NÛ BÛ

Karasû: Xirabê Bava hemû Kurdistan e, divê her kes rabe ser piyan

Mustafa Karasû ji ANF’ê re axivî, têkildarî taktîkên berxwedanê yên dema nû, li ser polîtîkayên qirker ên AKP’ê û serdana Barzanî ya Enqerê daxuyaniyên girîng dan.

 

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasû, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê de nirxand û bang kir ku her kes li dijî van êrîşan li ber xwe bide.

Karasû diyar kir êrîşên bi ser Xirabê Bava de helwesta AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan e û got, ‘’Dixwazin vîna Kurdan bişkînin’’

Mustafa Karasû ji ANF’ê re axivî, têkildarî taktîkên berxwedanê yên dema nû, li ser polîtîkayên qirker ên AKP’ê û serdana Barzanî ya Enqerê daxuyaniyên girîng dan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû got divê Kurd li dijî zilmê demildest rabe ser piyan. Karasû ev nirxandin kirin;

TIŞÊN KU LI BAJARAN KIRIN DIBIN GUNDAN

‘Ev nêzî 15 rojane li gundê Xirabê Bava yê Nisêbînê dorpêçek heye. Dorpêçkirina gund, astengkirina siyasetmedar, nûçegihan, saziyên mafê mirovan ku nikarin biçin gund, çespandina wê ye ku li wir zilmeke giran heye. Bi rastî jî zilmê li wir dikin. Çima zilmê dikin; ev encama polîtîkayekê ye. Piştî 7’ê Hezîranê di navbera AKP-MHP’ê de tifaqek hate danîn, ev jî encamên polîtîkayên wan ên li ser dijminatiya Kurdan in ku dixwazin wan biçewisînin, bipirnisînin, vîna wan bişkînin. Tişta ku par li bajaran kirin niha dixwazin li gundan bikin. Komkujî, zilm, êşkenceya li Xirabê Bava berdemiya wê ye ku beriya niha li Nisêbînê, Cizîrê, Şirnexê, Sûrê kirin. Armanc çiye? Dixwazin Vîna bişkînin, bipirnisînin. Jixwe bihar nêzîk dibe; Newroz e, 8’ê Adarê ye, Heftiya Lehengiyê ye; çawa ku hişyarbûna biharê ye, hişyarbûna Kurdan e jî. Dixwazin pêşiya vê bigirin. Ji bo vê jî vê zilmê dikin. Vî gundî hemûyî dengê xwe daye HDP’ê, sedî 99 HDP’ê deng li wir standiye. Bajar, gundên ku bi rêjeyeke bilind dengê xwe dane HDP’ê dikine hedef, dixwazin çavtirsandî bikin. Ev hişkere ye. Ev ne bûyereke wiha ya tekane û jirêzê ye. Tenê Xirabê Bava têkildar nake. Hemû Kurdan, hemû Kurdistanê têkildar dike. Dixwazin vîna hemû Kurdan bişkînin. Li wir dixwazin Agirî çavtirsandî bikin, dixwazin Mûş, Çewlik, Colemergê çavtirsandî bikin. Ji bo vê jî divê hemû Kurd zilma li wê derê weke zilma li ser xwe bibînin. Tenê ne bi wî gundî re têkildar e, helwesteke li dijî Kurdan heye. Dixwazin vîna Kurdan bişkînin.

Nizanim em ne li dijî Kurdan in, li dijî terorîstan in, li dijî filankes in. Ev demagojî ye, derew e, êrîşa li dijî hemû Kurdan e. Seddam jî wiha digot; ez ne li dijî hemû Kurdan im, nokerên wî hebûn, digot, ‘’ez ne li dijî hemû Kurdan im, li dijî van im’’ Îran jî digot, ‘’ez ne li dijî hemû Kurdan im, li dijî filan partiyê me’’ Sûriyê jî wiha digot, ‘’Em ne li dijî Kurdan in, li dijî filan Kurdan in’’ Balkêş e, ev demagojiya her kesî ye. Baş e, wekî dî Kurd li kû hene? HDP li Kurdistanê sedî 80 deng standiye, tu li dijî hemûyan î, çi Kurdê ku dengê we dabe HDP’ê tu li dijî wan î. Ji bo vê jî Kurd divê hemû rastiyê bibînin; li wir li ser Kurdan zilm heye. Divê li dijî vê zilmê helwest çêbibe. Kavilkirin û şehitandina bajaran niha birine gundan. Ev tenê bi berxwedanê dikare raweste.’’

