Jimara kesên ku di qetlîama Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan, gihişte 49’an
Jimara kesên ku di qetlîama Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan, gihişte 49’an. 177 kes jî birîndar in.
Jimara kesên ku di qetlîama Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan, gihişte 49’an. 177 kes jî birîndar in.
Li gorî agahiyên Konseya Tendirustiyê; jimara kesên ku di teqîna wesayîta bombebarkirî ya duh a li Taxa Xerbî ya de jiyana xwe ji dest dane, gihişte 49’an, jimara birîndaran jî 177’in.
Konseya Tendirustiyê diyar kir ku gelek birîndarên rewşa wan giran hene, fikarên xwe yên di warê zêdebûna miriyan de jî diyar kirin.
Xebatên lêgerîn û lêkolînê yên li cihê bûyerê bê navber bi lez û bez dewam dikin.