Ji YPS’ê têkîldarî çalakiyan daxuyanî

Şervanên YPS/YPS JIN’ê li Şirnex, Wan û Dersîmê çalakî li dar xistin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî çalakî û şer daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniay YPS’ê de ev agahî hatin parvekirin:

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, 22’yê Tebaxê danê êvarî saet 23.50, yekîneyên me bi roketan li dijî tabûra tankan a Silopiyayê çalakiyek li dar xistin. 3 roket li tabûrê ketin. Hejmara çeteyên Qesrê yên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

WAN

Li Erdîşa Wanê, 21’ê Tebaxê danê êvarî saet 21.00’an yekîneyên me bi awayekî hemwext li taxên Sûlû, Salihiyê û Çelebîbagê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Yekîneyên me li her taxê têkîldarî tecrîda li ser Rêbertiyê û pêvajoyê gel agahdar kirin. Piştî venêrînek demdirêj, yekîneyên me bi awayekî bi kontrol çalakiya kontrolkirina rê bi dawî kirine.

NISÊBÎN

Nasnameyên endamên me yên YPS JIN’ê ku 12’ê Tebaxê li Nisêbînê şehîd ketin, wiha ne:

Evîn Sozdar / Emîne Yapacak / Zînnet - Sînan / Riha / Dîrok û Cihê Şehadetê: 12’ê Tebaxê-Nisêbîn

Binevş Gimgim / Ayşe Karaca / Şahîde – Fesî / Mûş / Dîrok û Cihê Şehadetê: 12’ê Tebaxê-Nisêbîn

DERSÎM

20’ê Tebaxê li nêzî girê Kizilcik ê li navçeya Mazgêrda Dersîmê, yekîneyên me wesayîtek aîdî serpelekî rûxandin.

COLEMÊRG

Nasnameya endamê me yê YPS’ê ku meha Cotmehê li Baglara Colemêrgê şehîd ket, wiha ye;

Zeynel Kaya / Hatîce - Kînyas /Jidayikbûn: 1987 - Colemêrg /  Şehadet: 3’yê Cotmeha 2015’an Baglar -Colemêrg “