HER KUÇE, HER TAXA DIVÊ RABE SER PIYAN

Karasû bal kişande ser zexta dewleta Tirk a li ser navendên bajaran û got ji ber vê sedemê divê şêwaza berxwedanê ne bi giştî lê kuçe bi kuçe, tax bi tax were kirin.
Karasû di vê mijarê de wiha got: ‘’Mazlûm Doxan li girtîgehê wiha got; ‘’berxwedan dibe serfiraziyê û radestbûn dibe îxanetê’’ Kurdan li ber xwe dan û bi ser ketin. Vî 40 salê dawî Kurd çima şiyar bûn? Niha li dinyayê yek ji wan gelan e ku herî pir hurmet jê re tê nîşandan. Civaka herî demokratîk û azadîxwaz a Rojhilata Navîn e. Kurd li Rojhilata Navîn ew civak e ku geş dibe. Ji ber çi Kurd di nav gelê Rojhilata Navîn de yê geş dibe Kurd in? Ji ber ku li dijî zilmê, zextê li ber xwe dide û ji bo ku têkoşîna demokrasiyê dide di dinyayê de hurmeteke mezin jê re tê nîşandan.

Berê kê hurmet didan Kurdan? Berê ji Kurdan re digotin paçikê pîso, ku hin hêzan şewitandine û ji hev re davêjin. Nirxandin bi vî rengî ye. Li ser Kurdan li Rojhilata Navîn ma çi nehatiye gotin. Bi dehan gotinên pêşiyan hene ku Kurdan kêm dikin. Lê niha wiha ye? Kurd li dinyayê bi nav û deng in. Jina Kurd li dinyayê bi nav û deng e. Ciwanên Kurd bi nav û deng in, fedaî ne. Ji bo gelê xwe fedaî ye. Jin fedaî ye. Êdî Kurdê ku serê xwe ditewîne nemaye, jin serê xwe natewîne, ciwan serê xwe natewîne. Yixtiyarên me jî li ber xwe didin. Meleyên me jî, her kes li ber xwe dide. Ma ne wiha bû bi nav û deng? Ev 40 sal e hurmet jê re çênebû? Niha Kurd ne bi nav û deng in? Kê ev pêk anîn? Bi pêşengiya Rêber Apo PKK’ê pêk anî. Îro li îranê, Iraqê, li her deverê heke hurmetek ji bo Kurdan hebe bi vê têkoşînê re têkildar e. Heke ne ji vê têkoşînê bûya niha li Iraqê jî wê Kurd nas nekirina.

HEKE NE JI PKK’Ê BÛYA BARZANÎ LI ENQERÊ NEDIHATE PÊŞWAZÎKIRIN!

