Kalkan: Siberoj di destê gel de ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Her civak siberoja xwe bi xwe bi rêxistin dike. Ev yek dikare bi hinekan re bê kirin, lê eger tu tênekoşe, tu xwe bi rêxistin neke û çarenûsa xwe diyar neke, kes tiştekî nade te.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, Her civak siberoja xwe bi xwe bi rêxistin dike. Ev yek dikare bi hinekan re bê kirin, lê eger tu tênekoşe, tu xwe bi rêxistin neke û çarenûsa xwe diyar neke, kes tiştekî nade te."

Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

'TECRÎDA GIRAN A LI ÎMRALIYÊ HÊ DEWAM DIKE'

Kalkan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "Tecrîd dewam dike. Zext û terora dewletê didome. Deriyê Îmraliyê nehat vekirin. Şert û mercên jiyan û xebateke azad ên Rêber Apo nehatin afirandin. Berevajî, şîdet û zext hê dewam dikin."

Kalkan bibîr xirt ku di 11'ê Îlonê roja birayê Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê, 24 şaredariyên DBP'yî hatin desteserkirin, şaredarî hatin dagirkirin û destnîşan kir, ku ev hevdîtin, tevî qelskirina nerazîbûna li tecrîda li Îmraliyê, weke amûrek dagirkirina şaredariyan hat bikaranîn.

Kalkan got, "Ev yek rêbazeke şerê taybet e. Çawa ku artêş cihekî dagir dike ala xwe diçikînin, dema şaredarî hatin dagirkirin jî ala xwe çikandin. Bi wesayîtên zirxî dor li şaredariyan girtin. Serokwezîr Bînalî Yildirim got, 'em di rewşa êrîşê de ne'. Êrîşa destpêkê jî li dijî şaredariyan kir. Hevdîtina li Îmraliyê, ku di nava şert û mercên bi vî rengî de pêk hat, rewşeke nû nîne. Civakê peyamên Rêber Apo girt. Bêguman ev yek baş bû."

'LI DIJÎ ME ŞEREKÎ TAYBET Ê BÊ PÎVAN TÊ MEŞANDIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji civaka Kurd re got, "Li dijî me şerekî taybet ê bê pîvan tê meşandin, ku bikaranîna her rêbazî rewa dibînin" û ev axaftina xwe wiha dewam kir:

"Ji meha Adarê û vir ve hin hêz daxwaza agirbestê li me dikin. Ji Amerîka heta Ewropa, heta rêveberiya Başûrê Kurdistanê... Me timî ji wan re got, 'me şer neda destpêkirin. Rêber Apo got; me pêvajo neqedand. Em li ser kursiya xwe ya li dora maseyê rûniştî ne. Yên din mase qelibandin'. Me ji hemû hêzan re ev gotin. Lê nikarin vê bi AKP'ê bidin qebûlkirin.

Tayyîp Erdogan xwînê verdişe. Her cara devê xwe vedike, sixêfan li derdorê dike, êrîşî her kesî dike. Li cîhanê ti hêz nehiştiye ku êrîş nekiriye, gef lê nexwariye. Ji bo ev rewş baştir were fêhmkrin, rêveberiya me, tevgera me helwesta xwe eşkere kir. Gotinên Rêber Apo û daxuyaniyên rêveberiya me hevgirtî ne. Aliyê Kurd ji aliyê fikir û polîtîkayê ve hevgirtî ye. Lê Tirkiye ne bi vî rengî ye. Tayyîp Erdogan her li cîhanê digere. Derfetan li derdorê belav dike, tawîzan dide, derewan dike, dosyayan bi xwe re digerîne. Bi vê yekê ve hewl dide mirovan bixapîne. Dixwaze her kesî bike hevparê êrîşên xwe yên qirkirinê."

Kalkan da xuyakirin, ku di hewldanên DYA û Rûsya yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriyeyê de ew pratîkeke şênber a hêja nabînin û got, "Êdî heta em pratîkekê nebînin, em nikarin ji tiştekî bawer bikin. Em gihîştine asteke welê, ku heta em pêşketineke şênber bibînin, dikarin jê bawer bikin. Kurd, Ereb, hemû mirovên bindest ên li Rojhilata Navîn, hingî ewqasî hatine xapandin êdî ji her tiştî bi guman in. Û mafdar in jî.

'JI BO DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE, DIVÊ KURD BI XWE BIKEVIN NAVA HEWLDANAN'

Gotin hene, bang tên kirin, axaftin tên kirin. Dilê alemê rehet e. Yên tên qetilkirin mirovên li Rojhilata Navîn e. Ciwanên Kurd, Ereb, Tirk tên qetilkirin. Cîhan li pey wê ye ku li ser vê yekê dikare bi çi rengî berjewendiyên xwe bimeşîne. Bila kes xwe nexapîne ku demokrasî, edalet, hiqûq heye. Lazim e Kurd vê rewşa xwe bibînin û ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bikevin nava hewldanan. Di vî warî de hin hewldanên HDP'ê çêbûn. Weke PKK û KCK em jî timî bi rêxistinên din ên Kurdan re di nava têkiliyê de ne, hevdîtinan dikin û bi hev dişêwirin. Ji bo kombûna Kongreya Neteweyî berê jî gelek hewldanên me hebûn."

