Jiyana Suleyman Guzel ê ku polîsan ew birîndar kir di xeteriye de yê

Jiyana Suleyman Guzel ê ku polîsan ew li Navçeya Rezan a Amedê birîndar kir di xeteriyê de ye. Hat zanîn ku Guzel ji ser hişê xwe çûye.

Polîsan li taxa Bagcilarê ya Rezan, ciwanê 19 salî Suleyman Guzel, yê 20 salî Ugur Atak û yê 25 salî Ugur Karabacak birîndar kirin. Piştî nîv saetê ew rakirin nexweşxaneyê. Suleyman Guzel ê bi giranî birîndar bû sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl kirin. Guzel, li vir hat ameliyatkirin. Hat zanîn ku doktoran diyar kiriye ku rewşa Guzel nebaş e û ji ser hişê çûye. 

Ugur Atak û Ugur Karabacak jî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û li vir tên dermankirin.