'Jinên Êzidî bi felsefeya Rêber Apo bûn xwedî hêz û îrade'

Endama Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Serhildan Serkeftin ragihand ku Şengal û bi taybetî jinên Êzidî beriya fermanê di zîndaneke servekirî de dijiyan û got, "Lê niha bûne xwedî hêz, îrade û rêxistina jinên Êzidî hatiye avakirin."

Endama Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Serhildan Serkeftin ragihand ku Şengal û bi taybetî jinên Êzidî beriya fermanê di zîndaneke servekirî de dijiyan û got, "Lê niha bûne xwedî hêz, îrade û rêxistina jinên Êzidî hatiye avakirin."

Serhildan Serkeftin, rewşa jinên Êzidî ya berî û piştî fermanê ji ANF'ê re vegot:

"Şengal ji aliyê erdigarî ve weke zindaneke servekirî bû. Bi taybetî di aliyê jinê de. Jin ji siyasetê, rêxistinkirin û ketina nava civakê de pir dûr bûn. Miletek di aliyê rêxistinî û civakî de girtî be, bi xwe re civakek feodal dafirîne û jinê di nava 4 dîwaran de dihêle.

Bê sedem û sebeb jinên Êzdî dihatin kuştin, mafê jinan yê axaftinê û pêşengtiyê nebû. Jinên ku çîqasî nav û deng bûn jî lê bi siyasetê ve eleqeder nedibûn. Li ser jinan siyasetek bi xetên stûr û zirav dimeşandin. Civakek ku çiqasî girtî be ewqasî jî pirsgirêk di nav de heye. Bi taybetî di aliyê jinê de. Jin di nava partiyên siyasê yên Kurd ên weke YNK, Goran û hwd hebûn, lê yek perwerde û cihek nebû di aliyê fikrî de jinê pêş bixe.

HÊZA VEŞARTÎ DI HUNDIRE JINA ÊZIDÎ DE VEŞARTÎ BÛ

Bingeh û şopên civaka neolotîk di nava civaka Êzidî de gelekî hebû, bi taybetî li gel jina. Mirov ew ruh û hêza evşartî ya di nava jinên Êzidî de didîtin. Ji ber ku me weke RJAK'ê xebatên rêxistina jinan dikir, di her alî de em rastî astengiyên mezin dihatin. 

Dîsa di bendên kontrolê yên PDK’ê de em rastî astengiya dihatin. Digotin hûnê biçin mala kê, biçim cem kê, di vî warî de gelek zext li me dikir. Lê xebatên me li aliyê Bakurê Şengalê û Başûrê hebûn. Li aliyê Qûble hinek gav hatibûn avêtin, her çiqasî kêm be jî rêxistinek weke civîn, fikirîn hebû. Eleqeyek mezin a jinan ji Rêbertî re hebû. Her çiqas jinan dixwestin ji zext û astegiyên zilam xilas bibin jî, li hemberî jinê ev zext û zordestî dewam dikir. Ev jî ne dihişt jin pêş bikeve. Jineke Êzidî xwe ji bo gelê xwe feda kiribûya, ji aliyê rêxistinî û siyasî ve xwe bi pêş ve bixista, wê civakê gotibûya 'ev li çi digere' û xebata jinê biçûk didît. Lê hewldanên hin jinan hebûn ku van astengiyan ji holê rakin.

PDK JI NÊRÎNÊN RÊBER APO DITIRSIYA

Heya ku me cejnek weke 8’ê Adarê pîroz dikir, em rastî gelek astengiyan dihatin. Me ne dikarî bi awayekî vekirî pîroz bike. Bi awayê civîna di hindirê mala de me 8’ê Adarê pîroz dikir. Di her aliyê rêxistînî û cejnan de PDK’ê dibû asteng. Bi taybetî PDK ji nêrînên Serokatî, TEVDA û jinê ditirsa. Tenê ji bo PDK'ê astengiyan çêbike, her jinekê Êzidî yên gundan 50 hezar pereyê Iraqê dida jina ji bo ku tevlî civînên me yên jinan nebin. Bi her awayî ji bo PDK li pêşiya me bibe kelem, astengî çêdikir. Heya cejna pîroz a Çarşema Sor a Êzidiyan a 2014’an PDK’ê destûr neda em pîroz bikin. Lewma ez dibêjim wê demê PDK’ê dest bi fermanê kir. Her mala ku em diçûn baş dizanin em li ser fikirê Rêber APO ne û ji me hez dikirin. Lê di heman demê tirsek hebû. Ew tirs jî ji mala Barzanî bû. Kesên dihatin navenda me bi tirs dihatin û dema ji navendan me hîna 2 metre dûr ne diketin, raste-rast asayîşa PDK’ê nasnameya wan pirs dikirin. Li ku derê malek a li ser fikirê me PKK’ê hebûya, PDK her tim ji wan malên me ditirsiya.

