Ji YPG'ê daxuyaniya li ser agirbestê

Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser agirbesta li Hesekê daxuyanî da û got, "Em spasiya eşîrên li Hesekê dikin, ku li dijî planên qirêj ên rejîmê, hewl dan jiyana hevpar biparêzin."

Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser agirbesta li Hesekê daxuyanî da û got, "Em spasiya eşîrên li Hesekê dikin, ku li dijî planên qirêj ên rejîmê, hewl dan jiyana hevpar biparêzin."

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG'ê ya li ser agirbesta li Hesekê bi vî rengî ye:

"Piştî hefteyeke  ji şerê li Hesekê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Asayîşa Rojava li aliyekî û artêşa rejîma Sûriyê û pêxasên wê li aliyê din, bajar bû ehdefa êrîşên balafirên şer û obusên hêzên rejîma Sûriyeyê. Di encama mudaxelya rûspiyên eşîrên herêmê û hin aliyên navneteweyî yên bi bandor de, me jî xwest ji van daxwazên ku şer rawestînin alîkar bin da ku rijandina xwînê rawestînin, ewlekariya gelê xwe biparêzin û rê li pêşî ziyanên madî bigirin. Li ser vê yekê hevpeymana agirbestê li gorî hin şert û mercên ku hatibûn diyarkirin, çêbû. Ev yek jî bi kefaleta aliyên ku pêkanîna hevpeymanê dişopînin pêk hat.

Hevpeymana agirbestê li ser van xalan hat erêkirin:

1- Divê artêşa Sûriyê û hêzên wê yên çekdar tevî hêza niştîmanî bi temamî ji Hesekê derkevin û tenê polîsên sivîl û ewlekarî bimînin. Her wiha hêzên YPG’ê hemû cih û baregehên ku di bin serweriya wê de ne radestî Asayîş û Ewlehiya Giştî ya bajar bike.

2- Hemû dîl û girtiyên di destê her du aliyan de pev bên guherandin.

3- Hemû rêyên tên bajarê Hesekê bên vekirin.

4- Dorpêça li ser nuqteyên hêzên rejîmê yên li derveyî bajêr bi dawî bibe.

5- Komîteyek hevbeş were avakirin û bi şopandina aliyên ku li ser agirbestê disekinin da ku çareseriyek siyasî di navbera dewleta Sûrî û Rêvebiriya Xweser de were dîtin.

Em jî wek Yekîneyên Parastina Gel ti carî tawîz nadin û ji bo parastina berjewendiyên gelê xwe bi hemû pêkhatiyên xwe mafê parastina rewa esas digirin. Ji bo parastina jiyana hevbeş her tiştên giran û buha em ê feda bikin. Ti carî rê nadin ti kes dest dirêjî rûmeta gelan bike.

Em spasiya gelê Hesekê yên welatparêz dikin ku li hember hêzên rejîma Baasê û pêxasên wê piştgiriya hêzên xwe yên rewa ji Yekîneyên me û Asayîşê kirin. Her wiha li ser helwesta wan a welatparêz ji bo parastina jiyana hevbeş ku neketin planên rejîma Baas ên qirêj ku dixwestin tevlîheviyê di nava pêkhateyan de derxînin, spasiya rûspiyên eşîrên Hesekê dikin."