Kalkan bi vê wesîleyê careke din bang li tevgerên Kurd kir, ku derfet û firsendan bi kar bînin, ji bo sekinandina rijandina xwînê û pêşîvekirina li çareseriyê, demokrasiya Kurd bafirînin.

'ÇARE Û ÇARESERÎ BI ME RE YE'

Dûran Kalkan ev tespît kir: "Çare û çareserî bi me re ye. Siberoj di destê gel de ye. Her civak siberoja xwe bi xwe bi rêxistin dike. Dikare vê yekê bi hinekan re bike, lê eger tu tênekoşe, tu xwe bi rêxistin neke û çarenûsa xwe bi xwe diyar neke, kes tiştekî nade te. Civakeke ku bi xwe çarenûsa xwe diyar neke, kes cidî nabîne. Divê em rêveberiya xwe ya demokratîk ava bikin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Ji bo vê jî divê em beriya her tiştî xwe perwerde û bi rêxistin bikin, rêveberiya xwe derxînin pêşiya her tiştî. Karê herî pîroz ê niha, ev e."

'ERDOGAN KOALÎSYONA HEVKARIYA SÛCÊN DAIŞ'Ê AVA KIRIYE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku heta Tirkiyeyê ya nava Cerablûsê li ser bingeha lihevkirina bi DAIŞ'ê re hatiye kirin û got, "Ev dagirkerî bi şerê li dijî DAIŞ'ê nebû. DAIŞ'ê ew der xist, artêşa Tirk jî li vî cihê vala bi cih bû."

Kalkan diyar kir, Erdogan hewl dide xwe weke 'serkêşê koalîsyona li dijî DAIŞ'ê' nîşan bide û got, "Ya rast ew e ku mirov ji vê yekê re bêjin, Koalîsyona Hevkariya Sûcên DAIŞ'ê. Kî kê dixapîne? Hemû bûyer li pêş çavên cîhanê diqewimin. Cîhan veguheriye gundekî û her kes dizane li Sûriyeyê çi diqewime. Lewma hewl tê dayîn ku koalîsyoneke sexte ya li dijî DAIŞ'ê bê avakirin."

'KÎ DIXWAZE LI SÛRIYEYÊ ÇARESERIYÊ PÊK WERE, DIVÊ EWILÎ BIXWAZIN KU ARTÊŞA TIRK JI SÛRIYEYÊ DERKEVE'

Kalkan bal kişand ser civînên Cenevreyê yên bên lidarxistin û got, "Niha bendewariyeke ku 'wê li Sûriyeyê çareseriya siyasî pêk were' tê afirandin. Ez ne bawerim ku ev yek bi ser bikeve. Yên dixwazin li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî pêk were, divê di destpêkê de hewl bidin artêşa Tirk ji Sûriyeyê bê derxistin. Bi helwesteke bi vî rengî, lêgerîna çareseriyê dikare destpê bike. Hemû lêgerînên li derveyî vê yekê, vala ne."

'OPERASYONÊN REQQA Û MÛSILÊ DI DEMEKE NÊZ DE PÊK NAYÊN'

Kalkan têkildarî nîqaşên li ser destpêkirina operasyonên Reqqa û Mûsilê de got, "Ev operasyon ne bawerim berî 6 mehan destpê bike. Zemîneke bi vî rengî nîne. Piştî hilbijartinên li DYA, dema rêveberiya nû hat hilbijartin, stratejiyeke nû hat destnîşankirin û polîtîka li gorî vê hat diyarkirin, hingî dikarin operasyonê bidin destpêkirin."

Kalkan diyar kir, DYA ji vê îradeyê ketiye, Rûsya jî bi tena serê xwe nikare bike û got, "Operasyonên bi wî rengî ancax bi lihevkirina Rûsya, DYA û Ewropayê dikarin pêk werin. Ji bilî vê derfetê wê nîne. Lewma dema mirov ji aliyê siyasî û leşkerî ve binirxînin, zemînê operasyonên Reqqa û Mûsilê vê gavê nîne."

Kalkan da zanîn, ku eger Tirkiye di operasyonê de bê bicihkirin, ev yek wê mîna Cerablûsê lê were û got, "Ev jî wê nebe operasyonek li dijî DAIŞ'ê. Wê bibe peymana bi DAIŞ'ê re. Wê bibe lihevkirina bi DAIŞ'ê re."

'MÛSIL GIRÎNG E, DIVÊ PDK, YNK, GORAN Û RÊVEBERIYA BAŞÛR HIŞYAR BIN'

Kalkan işaret bi girîngiya Mûsilê kir û got, "Di mijara Mûsilê de ez bang li rêveberiya PDK'ê, YNK, Goran û rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikim ku hê bêhtir hişyar û baldar bin."