Kalkan: Rizgariya me di destê me de ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, têkoşîna tê meşandin ji bo Kurdan têkoşîna hebûn û azadiyê ye û got, "Divê mirov ji devereke din ne li hêviya rizgariyê bin. Rizgariya me di destê me de ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, têkoşîna tê meşandin ji bo Kurdan têkoşîna hebûn û azadiyê ye û got, "Divê mirov ji devereke din ne li hêviya rizgariyê bin. Rizgariya me di destê me de ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Soz Otesî ya MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Dogan Çetîn.

Kalkan bibîr xist, ku berê her tim dihat gotin, 'em li ber pêvajoyeke dîrokî ne' û got, "Lê belê em êdî di nava wê pêvajoya dîrokî de ne. Tevî firsend û derfetên mezin, zehmetî û xeteriyên mezin jî di nava vê pêvajoyê de hene. Ya ku firsendên mezin pêşkêşî me kir, berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê bû. Ya zehmet bi ser xist. Nîşanî dost û dijminan da, ku gelê Kurd ji bilî jiyana azad, jiyaneke din qebûl nake."

SENDROMA RÊVEBERÊN DEWLETÊ

Kalkan destnîşan kir, ku ev berxwedan bû şeref û rûmeta hebûna azad û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêberên gel Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir û Asya Yuksel bi vî rengî gotibûn. Vê berxwedanê zor û zehmetî têk bir û lehengiyên mezin ên gel afirand. Bêguman gelek encamên girîng ên leşkerî û siyasî derxist holê. Mesela qala sendromekê tê kirin, ku di nava artêş û polîsên Tirk de der bûye. Ya rast, ev yek sendroma rêveberên dewletê ye. Nîşaneyên dînîtiyê ne."

BERXWEDANÊ, HIKÛMET HILWEŞAND

Kalkan diyar kir, ji aliyê siyasî ve jî vê berxwedanê hikûmet hilweşandiye û got, "Nîşaneya vê ya herî şênber ev e. Ahmet Davûtoglû yê digot 'ez ê wan tine bikim' ew bi xwe tine bû. Ji qada siyasetê çû. Çawa ku berxwedana Kobanê yekemcar faşîzma DAIŞ'ê têk bir, berxwedana gelê Kurd a bi pêşengiya YPS û YPS Jinê jî, faşîzma AKP'ê yekemcar têk bir."

TÊKOŞÎNA HEBÛN Û AZADIYÊ YA GELÊ KURD

Dûran Kalkan da zanîn, ku Sûr û Cizîr berxwedaneke tund û giran bû û got, "Niha ji aliyê taktîk û rêbazê ve guhertin û nûbûn heye. Berxwedana me ya gel dewam dike. Serhildan zêde dibe. Ne tenê berxwedana çekdarî, em di wê baweriyê de ne ku ciwanên Kurd û gel wê bi rêbazên cuda berxwedanê bidomîne. Siyaseta demokratîk jî li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dide. Lewma em di nava pêngaveke girîng de ne. Ev yek wê bêhtir mezin bibe."

Kalkan anî ziman, ku divê kêmasiyên rû dane jî werin nirxandin û got, "Ev têkoşîn ji bo Kurdan têkoşîna hebûn û azadiyê ye. Kurdîtî wê li vê cîhanê bi serketina vê têkoşînê hebûna xwe bidomîne. Ji ber vê yekê divê her kes bêhtir bi berpirsyarî rabe û tevlî bibe."

'RIZGARIYA ME DI DESTÊ ME DE YE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de got, "Divê mirov ji devereke din ne li benda rizgariyê bin. Rizgariya me di destê me de ye. Dema me xwe bi rêxistin û zana kirin, wê demê wê maf û edalet bi me re bin. Pêwîste di vî warî de cesaret û fedekarî bê nîşandan. Girîng e gelê me li hemberî her tiştên mirovan dixin nava bendewariyan û reşbîniyê, helwestê nîşan bide. Roj roja têkoşînê ye. Têkoşîn jî bi zanebûn û vînê dibe. Divê her kes bi vî rengî tevlî têkoşînê bibe."

Kalkan di dawiya axaftina xwe de bi taybetî bang li ciwanan kir ku hem berxwedana demokratîk xurt bikin, hem jî bi rengekî aktîf tevlî berxwedana şoreşgerî bibe.