Jin bi têgihiştina 'xweparastin, jiyana rast e' xwe diparêzin

Asayîşa Kampa Şehîd Rustem Cûdî, bêyî ji kesî hêvî bike, jiyan û vîna xwe diparêze. Di nava vê xweparastinê de jin bi têgihiştina 'xweparastin, jiyana rast e' bi awayekî çalak cih digirin.

Ji bo gelan mijara herî bingehîn xweparastin e. Ji xwe refleksê xweparastinê di tevahî zindiyan de heye. Ango bi xwezayî xwe dide der. Lê modernîteya kapîtalîst mirov ewqasî bê vîn û nêzan kiriye ku haya mirov ji xwe nîne. Mirovahî ketiye rewşa miriyên li ser lingan. Ji bo gelan pêwîstiya herî bingehîn xweparastin û xwerêvebirin e. Li ser vê bingehê jî endamên Asayîşa Kampa Şehîd Rustem Cudî bi zanebûnek xurt ewlehiya jiyana xwe dikin.

'XWEPARASTIN, JIYANA RAST E'

Yek ji endamên Asayîşê Zeynep Mijînî herî zêde balê dikşîne li ser pêdiviyê xweparastinê û wiha dibêje; "Ji bo me erka herî bingehîn parastina xwe û gelê xwe ye. Ji bo ku nîzama jiyanê hebe pêwîstî bi asayîşê heye." 

Di heman demê de Mijînî di nava gotinên xwe de dibêje ku ji bo jinan erka herî bingehîn; tevî xweparastinê, parastina jiyan û civakê ji zilma desthilatdariya zilam e. Zeynep Mijînî got, "Ez weke jinekê gelek kêfxweş im ku cihê xwe di nava asayîşê de digirim. Pêwîste jin hemû xwedî têgihiştina parastinê bin. Ji ber xweparastin, jiyana rast e."

'EM HEBÛNA XWE DIPARÊZIN'

Emîne Tûnç a ku cihê xwe di nava asayîşê de digire girîgniya asayîşê bi van gotinan tîne ser ziman; "Asayîş ji bo nîzam û ewlehiya jiyanê ye. Em bi vê zanebûnê cihê xwe di nava wê de digğrin. Her wiha gelê xwe li hember xeteriyan parastin, pêşeroj û hebûna xwe parastine. Em di ferq û zanebûna xweparastinê dene. Lewma em erka xwe bi kêfxweşî bi cih tînin."

Tûnç tîne ziman ku ti kar bê zehmetî nîne, lê karê herî xweş û bi wate jî erka xweparastinê ye. Tûnç got, "Ji ber ji bo civak û gelan mijara herî sereke xweparastin e, lewma çiqasî zehmetiyên xwe hebe jî bi zanebûyînek mezin em nêz dibin." 

Her wiha Emîne balê dikişîne li ser hêz û vîna gel a ku bi xwe parastina xwe dike û wiha dawî li gotinên xwe tîne; "Serdema ku em tê de dijîn, xweparastinê ferz dike. Êrîşên gelek mezin li ser civak, gel û neteweyan rû didin. Eger zanebûna parastinê û ewlehiyê bi pêş nekeve, wê mirovahî tine bibe."

'KES NE BI RÊ VE NABE, EM XWE BI XWE BI RÊ VE DIBIN'

Osman Mamxurî, ku yanzdeh sal in cihê xwe di nava asayîşê de digire û temenê xwe pêncî du salî ye, bi ezmûnên xwe yê jiyanê re ji bo xweparastinê van gotinan bi lêv dike; "Di nava Kampê de vîna ku xwe bi xwe bi rê ve bibe hatiye afirandin. Ji bo wê kes me rê ve nabe, em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Ji ber vê em pişta xwe nadin kesî û baweriya xwe jî bi kesî naynin. Eger em xwe neparêzin wê kes nikare me biparêze." 

Mamxurî balê dikişîne ser rola ciwanan û dibêje, "ciwanên ku haya xwe ji xwe nîne û xwe diavêjin hembêza neyar, pêwîste baş bizanin ku, ew kes îxanetê li gel û dîroka xwe dikin. Xwe nas bikin û vegerin." Cardin Osman dibêje pêwîste mirov baweriya xwe ne de kesî û wiha dawî li gotinên xwe tîne; "Xeteriya herî mezin ew e ku mirov baweriya xwe bi xwe neyne û bi kesên cuda bîne. Serketina herî mezin ew e ku mirov beriya her tiştî baweriya xwe bi gelê xwe, bi xwe bîne û parastina xwe jî bi hêz bike. Hingî wê serketin jî pêk were. Ev bistuyek sale em bi xwe parastina xwe dikin, pêwîste her Kurdek li kîjan cihî dibe bila bibe bi xwe parastina xwe bike."

'GEL BI XWE PÊWÎSTÎ PÊ DÎT'

Karker Mijînî di axaftina xwe de dibêje ku gava gel penaber bû, di nava wê penabertiyê de gel bi xwe pêwîstî dibîne ji bo ewlehiyê asayîş were avakirin û van gotinan rêz dike; "Ji ber ti ewlehiya jiyana me û ya gel tine bû. Her roj em dihatin kuştin. Ji ber vê yekê gel bi xwe biryar da ku ji bo em nîzam û ewlehiya jiyana xwe bi parêzin asayîş were avakirin. Gelek kesên me nas nedikir di ketin di nava me de û jiyana me dixistin xeteriyê de." Karker balê dikişîne li ser dilxwaziya gel a li hember asayîşê û berdewam dike; "Her kes bi dilxwazî cihê xwe di nava asayîşê de digirin. Gava her kes rastiya neyar nas dike û êrîşên ku li ser gelê Kurd dibîne pêwîstiya asayîş û ya ewlehiyê jî ewqasî giringî tê dîtin." Mijînî dibêje ew destûrê nadin di ewlehî û erka wan de sistayî rû bide.

'EM PIŞTA XWE NADIN KESÎ'

Berpisiyarê asayişê Sedîq Slopî ji bo avakirina asayîşê van mijaran bi me re parvedike; "Sala 1994’an ve pêwîstiya xwe parastinê pêş ket û li ser vê bingehê jî asayîş hate avakirin. Me ti carî xwe li benda hêzên ji derve ne hiştiye ku werin me bi parêzin. Weke ku tê zanîn ji bo gelan sê tişt gelek giring e, rêxistin, parastin û aborî." Sedîq di nava vegotinên xwe de li ser xala ketina ferqa xwe de di sekine û dibêje; "Mirov çiqasî bikeve di ferqa xwe de wê ewqasî zanebûyîn pêşbikeve û xwe naskirin pêşbikeve. Ji bo vê me bi xwe derfet afirand û me pişta xwe neda kesê û parastina xwe pêşxist." Sedîq herî zêde li ser girîngiya rêxistinbûna gel a di nava xwe de afirandiye disekine. Sedîq got; "Beriya her tiştî pêwîste gel û civak rêxistinkirî be. Di nava me de jiyanek bi rêxistinkirî û komunal heye kes nikare me jî hev qut bike."
 
Sedîq di dawiyê axaftina xwe de got; "Pergala ku me napejirîne em qet wê ne pajirînin. Pêwîstiya me bi ti kesî nîne, baweriya me bi Serokatiya me heye. Em tevahî hêz, bawerî  û vîna xwe ji Serokatiya xwe digirin. Jin pêşengê jiyana raste di asayîşa me de jî jin vê erka xwe ya pêşengtiyê bi cih tînin."

...