Niha Barzanî serê kêliyekê diçe Enqerê, li Enqerê wî pêşwazî dikin. Çima pêşwazî dikin? Heta duh nizanim serokê eşîretê bû, nizanim çi bû. Niha çima pêşwazî dikin? Ji bo ku têkoşîn heye. Têkoşîn nebe wê Kurdan biçewisînin, ti hurmetê nadine wan. Çi bû? DAIŞ bi ser Şengalê de girt, gerîla çi kir? Li ber xwe da, bû xwedî hurmet. Dixwazin rûmeta me hemûyan bişkînin. Dibêjin hûn ê serê xwe bitewînin, çokan deynin. Li Xirabê Bava vê dikin. Ji bo vê jî teqez divê Kurd helwesta xwe diyar bikin. Ev cuda ye; li her deverê TOMA, panzêr daniye, dagir kiriye, bi taybetî jî li navendên bajêr. Dikare ne bi giştî be; her tax, kuçe dikare rabe ser piyan. Şêwaza berxwedanê hinekî dikare biguhere. Belê di demên zextê de tu nikarî 100 hezar kes bînî cem hev, destûr nadin. Wê demê tu yê çi bikî? Li her kuçeyê tê bicivînî, ev ê bibe çi, bi 100 hezar, milyon. Naxwe mirov nikare weke berê bike. Newrozê tê. Li Newrozê jî wê destûrê nedin, bidin jî belkî li çend deveran ji çav re destûrê bidin, ji bo xapandinê. Naxwe divê mirov çi bike? Her tax divê Newroza xwe pîroz bike. Niha jî dewlet her dever dagir kiriye, kuçe û tax ên Kurdan in. Li Amedê her tax, her kuçe dikare rabe ser piyan. Li her kuçeyê 200 ciwan dikare tevbigere. 

Bi vî rengî divê mirov rabe. Ne wiha; em ê li cihekî bicivin, ev wiha nabe. Divê ev were zanîn, bila hin werin, me birêxistin bikin, pêşengtiyê bikin. Ev jî pir ne rast e. Kurd ev 40 sal in bi têkoşînê bûne xweyî bîrekê, bûne xweyî rêxistin. Kurd jixwe bîrewer in, civakeke ji xwezayî ve rêxistinbûyî ye. Wiha naşibe gelên din. Ev 40 sal in di nav têkoşînê de giha ye, kemilî ye. Bi 100 hezaran ketine girtîgehê, tecrûbeya wan heye. Ma Kurdê ku êşkence, zor nedîtiye maye? Ji vê hêlê ve çi bûye; çawa ku hesin tê avdan û qeyîm dibe Kurdan jî ev zilm, ev êşkence, zindan dîtin, ev 40 sal in têdikoşin bûne civakeke rêxistinkirî, berxwedêr, xweragir. Ji bo vê jî di her kuçeyê de dikarin xwe birêxistin bikin. Mirovên bîrewer ku her kuçeyê birêxistin bikin nîn in? Dikarin werin cem hev, li her taxê dikarin werin cem hev. Li hin deveran dibe ku kadro hebin li hin deveran dibe ku nebin. Gel êdî li her deverê divê xwe birêxistin bike û tevbigere. Xeta rast a çalakiyê ev e. Xeta çalakiyê ya vî gelî serhildan e. Tu yê ziyanê nedî kesekî, tu yê ziyanê nedî malê kesekî, mirovan lê tu yê li ber xwe bidî. Heke polîs hat tu yê bi daran û keviran bibî bersiv. Ji bo vê jî, bi rastî jî divê her kuçe bibe keleha berxwedanê. Ku wiha bibe, her kuçe rabe ser piyan, ev dibe serhildana 100 hezaran, milyonan. Divê mirov wiha bibîne. Ji bo vê jî helbet divê mirov ji bo Xirabê Bava bêdeng nemîne. Divê mirov nebêje bila hin werin mirov birêxistin bikin. Divê civakê birêxistin bikin. Helbet divê mirovên berpirsyar tevbigerin. Divê civakê birêxistin bikin lê divê gel jî helwesta xwe nîşan bide.’’

