Ji YPS'ê daxuyaniya li ser Cizîr û Silopiyayê

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, kesê bi navê Mehmet Zekî Macatay ê li Cizîrê bi AKP'ê re dixebitî, ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye kuştin. Li Silopiyayê jî ji ber teqîna bombeya ji panzerê hat avêtin, gelek zarok birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

CIZÎR

"Kesê bi navê Mehmet Zekî Macatay ê ku li Cizîrê bi AKP'ê re dixebitî û tevî gelek hişyariyên hatin kirin jî li dijî nirxên gelê me tevgeriya, bû armanca yekîneyên me. Ev kesê ku roja 10'ê Tebaxê derb lê hat xistin, piştre mir.

SILOPIYA

Roja 27'ê Tebaxê saet di 10:00 de, çeteyên qesrê ji panzerê bombeya bombeavêjê avêtin taxa Cûdî. 6 zarokên li taxê bi vê bombeyê lîstin, ji ber teqîna bombeyê birîndar bûn."