Ji YPS’ê li Wanê çalakî

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku 27’ê Îlonê li Navenda Wanê di saetên şevê de avahiya Fermandariya Jendermeyan a bajêr ku tîmên taybet lê hatibûn bicihkirin kirin hedef û çeperekî li pêşiya avahiyê xistine.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, ragihan ku 26’ê Îlonê li dijî konvoyekî leşkerî yak u ji Geverê dixwest biçe Şemzînanê çalakiyekî sabotajê li dar xistine. Di çalakiya ku 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin û 3 jî birîndarkirin wesayîtekî bi tîpa Kîrpî jî hatiye derbkirin. Li Wanê jî li dijî Fermandariya Jendermeyan a bajêr jî çalakî li dar xistine.

Koordînasyoan Giştî ya YPS’ê wiha anî ziman: “26’ê Îlonê yekîneyên me li dijî wesayîtekî zirxî ya tîpa Kîrpî ya çeteyên Qesrê yên dixwest ji Şemzînanê biçin Geverê li navbera gunên Dapûrte û Dara de çalakiyek a sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiykê de wesayît hate derbkirin. Wesayîtên ku bi hewarê jî hatin, ew jî hatin derbkirin. Piştî çalakiyê wesayîtên zirxî derdora xwe ketober dan ber guleyan. Wesayîta ku hate îmhakirin bi alîkariya wesayîta barhilgir ji herêmê hate rakirin. Di vê çalakiyê de 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin û 3 jî hatin birîndarkirin.

BEDLÎS

23’ê Îlonê li Navçeya Xelat a Bedlîsê di saetên şevê de kesê bi navê Adnan Nacaroglû yê ku li dijî gelê em xebat dina meşandin ji beriya niha hatibû hişyarkirin.  Piştî ku ev kesayet hişyariyên me guhdar nekirin li ser vê yekê yekîneyên me 2 wesayîtên kar û 2 konteynerên aîdî vî kesayetî şewitandin.

WAN

27’ê Îlonê di saet 19:00’an de yekîneyên me li dijî avahiya Fermandariya Jendermeyan a Bajrê ya ku tîmên taybet lê diman kire hedef. Avahî û çeperekî li pêşiya avahiyê hate lêxistin. Têkildarî kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bi dest xistin."