GELÊ KURD DIVÊ KIRINÊ DEWLETA TIRK JI BÎR NEKE

Gelê Kurd bîrewer e. Divê Kurd bi çavekî jirêzê li xwe nenerin. Tişta ku li Rojava kirin li ber çavan e. Gelê Başûr li ser piyan e. Li Îranê jî azadî û demokrasiyê dixwazin. Li dinyayê Kurd li ser piyan in. Li Ewropayê her roj li ser piyan in. Ji ber ku zext û zordarî heye, Kurd wê bêdeng bimînin? Na. Ji bo vê jî bi rastî jî li dijî zexta li ser Xerêb divê helwesta xwe diyar bike. Divê em helwesta xwe li dijî şewitandin û kavilkirina Cizîrê, Nisêbînê, Sûrê nîşan bidin. Belê, weke Mehmet Tûnc gotî em ê serê xwe netewînin. Her kes wê di şopa wî de biçe. Çiyager, fermandarê mezin gotibû, ‘’berxwedana me wê mezin be, şehadeta me jî’’ Ev şehadeteke mezin û mihteşem e. Ev zarokên civakeke bi vî rengî ne. Ciwan, milîtanên me yên wiha hene. Nisêbîn navenda serhildanê ye. Cihê destpêka serhildanê ye. Jixwe ji bo vê bi ser wir de diçin, dixwazin biçewisînin. Dixwazin ku gel ji wir bikin. Heywanan dikujin, nahêlin ku derkevin derve, li gund qedexeya derketinê dibe? Her deverê gund derve ye. Wê pezê xwe biçêre, zivistan e. Tişta ku li dinyayê nehatiye dîtin dewleta Tirk li Kurdan dike. Divê Kurd tişta ku dewleta Tirk dike ji bîr nekin. Tê gotin 2 gerîla şehîd bûne. Dibe, dibe ku şer çêbûbe û şehîd jî bûbin. Lê tu çawa hemû gund ceza dikî, her deverê ceza dikî. Niha jî bi ser hin gundên din de digirin. Ev dijminatiya li Kurdan e. Kurd divê vê bibînin.

SÎSTEMA SEREKTIYÊ JI BO KURDAN XIRABÊ BAVA YE

Helwesta li Xirabê Bava helwesta dewleta Tirk e, helwesta desthilatdariya AKP’ê ye. Li dijî vê wê helwest neyê nîşandan? Ev sedema NA’ ye. Bi rastî jî ji bo ku di vê referandûmê de NA were gotin bi hezaran sedem hene, ji bo erêkirinê ti sedem nîn e. Tekane sedem ew e ku dixwazin hmeû rayeyan bi dest Erdogan ve berdin. Tişta ku jê re desthilatdariyeke xurt, serekekî xurt dibêjin, serekekî faşîst, otorîter e. Ti kesek wê tiştekî nebêje. Zilêm hişkere ev got; ji hilbijartinê heta bi hilbijartinê kesek wê têkilî desthilatdariyê nebe. Ango ku ji sendoqê derketî heta hilbijartineke dî kesek wê serê xwe ji te neêşîne. Êdî li dinyayê jî ji wê sîstemê siyasî re demokrasî tê gotin ku hilbijartin hebe jî her roj civaka rêxistinbûyî, civaka sivîl, gel bandorê li ser rêveberiyê dike, zextê li ser rêveberiyê dike

Niha zilam dibêje rayeyê bidin min dilê min çawa dixwaze wiha bi kar bînim. Bila kesek li dij dernekeve. Niha bi rastî jî serektî wê çawa be, serektî wê wiha be. Ev sepanîna fiîlî ye. Niha desthilatdariya AKP’ê vê rewşa fiîlî bi serektiyê wê bike fermî. Heke were gotin serektî sîstemeke çawa ye, ji bo Kurdan Xirabê Bava ye. Kavilkirina bajarên Kurdan e. Ji bo vê jî divê li gundê Xirabê Bava xwedî derbikevin. Divê xwedî li gundên din derkevin, divê siyasetmedar xwedî lê derbikevin. Divê tenê daxuyaniyan nedin. Divê bang li gel bikin. Ji bo ku gel rabe ser piyan divê bang li gel bikin. Ev heqê wan e, berxwedana li dijî zilmê heq e. Ev di destûrê de jî heye, di hiqûqa gerdûnî de jî heye, di dîn de, di felsefeyê de jî, di her tiştî de heye. Berxwedana li dijî zilmê heqê herî sereke ye. Divê bang were kirin, siyasetmedar divê bang bikin. Gel divê li dijî zilma wir li ber xwe bide. Rabe ser piyan. Belê, em bang dikin; divê hemû gel li ber xwe bide, Kurdên bîrewer jî, siyasetmedar jî divê pêşengiya vê berxwedanê bikin.