêzên Taybet ên artêşa Tir ji sala 2013’an ve di axa Sûriyeyê de ne, lê veşartî bûn. Niha dewleta Îranê jî bi awayekî nîv fermî li Sûriyeyê ye; Hîzbûllah jî bi awayekî vekirî-fermî li wir e, dîsa Rûsya bi awayekî fermî li wir e. Tirkiye heye.; lê Tirkiye heta niha veşartî bû. Li ser esasê vê lihevkirina bi DAÎŞ’ê re jî êdî bi awayekî fermî Tirkiye jî heye.

Armanca li vir çi ye?

Jixwe Erdogan bi awayekî eşkere armanç danî holê. Armanç ne DAÎŞ e; Kurdên li Sûriyeyê ne. Niha her ji du peyva wan yek PYD’e ye. PYD partiyek siyasî ye. Rêveberiya Kantonên Rojava ne tenê ji PYD’ê pêk tê. Ji gelên cuda, bawerî û bi dehan rêxistinên Kurdan pêk tê. Ev ketina axa Sûriyeyê, esas hewldanek li dijî Kurdan e. Eger wê ji vê re operasyon bê gotin, wê demê operasyonek li dijî Kurdan û demokratîkbûna Sûriyeyê ye.

EV ÊRÎŞEK LI DIJÎ KURDAN E

Ev di heman demê êrîşek li dijî Kurdan e. Divê Kurd vê bizanibin, bibînin. Li gor vê jî helbet divê her kes bi awayekî zelal helwesta xwe deynin holê.

Ji bo van giştî jî tê gotin têkîliya PYD’ê û PKK’ê heye…

Ev jî bi temamî derew e. Tiştekî wisa nîne. Rêber Apo li Kurdistanê derketiye holê, lîderek ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn xwedî proje ye. Rêbertiyek dîrokî ye. Gelek rêxistinên li ser esasê fikrên Rêber Apo hatine damezrandin hene. Ne tenê PYD, li welatên Ereban jî gelek kom li ser xeta Apoyî têdikoşin. Li Amerîkaya Latîn, Arjantînê jî hewldanên li ser esasê felsefeya Apoyî avakirina partiyê hene. Ma em dikarin bêjin ev hemû PKK ne? Na, ti eleqeya wê nîne.

Niha qaşo vê dikin hincet û dixwazin di asta navneteweyî de qadê li PYD’ê teng bikin û bi hinceta PYD’ê jî dijminahiyê bi Kurdan re dikin. Ev tê kirin. Jixwe ser wê jî nagirin, bi awayekî eşkere dibêjin. Dijminantiyek wisa mezin û eşkere ye.

REWŞA LI ROJAVA DIBE KU DI NAVA DEWLETA TIRKIYE Û KURDAN DE VEGERE ŞEREKÎ

Çima ewqas li hember Rojava dijminahiyê dike?

Ji ber ku li gorî wan eger li Sûriyeyê Kurd bibin xwedî statû, wê li Bakur jî statûyê bixwazin! Lê li Rojava statû pêk were yan jî pêk neyê, ji xwe wê li Bakurê Kurdistanê wê statû pêk were, êdî ji bo ku bi Tirkiyeyê re meşîn tankane rêya wê statû ye, bi hev re têkoşînê bilind kirine. Ev têkoşîn îro hatiye wê rewşê ku encamê bigire. Bi milyonan mirov ji bo xwerêveberiya demokratîk li ser linag in. Li Rojava çi bibe bila bibe êdî Gelê Kurdistanê bê statû jiyan nake û ne jî qebûl dike. Lê hem ji bo li Rojava pêşiya destkeftiyan bigirin û li Bakur jî têkoşîna li hember qirkirin û qetlîama paşve bixîne, di vê yekê de israr dikin. Ji ber vê yekê li Rojava li dijî statûyê derketin, tê wataya ku li Bakur rê li ber siyaseta qetlîam û qirkirinê veke. Divê gelê Bakur vê yekê baş bizanibe. Eger ku AKP Rojava bifetisîne, wê piştre bi awayekî pir hêsanî bikare Bakur jî bifetisîne vê yekê hesab dike. Li Bakur xwestin ku bi qetlîamam encam bigirin. Ji ber vê yekê êrîşa li hember Cerablûs a Rojava tê wateya êrîşa li hember gelê Kurd ên Bakur. Di çarçoveya lihevkirinên bi DAIŞ’ê re êrîşên ku pêk tên , rewşa ku hişmendiya qetlîamê ya ku li dijî Kurdan dide nîşandane. Bi awayekî zelal e ku wê siyasta dagireke ya ku li dijî Kurdan wê encamên cidî bi xwe re bîne.

Îro li Sûriyeyê Gelê Kurd bi xwedîbûna hêzekî mîna YPG’ê ya berxwedêr ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê aktor û hêzekî pir girîng e. Bi awayekî vekirî û zelal wê di demokratîkbûna Sûriyeyê de ev hêz rolekî cidî û girîng bilîze. Her wiha di vê yeksanê de avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ev hêz ji bo demokratîkbûn û têkoşîna azadiyê Sûriyeyê de xwedî pozîsyon û aktorekî pir girîng e. Niha jî Tirkiye bi vê mûdaxeleyê dixwaze van hêzan tengav bike. Dîsa hedefa wan parçekirina Kurdistan Rojava ye, hedef bi rêbazekî nû Heleb û Efrîn ji hev qût bike û kantonê heyî negihijin hev e. Bi vê yek dixwaze bide nîşandan ku rêya DAIŞ’ê li cîhana derve re bide vekirin di navneteweyî de metirsiyekê nade avakirin; di hema demê de mûdaxeleyî Sûriyeyê dike, li dijî hemû hêzên Sûriyeykî demokratîk dixwazin û Kurdan şer bikin. Bi xwezayî wê ev yek Bakur jî bandor bike, Başûr jî û her derê jî bandor bike. Ev wê bibe sedem ku di nava dewleta Tirk û Kurdan de rê li ber şerekî veke. Bi vê rêyê wê gelekî bi bandor be, hewldanekî pir xeter e. Ji ber ku rewşeke ku hemû gelê Kurd û Bakur bandor bike. Bi xwezayî wê bandorê li şerê li Bakur jî tê meşandin bike.

Bi taybet gotinên dewletaTirk a dagirker ku xwe tevlî karê Sûriyeyê dike û hêzn YPG û QSD’ê derbasî aliyê din ê Rojhilatê Firatê bibin; bi van gotinan dide nîşan dan ku wê bi QSD’ê re têkeve nava şer, bi vê yekê tê wateya ligel li dijî gelê Kurd, li dijî gelê Ereb ên ku alîgirê demokrasiyê ji ye, ev rewşekî cidî ye. Eger ku hêzên têkildar pêşiya vê heweldana dewleta Tirk a dagirker negire, tê wateya ku wê ev xeterî hê bi bondortir û bi awayekî cidî dewam bike.