Di hilbijartina herî dawî ya Iraqê de 6 kes çûn parlementê. Lê tenê yek jin hebû. Ew jin jî temsilyeta jinê nake, nûnertiya zilam û zihniyeta wî dike. Ji xwe deng dabûna vê jinê, nedan jî wê ser ketiba, tenê wekî sembolekî hilbjiartin ew jin jî. 

PIŞTÎ FERMANÊ JINÊN BERÊ YÊN ÊZIDÎ NEMAN

Lê piştî fermanê bi qasî çiayekî cudahî di navbera jina Êzidî ya berî û piştî fermanê rû da. Dema ferman rabû, em hema ji çiyê daketin nava civaka Êzidî ya li Başûr, Rojava û Şengalê. Lê êdî jina Êzidî ne ew jina berê ye. Refleksên wê yên pir dijwar û xurt li hemberî djimin çê bûn. Êdî jinê dixwest xwe bi rêxistin bike, tevlî nava siyasetê bibe, di nava hêza leşkerî de cihê xwe bigire. Bi xwe jin dihatin gel me digotin rêxistin, parastin ji bo em pêwîste ka alîkariya me bikin, me fêr bikin. 

ÎRADEYA JINA ÊZIDÎ DERKET HOLÊ

Ji ber vê YBŞ hat avakirin. Heman piştî wê demeke kurt Yekîneyên Jinên Şengalê hate avakirin. Piştî fermanê êdî her malbatekê 3-4 keç û xortên xwe şandin ji bo parastinê. Di çiya de heya dawiyê berxwediyek bêhempa meşandin. Di nava jinê de mirov hêzek, berxwedank û hêviyek mezin dibîne. Eleqeyek pir mezin a jinê ji  fikir û felsefeya Serokatî çêbû. Îro jinên Êzidî di fikirê Serokatî de ji bo xwe jiyanek nû, hebûnek nû dibinîn û xwe di bin vî fikir de bi rêxistin dikin. Êdî jin komîteyên xwe yên xweser çêkirin. Weke bersivek li fermanê, jinan hê di salvegera yekemîn de Meclîsa Jinên Şengalê ava kirin. Ev ne hindike û ne biçûke. Berê 2 jinan ne dikarî werin gel hev, niha bi sedan jin tên gel hev û xwe bi rêxistin dikin. YJŞ, komîte, meclîs û giştî rêxistinên hatine avakirin bi xwîn û berdelê mezin hatin avakirin. 

HÊVÎ Û HÊZA ÊZIDIYAN TÊ AVAKIRIN

Niha jî ji bo ku hêza jinê ya YJŞ’ê mezin nebe, PDK li Başûrê Kurdistanê li hemberî Êzidiyên koçber û yên li wargehan dimînin astengiyan çêdike. Bi gel re civîna çêdikin ji bo zarokên wan tevlî YBŞ û YJŞ’ê nebin. Ev jî tirsa li nava Barzanî dide diyarkirin. Ne tenê hêz tê avakirin, ji ber ku îrade, sekin, bawerî û hêvî ya Êzidiyan tê avakirin. Ev hêvî ji Êzîdxanek azad a pêşerojê ava dike. Pêşeroja Êzîdxanê jî bi xweparastinê dibe.

JIN Û XORT WERIN TOLA XWE HILDIN

Îro jî jinên Êzidî li her gundÎ, li her cihekî daxwazê ji me dikin, ku komîte û meclîsên jinan ên herêmê werin avakirin. Ji bo ku xwe bi rêxistin bikin û bikaribin xwe biparêzin. Banga min li jinan û xortan heye; werin YBŞ û YJŞ’ê mezin bikin, tol û heyfa jinên Êzidî ji çeteyan û dijminan hilînin. Kesên gotinên ne rast belav dikin û dixwazin mirovahiyê li Şengalê bikuje, bila baş zanibe li Şengalê wê carek din mirovahî şîn bibe. Her kesê dibêje ez Êzidî me, bang li wan dikim ku werin Şegnalê."

...